Çend gotin li ser “serokperestiyê” di rojbûna Evdila Ocelan de

Çend gotin li ser “serokperestiyê” di rojbûna Evdila Ocelan de

Ocalan jî Heval Elî bû lê çawa bû Serok Apo?!

Ger civaknasiya civakên Rojhilata Navîn were vekolandin, yek ji têgînên ku divê li ser were sekinandin divê peyva “perestin” be. Ji ber ku pirsgirêka perestiyê ji siyaset, jiyana civakî, fikir heya çalakiyan di gelek waran de bi bandor e. Yek ji mijarên herî hevpar a vê pîrozkirinê mijara “serokperestî” ye. Gava ku hûn di 4 ê Nîsanê de, ku wekî rojbûna Evdila Ocelan tê pîroz kirin li tiştê ku di çapemeniya PKK ê de tê, nivîsandin û wêne kirin dinêrin, yekem tiştê ku tê bîra we gotina “perestîya serok” e. Erê, li gorî şîroveyên PKK ê, Evdila Ocelan serkirdeyeke ku were perestin kirin. Çawa ku Xwedê xwedan 99 taybetmendî û nava ye, Ocelan jî xwediyê gelek nav û taybetmendîyan e. Mînak; Serok Apo, Rêber Apo, Rêberê Gelê Kurd, serokê gelên cîhanê, serokê gelên Rojhilata Navîn, serokê jinan, qasidê aşitiyê, rêberê ku Kurd ji tunebûnê xilas kirî, Roj a Kurdistanê, serokê vejîna Kurd, hêviya azadiya mirovahiyê û hê bêtir.

Kê ev sifate dane Ocelan? Bê guman, berî her tiştî, Evdila Ocelan bixwe û paşê jî PKK ew dane wî. Ango, ev taybetmendî gel bixwe nedane Ocelan. Tiştê ecêb ev e ku her ku Ocelan û partiya wî sernavek nû ji bo Ocelan diafirînin, bê guman bizanin ku lîstikên mezin dizivirin. Her ku navek nû tê dayîn, bi fermî hewl didin ku rastiyan bi mekyajê veşêrin. Ev pirsgirêka taybetmendî dayîna Apo, mijarek e ku ser deronîya mirov û civakê bandorek erênî çêdike. Hetta şirketên biskêt an deterjen bi danîna heman tiştî lê bi naveke nû di pakêtek nû de her çend salan navek din lê zêde dike, û gava ku hûn bikirin lê bi têgehek wek max, ultura, û hwd, Hûn ê kêfxweş bibin mîna ku we tişteke nû kirî û keşif kirî. Di heman demê de Ocelan jî serpêhatiyek 40 salan a guhertina navan heye. bi kurtasî em li vê serpêhatiya navên Ocelan binêrin.

Ji heval Elî heya Serok Apo

Evdila Ocelan di despêka damezrandina PKK ê de wekî her kesê ji xwe re navek kod dît û navê xwe kir Elî. Mîna her kesê, ew wekî rêheval Elî tê binavkirin. Wê demê Ocelan Sekreterê Giştî yê PKK ê bû. Heman dem kadro û rêveberên pêşeng yên PKK ê ji xwe re binav kirina “Apoçî” weke heqaret dibinin. Gava Kemal Pîr, endamê damezrînerê PKK ê, di 1981 an de hate girtin, ew ji dozgerî re dibêje ji me re nebêje Apoçî û dijî vê nasandinê derket. Kemal Pîr li dadgehê wiha dibêje: “Em ne Apoçî ne. Ji bo me reş bikin mirovan ev nav bi me vekirî ye. Navkirina me bi Apocîtî ji bo vê yekê ye ku me bi şexsekî ve bidin nasandin. Lêbelê, em ne girêdayî filan û bêvan kesekî ne. Tiştek wiha nîne ku ger Evdila nebe bizav jî nabe. Evdila jî weke me hemû a endamekî vê bizavê ye” Ango, kesên di nava PKK ê de ne tevlî Evdila Ocelan anjî partîya wî, nabin. Mirov ji bo Kurdistanê û evîna welat, tevlî dibin.

Gelek endamên damezrîner ên PKK ê di zindanan de mirin, girtîgehan de man û li çiyayan jîyana xwe ji dest da. Ocelan dît ku wê demê rêya serokatiyê ji bo wî hate vekirin. Lê belê li pêşiya wî hin astengî hebûn, hin qadroyên kevin yên di PKK ê de may dîsa Ocelan weke sekreter didîtin û wisa nêzîk dibûn. Ew li dijî daxwaza Ocelan ya ku têde dixwest weke takekes bibe serokê partîyê bûn. di Kongreya 2yemîn a PKK ê de Ocelan tê rexne kirin, û kadro we difikirin ku Ocelan li gel derbê 12 eylûlê her kes hişt hundir de û ew bi sere xwe hate Sûriyê. Zewaca Ocelan û jiyana wî ya taybet jî bibû mijara nîqaşê. Ocelan bi xetera ku di Kongreyê de neyê hilbijartin re jî rû bi rû ma.

