Çeteyên Tirkiyê du girên şûnwarî li Serê Kaniyê têk dan

girên şûnwarî li Serê Kaniyê

Hat ragihandin ku li başûrê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, grûpa el-Hemze ya girêdayî Tirkiyê bi armanca talankirinê du girên şûnwarî têk dane.

Li gor çalakvanên xwecihî, roja Duşembê 4ê Nîsanê li başûrê bajarê Serê Kaniyê, çekdarên grûpa el-Hemze ya ser bi Tirkiyê ve herdu girên şûnwarî yên Til el-Deheb û Til el-Fixêriye li gundê Til Hisan bi armanca talankirinê têk dane.

Li gor zanyariyan, çekdarên wê grûpê ji bo dîtina tiştên dîrokî li herdu girên şûnwarî dest bi kolandinê kirine û bi wê yekê herdu cihên dîrokî têk dane.

Di hefteya dawî ya Adarê de, li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê jî grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li navçeyên Basûtê, Tirindê, Bîrê û Ciwîqê û çend cihên cuda yên din, 7 girên şûnwarî bi aramnca talankirina şûnwaran têk dabûn.

Serê Kaniyê bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye ku dîroka wê vedigere bo çend hezar sal beriya niha û di serdemekê de navê wê Waşokanî û paytexta dewleta Mîtanî bûye.

Di êrîşa sala 2019an de, bajarê Serê Kaniyê tevî bajarê Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hat dagîrkirin.

Pustên heman beş