Tirk û PKKe ji hebûna pasewanên sînorî li Başûrê Kurdistanê bêzar in

Tirk û PKKe ji hebûna pasewanên sînorî li Başûrê Kurdistanê bêzar in

Di pevçûnên arteşa Tirkiyê û PKKê de ji bo parastina gelê sivîl li herêmê Pasewanên sînor tên bicihkirin, ji ber vê yekê jî PKK û Artêşa Tirk bêzar in.

Li herêmên Heftenîn û Metîna yên ku nuqteyên şer û pevçûnên di navbera PKKê û artêşa tirkan de ne, ji bo parastina sivîlan û pêşîgirtina li derketina pevçûnan ber bi herêmên hundir ve baregehên nû tên avakirin. Yek ji van baregehan jî herêma Kela Qumrîyê ye.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên pasewanên sînor ên Iraqê li Kela Qumrîyê ku yek ji xalên stratejîk ên bajarokê Kanî Masî ye, bi cih bûne.

Kela Qumrîyê li ku ye?

Qada baregeha nû li herêma ku jê re tê gotin Metîna, li hemberî Zinarê Kêste ku Artêşa Tirk lê cîh bûye. Kela Qumrîyê Ji aliyê leşkerî parastina gundên Hiror, Deşîşî, Kêste û gundên din dike.

Di heman demê de Kela Qumrîyê Heftenîn û Metîna bihev ve girê dide. Dihate fikirîn ku artêşa Tirk îsal pilan dike ku derbasî herêma Kela Qumrîyê bibe û baregehên xwe yên li ser xeta Heftenîn û Metînayê bi hev ve girê bide.

Cîh bûna pasewanên sînorî li Kela Qumrîyê wê pilanên dewlata Tirk pirr têk bide.

Gelo çi qewimî bû?

Artêşa Tirk piştî operasyonên ku di sala 2018 an de di bin navê “Operasyona Bibiryar” de dabûn destpêkirin, her sal bi operasyoneke nû ve derbasî nava kûrahiya xaka Herêma Kurdistanê dibe.

Heke em van operasyonan bînin bîra xwe:

1-Operasyona Biryarbûnê: Di 10 ê Adara 2018 an de hate despêkirin. Di vê operasyonê de artêşa Tirk têkiliya Xakurkê bi herêmên din re qut kir. Cihên sitratejîk ên Xakurkê yek bi yek girtin. 30 km ket hundir û li gelek cihan baregeh ava kirin. Li hemberî vê pêşveçûnê hêzên PKKê paşde vekişiyan û li derdora gundên Başûr bi cih bûn.

2- Operasyona Pençe: Di 28 ê Gulana 2019 an de dest pê kir. Piştî vê dîrokê dewleta Tirk baregehên daîmî avakirin û ji cihên ku lê tevgeriyan venekişiyan. Di operasyona li herêmên Xakurkê û Xinêre de xalên sitratejîk ên Kurdistanê hatin dagîrkirin. PKKe di nav 3 saetan de ji girê stratejîk wek Şekîf ku 30 sal in rasterast kontirol dikir, radestî dewleta Tirk kir. Bi vî awayî hawîrdora ava Lolanê ku çavkaniyeke avê ya girîng e, bi temamî ket bin kontirola Tirkan. Lolan, Lilkan û Xinêre ketin bin kontirola dewleta Tirk. Li girên din ên girîng ên wekî Karker, Şehzade, Abdal Kovî jî hatin girtin. Gelê deverê pir zirar dît. Di nîveka havîna heman salê de qonaxa duyemîn a operasyonê dest pê kir û Gundê Ermûş, geliyê Xakurkê û çiyayên wê hatin kontirolkirin. Hema dikarîn bêjîn artêşa Tirk li hemû herêma Biradost dagirkir.

Pêngava sêyemîn a heman operasyonê li herêma Heftenînê hate lidarxistin. Di heman salê de li ser girên sitratejîk ên li ser xeta Sinatê bi cîh bûne.

3-Operasyona Penca Pilingî: Di 17 ê Hezîrana 2020 an de dest pê kir. Vê Operasyonê herêma Heftanînê daberxwe. Di vê operasyonê de artêşa Tirk li gelek nuqteyên girîng ên Heftenînê bi cîh bû. Artêşa Tirk heta navçeya Batûfa ya Zaxoyê hat. Bi sedan gund, rez, bax û zozan hatin çûlkirin.

Li vir jî PKKe piştî destpêkirina operasyonê bi 48 saetan ji herêmê vekişiya. Herêm ji bo artêşa Tirk hate hiştin. Bi vî awayî di navbera Behdînan û Botanê de, di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, xaleke girîng kete deste artêşa Tirk.

