Rêxistina PKKê îro nasnameya sê ciwanên Kurd eşkere kir ku li sala rabûrî bi destê eskerê Tirk dane kuştin û ji nû îro hatîye mirina wan ragihandîye.
Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan nasnameya komên zarok û ciwanên Kurd eşkere dike yên ku li salên berê bi destê eskerê Tirk feda kirine û paş derbasbûna çendîn salan ji nû tê û mirina wan radighîne.
Îro roja yekşemî 27\3\2022ê rêxistina PKKê nasnameya 3 ciwanan bi navên Evîn, Mazlûm û Kûbîlay eşkere kir ku li îlona sala 2021ê li Herekolê di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane, lê belê paş derbasbûna 6 mehan ji nû hatîye û mirina wan ragihandîye.
Rêxistina PKKê ji bo çêkirina şervana pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan tesbît kirîye.
PKKe her roj ciwanên Kurd bi destê eskerê Tirk dide kuştin û mirina wan îlan nake, bi vî rengî malbatên wan di xapîne, lê paş derbasbûna çendin salan ji nû tê û dibêje me hevrêyên xwe wenda kirine.