Dadgeha Tirkiyê biryara bêtewaniya Hifzullah Kutum da

Dadgeha Tirkiyê biryara bêtewaniya Hifzullah Kutum da

Mamostayê zankoya Firat ku wêneyê rêberê kurd Mela Mistefa Barzanî di tora xwe ya taybet twitterê de belav kiribû û li ser nivîsandibû ‘’Bijî Kurdistan’’ ji aliyê dadgehê ve biryara bêtewaniya wî derket û ew tometên ji bo wî hatibûn îdîa kirin jî hatin red kirin.

Mamostayê zankoya Firat Hifzullah Kutum çend meh berî naha di tora xwe ya taybet a twitterê de wêneyekî rêberê kurd Mela Mistefa Barzanî danîbû û nivîsandibû ‘’Bijî Kurdistan’’ Lê dozgerê giştî yê Elezîzê bi tometa propagandaya terorê doz li hember wî vekiribû û ew ji mamostatiya zankoyê hate dûrxistin. Piştre jî daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê ji bo wî hatibû xwestin. Lê ew pêkanîn rastî bertekan hatin.

Li gor ajansên Tirkiyê dadgehê bêtewaniya Hifzullah Kutum ragehand û diyar kir, tişta ku Kutum belav kiriye dikeve çarçoveya azadiya ramanê û ji ber wê jî pêwîstî bi ti cezayekî nake. Lê derbarê vegerandina ser karê Kutum ê mamostatiya zankoyê de ti biryarek neda.

Hifzullah Kutum di girte videoyekî de rexne li beşek çapemenî û dadgehên Tirkiyê kir, ji ber dema ku behsa Kurdistanê tê kirin, wê yekê wek tewan pênase dikin.

Kutum diyar kir: ‘’Yê ku nizane Kurdistan li kuderê ye bila biçe ji Enqerê bipirse û ew dê bibêjin we ka Kurdistan kuderê ye. Bi taybet biçin li hemû belgeyên arşîva Komara Tirkiyê bikin, dê wê derê jî ji bo we aşkera bibe ka Kurdistan kudere.’’

Dozgerê Giştî yê Elezîzê jî bi fermî li hember biryara dadgehê rabûye û ragehandiye, nabe Kutum neyê ceza kirin, ji ber bi wan nivîsan piştevaniyê li terorê dike û bi aşkera daxwaz cudaxwaziyê dike.

Pustên heman beş