Artêşa Tirkiyê li çiyayê Bagok a navçeya Nisêbînê û li herêma Omeriyan dest bi operasyonekê kir.
Li çiyayê Bagok a navçeya Nisêbînê û herêma Omeriyan a di navbera Midyad, Omeriyan û Artûklûyê li parêzgeha Mêrdînê, Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke berfireh kir.
Li gor zanyariyan artêşê hejmareke zêde ya serbazan veguhestine herêma çiyayê Bagokê û Omeriyan.
Hate diyarkirin ku tevî serbazan gelek wesayîtên zirxî jî sewqî herêmê kirine û tevgera hewayî jî heye. Li gundê Marîneyê jî çeper hatine kolandin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, wan operasyona bi navê ‘Eren Zivistan-33 Harun Lal’ dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji jandarmayên taybet, komando û cerdevanan 566 kes û 38 tîm beşdarî operasyonê bûne.