Rêbaza siyaseta PKKê: fahîşetiya siyasî

Rêbaza siyaseta PKKê: fahîşetiya siyasî

Hereketa PKKê daxuyaniyek belavkir û têde nirxandin ji boy 50 salên xwe kir, di daxuyaniyê de «Ebdulla Ocalan» wek kesayetekî hêj di zarokatiyê de xwedî hêzekî cuda hatiye nîşandan û wusa derbara wî hatiye behis kirin ku ebdekî tayîbete û xwedê ti kesên din wek wî ne afirandine. Heman demê wusa hatiye destnîşankirin ku PKKê kurdînî ji sifrê xuliqandiye û tev ejdîha û cinên cîhanê êrîşî PKKê kirine lê niekarîne wê xelas bikin, PKKe jî wek periyeka berxwedanê û sembola berxwedana şoreşgerî nîşan daye.

Di daxuyaniya PKKê de dîroka Kurdistanê hatiye tune kirin, PKKê înkara kurd û Kurdistanê kiriye, em jî ancax jê re dibêjin pes. Esaen eger PKKe ew qas bêar û bê sînor dîroka Kurdistanê înkar dike sebeb em in, dema em kiryarên wan li rûyê wan nedin, ew jî wusa bêar dibin.

Mînak, tenê di êrîşa dawî ya Îranê li ser paytexta Herêma Kurdistanê hatiye kirin de mirov dikare rûyê rastî yê PKKê bibîne, piştgîrîdana PKKê ji boy êrîşa Îranê li ser Hewlêrê vê rastiyê nîşanî me dide ku PKKe çi xema wê ji boy Kurd û Kurdistanê nîne. Em dikarin cewherê siyaseta PKKê bi yek tişt pênase bikin ewjî fahîşetiya siyasî ye.

Fahîşe kîye?

Fahîşe ne bi tenê ew jine ku laşê xwe difroşe, fahîşe bi Erebî tê wateya bêar bê mebde, har û hedê xwe nezan. Yanî ji her kesê ku hedê xwe derbas kirî re em dikarin bibêjin fahîşe. Heman demê fahîşetî tê wê wateyê ku her tişt ji boy pere û ji boy berjewendî kirin. Ev fahîşetiya siyasî a ku em ji boy PKKê dibêjin jî çavkaniya xwe ji vê derê werdigire.

Dema fahîşe diçe cîhekî bi nasnameya însanên wê civatê re mijûl nabe, tişta jêre girîng ewe ka kî dê nirxekî zêde bide wê. Ji ber vê yekê deriyê xwe ji her kesê re vekirî dihêle, ji ber ku muşterî welînîmetî wêye. Heger ew kesê muşterî ne ciwan be, zewicî be yan bê exlaq be ti îşê fahîşê pêre tuneye ew bi tenê dixwaze karê xwe bike û perê xwe bistîne.

Niha sekina PKKê li ser saheya Rojhilata Navîn eynî sekina fahîşeyê ye. Di destê PKKê de hêzek heye û dixwaze li ser vê hêza xwe ya leşkirî bikeve meydana siyasetê de, lê belê di vê meydanê de ji boy PKKê heq û hiqûq nîne, ev kesê ku pere anku îmtiyazan bide PKKê dikare PKKê ji xwe re bide şuxilandin, PKKe deriyê xwe ji boy her kesî vekirî dihêle, jiberku muşterî welînîmete.

Mînak, ev pevçûnên di nêvbera PKK ê û tirkiyê de tên kirin bi tenê di medyayê de heye. Di esasê xwe de navbera PKKê û Tirkiyê de li ser axa Tirkiyê yek pevçûn jî nîne. Weha diyare ku di navbera PKKê û Tirkiyê de lihevhatina bê çalekî li ser axa tirkiyê heye. Gelo di sala 2016an heya niha sererayî vê yekê ku Tirkiye di alozîyan de dijî we dîtiye li Tirkiyê yek çalakî hatibe kirin? Nexêr. Li Istanbul û li Ankarayê we yek çalakî dîtiye? Nexêr. Tirkiyê di hundurê xwe de ti pisgirêkeka şerê çekdarî nîne, ew şer tenê li Herêma Kurdistanê tê kirin û di esas de ew şer li dijî Herêma Kurdistanê û ji boy teşhîrkirina Herêma Kurdistanê tê kirin.

PKKe her roj basî faşîzma AKP ê û MHP ê dike û her kesî sûçbar dike ku ew piştgîrî dide faşîzma AKP ê, lê belê li milekî jî daxuyanî dide ji bo peymana Dolmabaxçe ku di 28ê Şubata sala 2015an hatibû îmzekirin ji boy ku zîndî bibe. Milekî de propagandayê ji CHP ê re dike. Milekî din de dibêje yek hêz heye ku bikare Tirkiyê demokratîk bike ku ew jî em in, û li aliyê din jî dibêje azadiya Kurdistanê emê çêbikin. Milekî dibêje em li dijî dagirkeriyê ne, milê din jî pesna dagîrkerê zalim Mistefa Kemal dide.

