Milîsên PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa rojnamevanan de rijd in

Milîsên PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa rojnamevanan de rijd in

55 roj li ser revandina rojnamevan Sebrî Fexrî nûçegîhanê Azadiya Rojavayê Kurdistanê, ARK TV û Rêbaz news, herweha herdu rojnamevan Dara Ebdo û Ehmed Sofî ku ew jî nûçegîhanên ARK û Rêbaz news in, ku 40 roj li revandina wan, ji aliyê milîsên PYDê re derbas dibin, hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e û PYDê bi tometên nerast ew binçav kirine.

Di 19ê Sibata 2022yan de milîsên PYDê rojnamevan Dara Ebdo ji bajarê Hesekê herweha Ehmed Sofî ji gundê Bane Qesrê yê ser bi bajarê Dêrika yê Rojavayê Kurdistanê ve revandin. Herweha rojnamevan Sebrî Fexrî ku ji 5ê meha bûrî ji bajarê Qamişlo bi tometên dûr ji rastiyê revand, bi şêweyekî hovan hersê rojnamevan revandin.

Rojnamevan endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ne Sebrî Fexrî û Ehmed Sofî weke endamên Encûmena Herêmî di partî de cihê xwe digirin, û Dara Ebdo endamê Encûmena Şaxî ya partî ye.

Ji bilî rojnamevanan bi dehan ji xebatkar di zîndanên PYDê de û çarenivîsa wan ne diyar e ku Ebdulxefar Mihemed endamê encûmena herêmî di xwecihiya şehîd Nesredîn Birhik de ku di 21ê Nîsana sala bûrî 2021ê de hatiye revandin, ta niha tu agahî li ser wan tune ne.

Pustên heman beş