Senaryoya metirsîdar ya PKK ê

Senaryoya metirsîdar ya PKK ê

Cemîl Bayik di vîdeoyên ku ji bo Newroza Frankfurt û Qendîlê amade kiribûn de li starta şerê dijî Herêma Kurdistanê da. Piştre jî hin komîte û saziyên KCK ê bi awayekî zincîre ew sînaryoyên komplo ku li ser masê amadekirîn, servîskirin. Ji van nûçeyên koplogerî herî dawî di malpera ANF ê de hate weşandin.

Li gorî nûçeya ANF ê, “Ji bo amadekirina zemîna şerê li dijî PKK ê,  PDK e wê 3 fermandarên payebilind ên Pêşmerge bikuje.” Herwiha di nûçeya ku jêderê wê nehate zanîn de, hat îdiakirin ku plana amadekirina hinceta êrîşa PKK ê hatiye kirin. Li gorî vê yekê PDK bi xwe;

“1- Ewê çend pêşmergeyên xwe bikuje.

2- Xeta boriya ji Başûrê Kurdistanê ber bi Tirkiyê ve diçe dê biteqîne.

3- PDK wê li herêma Kanî Masê di nava sivîlan de wesayîtekî biteqîne.”

Li gorî îdiaya çapemeniya PKK ê, armanca van hemû bûyeran ewe ku “Êrîşa dagirkeriyê li ber çavê gel û raya giştî rewa bikin, xwe heq derxin.”

PKK ji bo ku êrîş bike li hincetan digere

Nûçeyên medyaya PKKê yên li pey hev di çend rojên dawî de nîşan dide ku PKK dê di demek pir nêzîk de, heta di nav çend rojên pêş de dest bi çalakiyên provokatîf bike. Loma Jî, ji bo ku van êrîşên xwe rewa bike kampanyaya propagandeya reşkirinê destpê kiriye.

Eger sedemên di nûçeyên çapemeniya PKK ê de hatine gotin êrîşa hêzên pêşmergeyan a li ser PKK ê bin, ev her sê made jî beriya niha ji aliyê PKK ê ve hatine bicihanîn. Ango hertim PKKê êrîş kirî ye.

Eger Pêşmerge bixwaze li dijî PKK ê operasyonê bike, ji bo ku hincetekê çêbike, pêwîst nake Pêşmergeyên xwe şehîd bike. Ji ber ku PKKê bi xwe di nava 14 mehan de 15 Pêşmerge şehîd kirine. Ev şêwazê PKKe îdîa dike şêwazê PKK ê bixwe ye.

Pêwîstî bi teqandina otomobîlan nîne, ji ber ku PKKê tenê di heyama 8 mehên borî de li ser 15 rêyên sereke yên ku xelkê sivîl bikar tînin, mayîn danîne û hemû jî ji aliyê Pêşmerge ve hatine têkbirin.

Herwiha pêwîst nake Pêşmerge boriya petrolê ya ku ji Kurdistanê diçe Tirkiyê biteqîne ku hinceta operasyonekê çêbike. Ji ber ku jixwe PKK van boriyan her sal diteqîne. Wek mînak di 02.11.2020 ê de Herêma Kurdistanê ji ber boriya ku Pkk ê li bejahiya Mêrdînê teqandibû 120 milyon dolar zirar dît. Di 19 ê Çileya 2022an de PKK ê careke din boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê û petrola ji Kerkûkê diçû Ceyhanê li navçeya Pazarcika Mereşê bi destê çepên Tirkiyê teqandibû. Yanî PKK ê heta niha tu boriyeke dewleta tirk neteqandî ye, lê salê carekê boriyê ku debara jiyana gelê Kurdistana Başûr li sere diteqîne.

Nêzîkatiya xwînsar a Herêma Kurdistanê

Ji ber ku hêzên Herêma Kurdistanê şer nexwazin, bi xwînsarî nêzî hemû provokasyon, kiryarên provokatîf û êrîşên terorîstî yên PKK ê dibin, loma jî bûyer veneguherîn pevçûnê. Ji sala 2019 an û vir ve ev rewş wiha ye. Di Adara 2019 an de Bahoz Erdal yek ji rêveberên PKK ê piştî ku di bernameyeke televîzyonê de gotibû “Em peymana bi PDK ê re dihilweşînin” li ser xaka Herêma Kurdistanê li dijî Herêma Kurdistanê şer kir. Hertim xwestin pêşmerge bikeve nava bizavekî şer de. Lê belê PDK û Hikumeta herêma Kurdistanê bi mesûlîyeteke netewî tevgeriya û mecal neda ev lîstika ku PKK têde erkdare pêk were.

PKK ê bi şêwazê qeleşî  şer kir

PKK hemû bûyerên li herêma Kurdistanê kirîn qebûl nekirî ye. Mînak; teqandina borîya petrolê kir malê HBDB lê em dizanin ku ev partîya çepên tirk jî pêkhateyekî PKK ê ye. Mînak kuştina Midurê asayîşa Serê Zêrî Xazî Salih Alîxan li ber çavê zarokên wî hat encamdayîn lê piştre hat gotin ku tu eleqeya me bi bûyerê re nîne. Lê belê fermandarê berê yê gerîla Ozgur Jiyanda ku piştre ji PKK ê veqetî, navên kesên ku bûyer pêk anîne eşkere kir. PKK ê li Amedîyê devera Girê Elho bi roketên SHMEL ê 5 pêşmerge gulebaran kir û piştre jî got, “Balafirên şer ên Tirk ew bûyer encam daye”.

Encama ku ji nûçeya ANF ê hatiye girtin eve ku PKK bi kûrkirina wê polîtîkaya xwe ya êrîşa qirêj a li ser gelê Kurd û hêzên Kurdistanî yên li ser xaka Herêma Kurdistanê dê berdewam dike.

ANF ev ne cara yekem e nûçeyên bi vî rengî çêdike

ANF ê beriya niha jî nûçeyên bi vî rengî îftira kiribûn. Mînak ANF ê di Hezîrana 2020 an de bi sernavê “Amadekariya provokasyona MÎT-KDP ê” nûçeyek bi vî rengî belav kiribû. ANF ê du sal berê di wê nûçeyê de jî zimanekî bi heman rengî bikar anîbû.

Di nûçeya ANF ê ya wê demê de hatibû gotin, “Çavkaniyê ku agahî da ANF ê, diyar kir ku Fazil Mîranî amadekariyên plana ku di civîna li Dihok Rixsos ê ya di navbera Mît ê û Parastinê de li ser hatiye lihevkirin pêk tîne. Ji cil û bergên gerîlayên HPG ku wê li xwe bikin 200 kinc hatine amadekirin. Li gorî planê, îstixbaratên Tirk û hêzên taybet ên PDK ê bi cil û bergên gerîlayan wê êrîşî navendên ewlekarî û polîsan ên Duhokê bikin.” ANFê her wiha îdia kir ku PDK dê tirkmenan û hinek muxalîfan bikuje û wan bavêje ser PKK ê. Wê demê ev nûçeya ANF ê rastî bertekeke mezin hat, Mûrat Qarayilan neçar ma bibêje “çi agahiya me ji planek wiha nîne”.

Pustên heman beş