Aldar dîsa Zirrî

donky-spring time-aldar xelil-rojava-kurd-kurdistan-pkk-pyd-kck (2)

Aldar Xelîl, endamê konseya rêveber a PYDê, baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê, îro ji boy medya PKKê axivî, weke hertim wî tiştek jiblî êrîşa ser PDKê û malbata Barzanî nego.

Bi destpêkirina demsala biharê ya her sal, medya PKKê diçe cem Aldar Xelîl û hevdîtinê bi wî re dike, medya PKKê dizane çi qas îşê Aldar di biharê de zehfe, medya PKKê wexta pêwîstîya wê bi rûqaymî û bêexlaqiyê hebe, ji qudreta rebê alemê Aldar tercîh dike!.

Aldar Xelîl ku bi “Aldarê temîrçî” di nav PKKê de tê nas kirin, îro ji boy ajansa ANF ê ya PKKê axivî, wî di 7 xolek û 7 çirkeyên saetê de, 15 caran êrîşa PDKê û 2 caran êrîşa malbata Barzan kir, bi yêk peyv jî bas li rewşa Rojava Kurdistanê û rewşa wê perçeya welat nekir, wî di hemû axaftina xwe de navê PDKê û AKPê bi hevre anî û digo PDKê qedera xwe bi Tirkiyê û tifaqa AKPê û MHPê ve girêdayî ye.

Qedera PDKê û qedera PYDê

Aldar Xelîl ku bi kadiroyek bê sîfat û bê nirx di nav PKKê de tê hesab kirin, li cîhê ku bas li rewşa gelê Rojava bike û bas li rûreşîya xeta siyaseta partîya xwe bike ku paş 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndaran ji keç û ciwanên Rojava, ji nû hatîye qedera Rojava bi Hafiz Esed û koçkê weledê wî ve girêdayî ye, ew hatîye tuhmetên bê bingeh ji boy PDKê û Hikûmeta Başûr çêdike, hatîye û dibêje PDKe û ENKSe li gel Tirkiyê di nav tifaqekê de ne û dixwazin berxwedana azadîya gel bi qedînin.

Aldar Xelîl ku bi rûqaymî bas li berxwedanê û nirxên netewî dike, heman Aldar e yê ku li bihara sala rabûrî 2021 ê Pêşmergehên Kurdistanê bi Çete nav kirîn, heman Aldar e jî ku li bihara sala 2015 ê li ber çavên hemû dinyayê di bersiva pirsa kenala “El Eerebîye” da û gotî: “Ez dewleta Kurdî naxwazim, dewleta Kurdî paşverûy ye”.

Rêxistina PKKê ku siyaseteke dîktator li Rojava Kurdistanê di meşîne û rê bi ç partî û rêxistinên din nade heger li gorî wê tev negerin, tam bi qasî rejîma Beşar esed welatparêzên Kurd desteser kirine, îşkence dane û Zeyta şewtî li pişta wan kirîye, Aldar û partîya Aldar bi dehan caran êrîşa baregehên partiyên Kurdî li Rojava kirine, kadiroyên wan teror kirine û ji nû ve hatîye zimandirêjiyê li ser PDKê û malbata Barzan dike.

Çima bi bihîstina navê PDKê Aldar şemboz dibe?

Her çend vîna gelê Rojava Kurdistanê ji boy başûrê Kurdistanê û partiyên wê yên netewî zêde dibe, PYDe hêrs dibe û dikeve liv û tevgerê, êrîşa baregehên partiyên Kurdî dike, kadiroyên wan desteser dike û li ser bilindkirina alayê Kurdistanê bi kevran li serê ciwanan dixe, ofîsên medyaya başûr bêdeng dike, ev hewlên PYDê ji boy wê yekê ne ku Başûrê Kurdistanê weke rûreş nîşa gelê Rojava bide.

Li van du salên dawiyê gelê Rojava baş fêm kirine ku xeta PDKe li ser dimeşe çi qas netewî ye û çi qas destkeftî ji boy Başûrê welat çêkirine, têghîştin ku Başûr çi qas ji boy Rojava girînge, êrîşa Ciwanên Şoreşger li ser deriyê Sêmalka, mînaka herî zelale, wan fêm kir PKKê ji boy çi armancê êrîşa Sêmalka kir û çawa xwestin bi rêya birsîkirina gelê Rojava rûreşîya Başûr nîşanî wan bide.

Li himberî vê gelê Rojava PYDe û PKKe jî baş nas kirin, têghîştin ew çi qas dije Kurd û çi qas wan zirar li Kurdan xistîye, her wiha têghîştin ku wan bazirganî bi xwîna ciwanên Rojava kir û li dawîya dawî qedera wan bi Hafiz Esed ve girêda.

Bi kurtasî gotineke Kurdan heye dibêje: “Mirov kuryek hebe, bar li erdê namîne”, dê bêjî pêşiyên Kurdan ev gotin bi Aldar û PKKê gotîye, ji ber ku “Aldar kuryek heye, loma barê PKKê li erdê namîne”, medya PKKê dizane li demsala biharê dem dema Aldare, dizane îşê Aldar ne şîrove û nirxandinên siyasî ne, dizane daxuyaniyên Aldar eynî zirrîna kerê çolê ne!, bi îhtîmaleke pir mezin li demsala bihara sala pêş me 2023 ê, Aldar wê careke din li medya PKKê derkeve û şembozîya xwe ji boy rêxistinê îspat bike ve.

Pustên heman beş