PKKe li hember Hikûmeta Herêmê Gaye, li himber Hikûmeta Îraqê Golike!

PKKe li hember Hikûmeta Herêmê Gaye, li himber Hikûmeta Îraqê Golike!

Hikûmeta Îraqê li ser sînorê di navbera başûr û Rojavayê Kurdistanê yê li deverên di bin destê xwe de, dîwarekî beton ava dike. Zêrevanên sînorî dibêjin, ku armanca wan ewe rê li ber derbasbûna çekdar û qaçaxçiyan bigrin.

Fermandarê lîwaya 18 ya pasewanên sînorî yên Îraqê ji bo ajansên medyayî diyar kiriye, ji sala 2021ê ve plana parastin û bihêzkirina sînoran destpê kiriye û piştî serdana Serokwezîrê Îraqê wan li ser sînor dest bi danîna dîwarên beton kiriye.

Berî wê jî li ser xendeqên bi kûrahiya 3 metran û firehiya 3 metir hatibûn kolandin û piştre dest bi danîna têlbendan kirine û kamêrayên çavdêriyê li ser sînor danîne.

Herwiha hat ragihandin dîwarê ku dê li ser sînorê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê yê li navçeyên di bin destê Hikûmeta Îraqê da were avakirin, dê 250 kîlometran dirêj, 3 metir û 75 sentîmetran bilind be.

Tevî ku ji sedê 75 ji dîwarê li ser sînor hatiye avakirin temam bûye û di du mehên bihêt de wê avakirina dîwar bi temamî bi dawî were, lê heya niha PKKe bê helweste û di medyaya xwe de bi ti awa bas nake.

PKKê hetta yek daxuyanî li ser vê mijarê parve nekiriye û alîgir û kadirên xwe ji boy rawestandina avakirina vî dîwarî neşandine ser sinor, di demekê de ku eger ev Hikûmeta Herêma Kurdistanê baye da weke pêş êrîşa DAIŞê, dema Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwest di navbera Başûr û Rojava de xendeqan ji bo parastina başûr ji êrîşa DAIŞê bikole alîgir û kadirên xwe bişîne û alozîyan çêke.

Li sala 2014ê, paş ku DAIŞ li Sûriyê pir bi hêz bûyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji boy parastina başûr ji êrîşên terorîstên DAIŞê hinek xendek di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de kolan, lê her di zû de ev karê Hikûmeta Kurdistanê ji aliyê dujmin û neyarên Kurdistanê yên navxweyî û derve weke rewatîdan bi dabeşkirina Kurdistanê, rewatîdan bi peymana Saykis Bîko û xiyaneta li gelê kurd hat pênase kirin. PKKê tev nivîskar û çalakvan û alîgirên xwe li dijî vê yekê seferber kirin, bi tev awayan li dijî xendekan sekinîn û ragihand, “partî xiyanetê dike”, “partî sînoran di nêvbera parçeyên Kurdistanê da dirust dike”, “partî bi fermana dewletên dagîrker vê yekê dike” û …..hwd. Wate PKKê weku karên xwe yên herdem armanca serekî ya kolana van xendekan li bîra xelkê bir û wusa bi wan da zanîn ku eve karekê xirab û xiyaneta nîştîmanî ye, lê heya niha derbarê dîwarê ku Hikûmeta Îraqê di navbera başûr û rojava de ava dike bêdenge û hetta yek daxuyanî jî li dijî vî karê Îraqê parve nekiriye.

Pustên heman beş