Hinek kes dixwazin bibêjin ev siyaseta nerim û zekayekî poletîke, na ev ne helwesteke siyasî ye, ev vekirina deriyê xwe ji her kesî re ye, ev tişta ku em dixwazin jê re bibêjin fahîşetiya siyasî eve.

Ev aliyê ku PKKe derî jê re vedike ne bi tenê Tirkiye ye, di heman demê de Îrane jî. PKKe qaşo  ji boy dijatiya Îranê partiyek bi navê PJAK ê ava kiriye, heman demê hêzekî leşkirî bi navê HRK ê çêkir daku li dijî Îranê şer bike, lê belê heman Îran li zozanên Kêleşînê bi seyareyên xwe cebilxaneyê ji boy PKK ê tîne. Heman Îran li ser sînorê Pênciwînê moşekan ji PKKê re dişîne. Dîsa li rojava supayê pasdaran li Qamişlo li Hesekê sîlah dide PKKê. Heger PKKê arteş ji boy şerê li dijî Îranê çêkiribe gelo çima Îran çekan ji wê re dişîne, bedelê vê yekê PKKe çi b Îranê dide? Heger Cemîl Bayik li dijî dagîrkarên her çar perçeyên Kurdistanê be çewa dibe ku Îran li derdora Silêmaniyê qesrekê bi wî bide û wî bparêze? Çewa dibe ku Îran ji Tehranê ji Cemîl Bayik re dixtorekî tedawîya fîzîkî bişîne? Dujminê te çewa te derman dike û çewa tu dikarî vê yekê qebûl bikî?

Ji boy wan tişta PKKe xizmetekî çewa ji Îranê re dike, mînak bêdengiya PKKê ji boy êrîşa moşekî ya Îranê li ser paytexta Herêma Kurdistanê ma ne ji ber vê yekê ye? Helbet ji ber vê yekê ye. Ma PKKe hereketa azadiya Kurdistanê ye yanjî hereketa firotina Kurdistanê ye. Dema PKKe berjewendiya xwe bibîne dikare wîjdan û însanetî û mebdeên xwe li aliyekê bihêle, pê lê dane û derbas bike, mînak PKKe qaşo dijî paşverotiya Rojhilata Navîne lê belê bi hêza herî paşvero ya Rojhilata navîn anku Heşda Şebî re lihev dike û sembolên wan datîne ser milên xwe û dixwaze li dijî kurdan Heşda Şebî li Îraqê bike desthilatdar. PKKe dibêje heger ez nebûma ev statoya Herêma Kurdistanê çênedibû, lê belê ji destpêka çêkirina vê statoyê di destpêka 1992an heya niha êrîşî vê statoya kurdan dike, em dibînîn ku serokê PKKê Ebdulla Ocalan li girtîgeha îmraliyê teklîf li rayedarên Tirkiyê dike û dibêje: “Kurdistan wê bibe îsraîla biçûk, werin em bi hev re rêgirî bikin, piştgiriya me bikin em bi hev re dest danîn ser Hewlêr ê”. Yanî Ocalan dixwaze Hewlêr bi destê dewleta tirk ve were dagîrkirin, PKKe dixwaze li Îraqê bi Şîa re bi Tirkumana re û bi Sinneyan re bibe bira lê belê dijatiya Herêma Kurdistanê dike.

PKKe her roj dibêje yekîtiya netewî lê dervey du sê partiyên derdora xwe dixwaze partiyên din yên kurdî tesfiye bike. Hetta bi kuştina wana fîzîkî jî natirse û xwe nade paş, PKKê di nava salekî de 15 pêşmerge şehîd kirine, lê di nava axa Tirkiyê de weke Ankara û Stenbolê ne 15 leşkerên tirk belku yek leşker jî ne kuştiye.

Serê PKKê cuda, qûna wê cuda direqise, çewa fahîşeyek xwe hazir dike û xwe dixemilîne û soz dide kesekî, PKKe jî heman tiştî dike û li gel kê berjewendî dibîne diçe ser maseya wan û direqise, ev jî ji bo berjewendiya xwe ya şexsî ye.

PKKe ji boy vê fahîşetiya siyasî hinek têgehên siyasî peyda dike, teorîya rêya sêyemîn, nerimbûna siyasî û hwd… Nexêr ev hemû bi tenê bi fahîşetiya siyasî tê îzahkirin, ji ber ku PKKe li ser maseya her kesî reqisî Efrîn û Serê Kanî hat dagîrkirin, ev rêbaza PKKê rêbazeke ku kurdan dide wendakirin û bi vê rêbazê PKKê di 50 salan de 50 metrên Kurdistanê rizgar nekiriye û ji virr sûnda jî rizgar nake, ma we hîç dîtiye ji pereyê rojane zêdetir ji boy fahîşeyekê destkefteke din çêbibe? Helbet we nedîtiye, fahîşe wusa diyar dibe ku rojane balkêşe û bal li serin û rojane pereyeke baş qazanc dike lê dawiya dawî her bin dikeve û sernakeve. PKKe jî di dawiya xwe de wê wenda bibe û bin bikeve.

Pustên heman beş