YNK bi Îranê Hewlêrê tehdît dike

YNK bi Îranê Hewlêrê tehdît dike

Pêgehekî YNKê bi navê Bafil û YNKê ve gef li PDKê xwarin ku eger berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê derkeve, wê demê bi êrîşên Îran û milîsên Heşdî Şeibî ve dê ziyanê bigehînin PDKê.

Pêgeha Talebanî ya tora civakî ya facebookê wek zimanê Bafil Talebanî xwe pênase dike, di parve kirinekî de amaje bi wê yekê kir ku eger sibe civîna Parlamentoya Iraqê hate kirin û serokomartiyê de PDK serbikeve, wê demê Bafil Talebanî serkeftî bûye, ji ber teslîm nebûye û PDK dê bacekî giran bide, ji ber Îran û milîsên Heşdî Şeibî dê êrîş bikin û PDK dê ziyan bibîne.

Heta naha Îranê û milîsan 9 caran êrîş bi mûşek û dronan û bi awayên cuda êrîş kirine ser Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Eve cara duyemîne di sosyal medyaya fermî ya YNK ê de ev cure gef tên kirin, berî niha jî pêş êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê ku Îranê 14 moşek arastey Hewlêrê kirbûn sosyal medyaya fermî ya YNKê gef li Hewlêrê kirbûn ku eger Serokomar nee behra YNK ê, Îran wê bi moşekan û Heşda Şebî jî bi Dronan êrîşî Hewlêrê bikin.

Pustên heman beş