Dema ku rojeva hilbijartinê ya Kongreyê tê, Ocelan dixwaze zextê li mirovan bike û dibêje ku her kes li pişta kaxezê navê xwe binivîse. Semîr (Çetin Göngör), yek ji kadroyên çalak û pêşeng ên PKKê, li dijî vê yekê derdikeve û dibêje ku divê mirov neyê bindest kirin û ew ne nêzîk bûne ke demokratîk e. Semîr pêşniyar kir ku Ocelan nebe serokê partîyê û ev hewlene bûn sebeb ku sala 1985 li Elmanya ew bi destê sîxurên Apo were kuştin. Dîroka PKK ê di navbera 1980-1986 an de dîroka tasfiyekirina kesên ku nehiştin Ocelan bibe “Serok Apo” ye. Bi dehan kesên mîna Semîr û Enver Ata (Resûl) hatin kuştin. Yên weke Elî Heyder Qaytan û hin kesên din jî di kongreya 6emîn de hatin cezakirin û ji endamtîya PKK hatin dûrxistin. Ango, Ocelan hevalên xwe yên ku bi wî re dest bi rêwîtiya xwe kirin; pêşîya “Serok Apo” bûyîna xwe wekî asteng didît û ew yek bi yek tesfiye kirin. Piştî ku Ocelan her kesî tesfiye dike, ew di Kongreya 6 a PKK ê de sîstema sekreteriyê diguhere û serokatîya partîyê weke sazî tê qebûl kirin.

Ger rojekê kesek bixwaze rastîya çîroka dirûşma “Bijî Serok Apo” binivîse, divê ew li ser vê yekê jî binvîse ka Ocelan çawa  li ser xwîn û jiyana Saime Aşkın, Çetîn Gûngor bûye serok û hwd..  divê binvîse jî ka li Ewropa, Lolan û Bekaa di vê pêvajoya serok bûna Ocelan da çend kes hatine kuştin.

Her wiha di derbasbûna Ocelan ji serokatî bo rêber yê jî heman çîrok rû dide. Ocelan di sala 2000 de ji ber sekina xwe ya zîndanê di warê nebaşî de pir tê niqaş kirin. Gava rojekê di 2002 an de parêzerên wî diçin ba wî Ocelan ji wan re dibêje “êdî min tenê wekî serokê PKK ê nebînin, ez êdî li ser PKK ê da me, peyva serok xebatê min teng dike jiberku ez êdî rêber im.” Ev kurte çîrokên serokatî û rêberiya Ocelan e.

Dema ku em pêvajoyên serok bûna Ocelan tê rexne kirin,  mirîden wî dibejin ” gel ji bo wî xwepêşandan dike û xwe ji bo wî dişawitine”. Lêbelê, mirovên ku ji bo Ocelan dimirin û wêneyên wî hildigirin ne ci yê şanaziyê ne. Jiberku sedema vê yekê li Rojhilata Navîn nexweşiya serokperestî ye. Li dora Seddam Hisên jî mirov hebûn, lê em hemî dizanin ku Seddam ji bo bidestxistina vê serokperstîyê çiqas kes kuşti bûn. Her wiha Ocelan ji bo ku di çavê Kurdan de were perestin gelek hevalên xwe kuştin û li ser xwîna wan Apocîtî afirand. Hevkêşa ya serok bûnê hew qas hêsane.

Ocelan piştî ku nav PKK’ê de tevahî alternatifên ku li ber rêya taka zilambûna wî astengî çêdikirin tune kirin êdî mabû ku xwe ji boy gel bide qebûl kirin. Pevajoya ku Ocalan ji boy gel bibe serok hêşta tevlîheve.

