Daxuyaniya Cehşê Îranê Niyaz Hemîd û medyaya PKKê

Çapemeniya PKKê hewl dide ji bo êrîşa Îranê ya bi mûşekên Balîstîkî ya li ser Hewlêrê rewa bike, Li gel qelemşorên medya civakî, PKKê di medyaya xwe ya fermî de jî hewldaneke mezin ji bo rewakirina êrîşa Îranê, xebat dike.

Ji ber ku PKKe berteka gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane, ew hewl dide Kurdên perçeyên din jî îqna bike ku Îran heqe êrîşî Hewlêrê kirî, di vê derbarê de îro di rojnameya «Xwebûn» ya PKKê gotarek weşand.

Di daxuyaniya Niyaz Hemîd ya di rojnameya «Xwebûn» de, peyvên daxuyaniyê bon cîhê bertekên Kurdan.

Niyaz Hemîd, di daxuyaniya xwe de got, di kûrbenda Antalyayê de ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî têde beşdar bibû, Erdogan derbarê Hewlêrê biryar girtîye, li gor vê biryarê “Hewlêr dê bibe navenda Mossad ê”.

Daxuyaniya Niyaz Hamid wiha ye: “Di vê civînê de li hev kirin ku bajarê Hewlêrê bibe navenda Mossad a Israîlê, gelê Îranê û gelê Başûrê Kurdistanê weke ajanên Mossad ê li dijî komara Îranê bi kar bînin, ev peyman encamên wê hene ku bajarê Hewlêrê bibe navenda şerê di navbera Israîl û Îranê de, ev jî dê bandorê li gelên herêmê bike, me ev yek dît dema ku Îranê baregehên veşartî yên Mossad ê li Hewlêrê weke ku Îranê digot, topbaran kirîn” .

Li gorî Niyaz Hemîd, Îranê zû ev agahî girtiye û di nava du rojan de li van baregehan xistiye.

Niyaz Hemîd çawa ev agahî girtin?

Niyaz Hemîd navekî ku di medyaya PKKê de pir tê dîtin, Xelkê Silêmaniyê paşeroja Niyaz Hemîd baş dizanin, bê ku ev kes ji xwe re bişuxle lê dîsa jî di nava dewlemendîyekî mezin de dijî, ji aliyê niştecîyên Silêmaniyê ve Nîyaz Hemîd weke sixorê Îranê tê nas kirin, Bi rastî jî hinek rewşenbîrên Silêmaniyê ku me nêrîna wan ji bo nivîsandina van rêzan girt, henek kirin û gotin: “Niyaz ev agahîyên navdewletî li Silêmaniyê li qehwexaneya Nalî rûniştî bihîstibûn”.

Niyaz Hemîd ku bi salane bi bêdengî karê sixorîyê dikir, bi şerê DAÎŞê ev kes hate birsqandin, bi taybetî di çapemeniya PKKê de, Hemîd ê ku tu sîfatên wî tune yî, wek pisporê Rojhilata Navîn, nivîskar û çavdêrê siyasî pêşkêşî raya gişti hat kirin.

Ev zilamê bê sîfat tenê dikare gotgotkên qehwexanê bibîhîze, ji ber vê yekê şîroveya Hemîd beriya her tiştî, nîşan dide ku tiştên tên gotin senaryoyeke pirr bêqelîte, lê ji aliyê din ve jî eşkere dike ku Niyaz Hemîd, li dijî Kurdistanê ye û ji bo Îranê kar dike.

Niyaz Hemîd, berîya niha jî daxuyaniyên wiha belav kiribûn, bi taybetî di pêvajoya Zîne Wertê de ku dixwest ji aliyê PKKê ve bê dagirkirin, wî li ser medyaya civakî hewldaneke mezin da ku Zîne Wertê ya ku ji bo Îranê girîngiyeke leşkerî heye, ji boy PKKê bimîne.

Bi rastî em dizanin ku Niyaz Hemîd kesekî ku Îranê dîyarî daye PKKê, ne kesek girîng e, hetta tê gotin ku “Pêşîk piçûke, lê dilê mirov jî jê radibe.” Niyaz Hemîd jî tam wisa ye, ew piçûke, gotinên wî jî pûçin, lê dîsa jî dilê mirovî radike, wî jî bi van gotin û hewlên xwe pesend kir ku ew Cehşê Îranê ye.

Pirsgirêkeke din jî ewe medyaya PKKê ku ji bo rewakirina êrîşa Îranê di nava panîkê de tevdigere û nûçeyên xayîn di weşîne, bi vî awayî hat dîtin ku rojnameya ku jê re dibêjin «Xwebûn», ango “Bi serê xwe bûn” lê dîyar ku ew ne «Xwebûn» e ew Kincira Îranê ye, ji niha û pêve emê di hemû medyaya PKKê de nûçeyên bi vî rengî bibînin.

PKKe rêhavalê Îranê yê sitratejîke, loma jî Îranê ew erkdar kirîye, erka PKKê êrîşên Îranê yên li ser Kurd û Kurdistanê rewa kirine, Ji bo vê jî çapemeniya PKKê ev demeke dirêje zandên xwe hildane, medyaya PKKê ev demeke dirêje li ser masê analîzan dike ku li Iraqê hikûmetek Sadr-Kurd-Sunnî nehê avakirin bangeşe dike, ti êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nake rojev, bi rastî ne PKKe û ne jî rêxistinên wê wek HDPê êrîşa dawî ya Îranê ya li Hewlêrê ku sivîl kirin hedef, bi serdevkî jî şermezar nekir, Çapemeniya PKKê bi weşana xwe hewl da mijarê weke xweparastina Îranê nîşan bide.

Di meha borî de medyaya PKKê, ragihandibû ku Nêçîrvan Barzanî rêkeftineke gazê ya 50 salî li gel Tirkiyê, îmze kiriye û rastî êrîşên Îranê hatiye, PKKe her roj li ser gaza ku nedelîl, neîsbat û ne jî boriyeke wê gazê heyî, nûçeyan derew çêdike, ev kar hemû ji bo çêkirina binesazîya êrîşên Îranê bû.

Hat idîakirin ku Îranê di sibata borî de li Esfehanê ji bo şerê medyayê li Herêma Kurdistanê xurtir bike, hin xebatkarên medyaya YNKê perwerde kirine, Xweya ye di nav kesên ku hatine perwerdekirin de, xebatkarên medyaya PKKê jî hene, çapemeniya PKKê RojNews ya li Silêmaniyê weke ofîsa ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA yê weşanê dike, bi rastî jî ne xelete ku mirov medyaya PKKê bi taybetî jî RojNewsê wek ajansa nefermî ya dewleta Îranê di nav Kurdan de bibine û binav bike.

Pustên heman beş