PKKe pîlaneke xeter ji boy Behdînan amade dike

په‌كه‌كه‌-به‌هدینان-pkk-behdinan

Rêxistina PKKê, li gel bi dawî bûna Newrozê zemînesazîya şerekê nû li Başûrê Kurdistanê, teybet li devera Behdînan pilan dike, bi kurtasî PKKe wê eskerê dagîrker kêşî hinek gund û navçeyên din yên Behdînan bike.

Medya PKKê îro êrîşa ser Başûrê Kurdistanê û Pêşmergehan dest pê kir û ji boy peçinîna pîlana xwe ya ku li rojên pêş me wê were cî bi cî kirin, derew û tuhmeta xwe ya her car ya bi navê «Tifaqa PDKê û AKPê li dijî PKKê» belav kirîye, medya PKKê îro hinek wêne û dîmen yên liv û tevgera Pêşmergehan parvekirine û gotîye ku liv û tevgera Pêşmerge û artêşa Tirk li herêmên Gerîlayan xurt bûne.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin ku PKKe pîlaneke xeter ji boy devera Behdînan amade dike, li gorî wê pîlanê PKKe wê eskerê Tirk kêşî hinek gund û navçeyên din bike û ew der wê bibin qada şer, weke çawa li sala rabûrî bilndahiyên Xamtîr û derdûra Batûfê û Zinara Kêste û gundê Hirorê û hejmareke navçeyên din ji boy Tirkiyê hiştin.

Her wiha dest nîşan kir, hêza Pêşmergehan ji bo ku rê li ber vê pîlana PKKê bigre liv û tevgera xwe dest pê kirîye, loma PKKe hatîye û dibêje PDKe li gel artêşa Tirk ketîye liv û tevgerê, ya rast PKKe naxwaze Pêşmerge nêzî herêmê gerîlayan bibe, ji bo ku bi dilê xwe wan navçeyan yêk bi yêk ji bo artêşa Tirk çûl bike, lê belê bi çûna Pêşmergehan bo wan herêman ev pîlana PKKê tê pûç kirin.

PKKê ji sala 2020ê ve li gorî pîlaneke dualî ya bi Tirkiyê re, bi dehan navçe û deverên Başûr ji bo Tirkiyê hiştin û kirin qada şer, PKKê ev nexşerê bi 4 qonaxan cî bi cî kir û îsal jî dixwaze berdewamiyê bi vê pîlanê bike û berxwedana xwe ya saxte pêtir nêzî gund û bajarokan bike.

Li gorî agahiyên ku ji hêza Pêşmergehan hatine sitendin, liv û tevgera hêza Pêşmergehan li gorî pilana û mekanîzma rojane ya wezareta Pêşmerge tên encam dayîn, armanc jê eve ku çi deverên din yên Behdînan nebin qada şer û leşkerê Tirk nekeve têde.

Rêxistina PKKê her roj liv û tevgera Gerîlayên xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan, ev yêk bi mebest tê encam dayîn ji bo ku şer ji xeta sînor derbasî kûrahîya Başûr û gundên Başûr bibe û ew gund werin valan kirin, PKKe bi vî rengî rê ji boy artêşa Tirk xweş dike.

Pêşmergehên Kurdistanê jî ji bo ku rê li PKKê bigre ku zêdetir gundên Başûr nebin qada şer, ketine liv û tevgerê û ev liv û tevgera Pêşmergehan bûye sedema acizbûna PKKê, ji ber ku PKKe baş dizane bi hebûna Pêşmergehan li wan deveran ew nikare vê pîlana xwe cî bi cî bike.

Pustên heman beş