Çîroka Serokbûna Abdullah Ocalan

Em nivîsandina bîranînên pîrozbahiyên rojbûna serokê PKK ê Evdila Ocelan berdewam dikin. Ya rast eve ku komek milîtan li dora PKK ê kom dibin û van pîrozbahiyan dimeşînin, ev jî nîşanên nexweşiyek civakî raberî me dike. Ji ber ku şêwazê pîrozbahiyan tiştek anormal e. Mirovên kal-pîr ên ku tu carî kêka xweya rojbûnê ker nekirî û rojbûna wî nahê bîra wî lê, beşdarî vê şahiyê dibin. Diçin gundê Evdila Ocelan û diçin bexçeyê bavê wî. Her kes axê ji baxçe digire û maç dike, hinek kes dixwen û piranî jî vê axê dixin nava kîsa û dibin malên xwe. Ew tayên darên baxçê Ocelan digirin, li malên xwe didliqînin. Nava vê seremonîya terîqata Apocîde kesên ku secdê vê axê dikin û maçdikin û digirîn jî hene. Ew nexweşî ya em qala wê dikîn eve. Ji bo kesekê ku hê dijî ev pîrozbahî kirin, kevneşopiya herî paşdemayî ya Rojhilata Navîn e ku xwe dubare dike. Di çaxên berê de xelkê rojhilata navîn ji helawaya di destê xwe de pûtek çêdikir û piştre jî îbadet ji bo wê put ê dikir. Niha jî axa gundê Ocelan xwarin, serê xwe dakirin ji nîşana heman kevneşopî ya Rojhilata Navîn e.

Wekî din, bi qasî ku em dizanin, rojbûna Evdila Ocelan ne 4 Nîsan ê ye. Heman dem ji 2004 heya nûke li ser van pîrozbahiyên rojbûna Apo 2 kesa jîyana xwe ji dest daye bi dehan kes jî birîndar bûne û bi sedî jî hatine girtin û dadgeh kirin.

 Yekem pîrozbahiya rojbûna Ocelan di 1996 de li Şamê dest pê kir. Komek jinên ku bi Ocelan re dimînin rojbûna wî ji wî dipirsin, Ocelan dibêje “10 ê Nîsan ê li ser nasnameya min hatîye nivîsan, lê ez rastiyê nizanim, lê dibe ku bihar be.”  Ew kadroyên jin xelet fêm dikin û 4 ê Nîsanê weke rojbûn pîroz dikin. Weke din, dîroka rojbûna Ocelan bi qasî naveroka pîrozbahîyê çewt e. Lê Ocelan dibîne ku jinên dora wî hez dikin rojbûna wî pîroz bikin, û bûyer didome. Lê ev yek di nava gel da belav nebibû. Ocalan ji 2002 an û vir ve di hevdîtinên bi parêzerên xwe yên li Îmraliyê re rojbûna xwe dixe rojevê û dibêje divê dar werin çandin û Her tişt bi vî rengî dest pê dike. Ocelan di 2003 an de ji îmraliyê, dibêje ez ne serok im, ez rêberê kurdan im, min bi serokatîya partîyekê ve sînor nekin û ji niha pêve di hemû axiftin û nivîsan de bibêjin Rêber Apo. Ango Ocelan li Îmraliyê sernavên nû yên serokatiyê girtiye.

Lêbelê, ev bûyera rêber bûyînê bi bûyerên hêsan ên weke kurteya ku me pêşkêş kirî pêk nehatîye. Ji ber ku pêvajoya “pêşkeşkirina Evdila Ocelan wekî rêberê gelê kurd” pêvajoyeke ku li derveyî Ocelan hatîye sînaryo kirin. Belê, ev pêvajo hate sînaryo kirin. Di sînaryo yê de derhêner dewleta tirk a kûr û aqilê wa ye. Gelo Çawa çêbû? Bi vî awayî:

 Piştî nîvê sala 1980 an, ji bo Kurdan pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoya Enfalê ku ji hêla Seddam Huseyîn ve li dijî Kurdan hate destpêkirin ne tenê li başûrê Kurdistanê li çar perçeyên Kurdistanê bandoreke mezin çêkir. Tirkiyê êdî dizanibû ku êdî “Rim nakeve nava Tirkiyê de û jê derdikeve. Tirkiyê dizanibû, rewşa başûr dê hestên nijatperwerên Kurd gur bike. Dizane ku nikare pêşî lê bigire encax dikare serderîyê ligel vê pêla netewperwerî bike. Dagirker xwedan ezmûnek kolektîf a bihêz e. Dagirker xwedî tecrûbekî mezinin, wan ceribandiye ku dinava ew gelê wan dagirkirî de hinek kes dê bikarin vê şolê kontrol bikin. Pêwîst bû Tirkiye şûna Hereketa Azadiya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê ya derveyî kontrola xwe; yeke nû biafirîne. ji bo vî karî lazime serokek populer were xuliqandin. Ew jî Evdila Ocelan ne.