Pilana PKKê ew e ku pevçûnê di navbera artêşa Tirk û Pêşmerge de derbixe

Pilana PKKê ya îsal ew bû ku hêzên artêşa Tirk û Pêşmergeyan li herêmê bîne hemberî hev. Her tim cihên nêzîkî Pêşmergeyan teqe li dewleta Tirk dihate kirin û sivîl weke mertalê zindî bikar tîne. Herêma Kurdistanê li hember vê pilana xeternak, bi hişyarî tevgeriya. Li ser banga Herêma Kurdistanê hêzên pasewanên sînorê Iraqê hatin herêmê û hêz bi cîh kirin. Lewma ev pilana PKKê bi ser neket. PKKe vê carê dest bi danîna mayînan li ser rêyên hêzên pasewanên sînor kir û teqe li van binkeyên pasewanan hate kirin.

Di vê operasyonê de Herêma Kurdistanê dît ku pilan ji ya ku xuya dike pir cuda ye, ne PKKe û ne jî artêşa Tirk zerermend dibe, lewma Pêşmerge sitratejiya sînordarkirina şer meşand û li hinek giran cîh bû. bi girtina hin girên  Bi vî awayî hem wê rê li pêşîya artêşa Tirk bê girtin û hem jî pêşîya sitratejiya PKKê ya veguherîna şer ber bi herêmên sivîl ve bê girtin.

Ji ber vê sedemê baregehên hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê yên li deverên çîyayî hem dewleta Tirk û hem jî PKKe bêzar kir.

Operasyona Pence-Birûsk û Pence-Piling Birûskê û Birûskê: Vê operasyonê di 23 ê Nîsana 2021 ê de dest pê kir. Li ser xetên Amêdîye, Metîna, Zap, Avaşîn, Basiyan pêk hat. Di vê operasyonê de artêşa Tirk armanc kir ku herêma navbera Heftenîn û Metîna kontirol bike û xeta Metîna Avaşîn bike yek. Wan hemû lotkeyên Avasînê kontirol kir. di nav 24 saetan de Zinara Kêste (Zinarên Kêste) jî girt. Di vê operasyonê de PKKe di nava çend saetan de ji herêmên sitratejîk vekêşîya. Tenê hêza wan di tonêla nesitratejîk a Werxalê demeke şer kirin payre hinek ji wan teslîmî Tirkan bûn hinekan jîyana xwe ji dest da.

Di mewziyên ku PKKê jêre digot tonelên şer, dewletê beton rijand devên şikeftan girtin. Heta niha çarenivîsa kesên di wan tonêlan de nediyar e. Di encamê de dewlet kete nava hemû tonêlên mirinê de. Artêşa Tirk di operasyona sala 2021 an de jî 14 baregehên nû ava kirin.

Pasewanên sînor li 15 xalan baregehên nû ava kirin

Herêma Kurdistanê îsal 15 xalên nû yên hevbeş ligel Iraqê bi mebesta rêgirtina li ber belavbûna kêşe û aloziyan bi cîh anîne. Tevî vê yekê jî 6 gund hatin valakirin û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Ji roja ku Pasewanên Sînor ji bo pêşîgirtina li şer û pevçûnan baregah danîne, PKKê medyaya xwe seferber kiriye û vê pêngava pasewanên sînor weke dagîrkerî destnîşan dike. PKKê ev bizava bicîhbûna pasewanên sînor weke hevkariya artêşa Tirk binav kir û dixwaze bi vê hincetê êrîşî hêzên Pêşmere bike. Lê hêzên Çekdar ên Tirk bi qasî PKKê ji hêzên li herêmê bi cîh bûne acizin.

Hêzên pasewanên sînorî û Pêşmerge hêza yasayî û rewa ne

Her wiha hêzên Pêşmerge û hêzên sînorî yên li wê deverê hêzên yasayî û yên rewa ne. Hêza îlegal a li herêmê PKKe û leşkerê dagirkerên Tirk in. PKKe çîyayên ku ji bo niştecîyên herêmê bihuşt bûn veguherand qada şer û mirinê. PKKê ev 30 sal in li herêmên di destê xwe de girtibû jî avedanî çênekir û hemû wêran û kavil kir. JI yên xwestî deverê avedan biken re jî astengîyên mezin derxistin.

Ji ber ku gel vê rastiyê dibîne, dixwaze hêzên Pêşmerge li herêmê bi cîh bibin. Ji ber ku ew dizane bi vî awayî ewlehiya gel dikare were dabîn kirin.

Pustên heman beş