31 sal li ser koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibe

31 sal li ser koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibe

31 sal berî nah adi roja 31.03.1991ê ango tene 10 roj piştî Raperîna girseyî ya gelê Başûrê Kurdistanê, ya bi piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên Eniya Kurdistanê ve geheşt asta herî bilin û piraniya axa Başûrê Kurdistanê ji dest hêzên Rejîma Beis a Iraqê hatin rizgar kirin, rejîma Beis êrîşekî berfireh a bejayî û esmanî li ser Başûrê Kurdistanê pêkanî û piraniya gelê Başûrê Kurdistanê bi koçberiyekî cemaverî ango komcivakî ve berê xwe dan Rojhilat û Bakurê Kurdistanê.

Piştî Raperîna girseyî û rizgar kirina bajarên Başûrê Kurdistanê, rejîma wê demê ya Iraqê ya di serokatiya Sedam Husên ê dîktator ê Iraqê yê hate darve kirin, bi hezaran tank, zirîpoş, balefir û helîkopterên leşkerî ve êrîşekî erdî ango bejayî û esmanî ya berfireh li ser bajarên Başûrê Kurdistanê kir û bi milyonan xelk wek nîşandana nerazîbûna dijî bindestiya Beis, mal û bajarên xwe bicîh hiştin û berê xwe dane sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û di wê rojê de hejmarekî zêde ya xelkê Kurdistanê jî şehîd bûn.

Di wê koçberiya milyonî de, di bin çavdêriya êrîşên balefirî û bombebaranên balefirên şer ên hikûmeta Bexdayê xelkekî zêde û bi taybet jin û zarok û pîr û kal bûn qurbanî. Ji ber wê yek ji bûyerên herî hejîner ên wê qonaxê ya Başûrê Kurdistanê jî ew koçberiya girseyî ye û şirovekar dibêjin ew koçberiya xelkê Başûrê Kurdistanê wek nerazîbûna herî mezin û serhildana sivîl e li hember dagirkeriyê.

Piştî wê koçberiya milyonî gelê koçber ê Başûrê Kurdistanê li bajarê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, bi dehan kampên leşkerî de hatin bicîh kirin û rastî gelek êş û belayan hatin.

Hêzên dagirker ên Rejîma Beis, piştî dagirkirina Hewlêr û navçeyên din ên Kurdistanê û koçberiya girseyê ya gelê Kurdistanê, dixwest heta navçeyên Soran, Balekayetî û Hacî Omeran pêşde biçe, lê roja 7ê Nîsanê heta 11ê Nîsan a 1991ê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi serokatiya Serok Barzanî de destaneke qehremaniyê ya 4 rojan a bi navê ‘’Destana Korê’’ ve hêzên dagirker hatin şikandin û hikûmet naçar ma danûstandinan bike.

Pustên heman beş