Piştî sala 1988 an, Komara Tirkiyeyê Evdila Ocelan, bi destên xwe bi civaka Kurdistanê da nasandin. Heya wê demê, mirovan yek an du wêneyên Ocelan li ser rûpelên rojnameyan de dîtibûn. Kesê Ocalan nas nedikir. Lê di navbera 88-89 an de, rojnamevanên navdar ên Tirk ên wekî Mehmet Ali Birand, Cengiz Çandar û Dogu Perinçek çûn Lubnan ê. Ocelan behsa jiyana xwe dirêj, dirêj dike. Ango, dewlet Tirk Ocelan bi gelê Bakûr da nasîn. Piştra, Yalçîn Kûçik vê yekê didomîne. Pirtûka ku Ocelan têde jiyana xwe vehandî navê wê “Çîroka Vejînê” ye. Navê pirtûkê bi baldarî hatiye hilbijartin. Ji ber ku dewleta Tirk li ser civaka bakûr weke ku ” Ocelan kalikê Kurdane, ger Apo nebûya wê Kurd nebûna” farzkir. Mixabin, ev têgihiştina Tirkiyeê û PKKê bi hevre afirandî, serketî ye.

Hin mirovên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku ger Evdila Ocelan nebûya, Kurd jî li Rojhilata Navîn tune bûn. Tu kes nebêje, dema ku Evdila Ocelan endamê Komela nejadperestên Tirk (Ûlkû ocaklari), partiyên li Bakurê Kurdistanê, mîna DDKD, bi deh hezaran kes ve, xwepêşandan li dar dixistin. Li hemû perçeyên din jî tevgereke Kurdî heye, wekî PDK ê li her perçeyekî rêxistinek cidî hebû. Lê pir bi zanebûnî weke ku berîya Apo çi partî û rêxistin li Kurdistanê nebûn tê propagande kirin, ji bo ku têgeheke weke “Kurdatiyê bi Ocelan re hate despêkirin” biafirînin. Gava ku tê pirsîn çima hûn 4 ê Nîsanê bi rengek fanatîkî pîroz dikin, Apoçî dibêjin: Serok Apo Kurd ji windabûnê xilas kir, Kurd zindî kir, ji ber vê yekê em rojbûna Ocelan wekî rojbûna hemî Kurdan, hemî jinan û hemî gelên Rojhilata Navîn dibînin ”.

Di tevahiya van pêvajoyan de, Ocelan jî hewlek mezin da ku wekî rêberê Apo were qebûl kirin. Beriya her tiştî, wî çîroka jiyana xwe ji nû ve “li ser sînaryoya serokbûnê” nivîsand. Evdila Ocelan çi ji destê wî hat kir ku xwe wekî kesayetiyek awarte-Îlahî nîşan bide. Bi rastî, bûyerên ku ji hêla her zarokek Kurd ve ku li gundekî Kurdistana 1950-an dijî dikare were jiyîn, di dîmenekê de têne vegotin, lê Ocelan derbara ji dayik bûna xwe de vegotinên mîna vegotinên jiyana pêxemberan di çîroka jiyanê de hatine çêkirin bas kirin. Heke Ocelan bigota weke Musa ez li ser çemê Firatê di nava zembîlekê hatî me, da weke Çîrokên pêxemberan temam biba. Ocelan negot ku ew bi zembîlekê di çemê Firatê de hatîye, lê wî xwe şiband xwedayên Greek a. wî got ku ew Prometheus e, wî got ku min xweda çareser kir. Wî bi vegerandina gotinên bibandor ên gelek feylezofa restore kir û bi vî şêwazî xîtabî girseyan kir. Ji ber ku gelê Kurd ronesansa xwe bi xwe çênekiri bû, ew fikrên ku Ocelan ji van kesên din fêr bûyî û wekî ku Ocelan ew bi tena xwe afirandi ne, tê nîşandan. Mixabin, gelek xebatên dîrokî, siyasî û çandî yên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayê Soranî yan Kurmancî bi alfabeya aremî hatî nivîsandin, ji hêla gelê Bakurê Kurdistanê ve nehatin xwendin. Ev bû sedem ku li Bakur, Apo weke nivîskar û dîroknas were dîtin û were qebûl kirin.

Bi vî babetî em fêm dikîn nezanîna dîrokê çi qas dijware li ser mirov. Gotinek pêşiyan a Africa dibêje: “Ger şêr çîrokên xwe nenivîsin, neçar dimînin ku guhdariya çîrokên nêçîrvanan bike” Mixabin, em niha guhdarî çîrokeke ku Ocelan û dewletê nivîsandiye, dikîn. Rewşenbîrên Kurd di derxistina van pirsgirêkan de rolek baş nelîst.

Ev nivîsa me ji bo kesên ku bixazin li ser civaknasîya dora Ocelan kom bûyî lêkolîn bikin weke sererêzekê ye. Wekî din, pêwîste ew civaka serokperest ya ku li dora Ocelan kom bûyî û pisgirêkên wan di nava civaka Kurda xuliqandî baş were vekolandin.

Pustên heman beş