Taxên Kurdan li Helebê li dijî dorpêça hêzên rêjîmê nerazîbûnê nîşan didin

shex-maqsod-halab-kurd

Ji ber dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê li ser her du taxên Kurdan li Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd), xelkê wan her du taxan di xwepêşandinekê de nerazîbûna xwe nîşan da.

Firqeya Çarem a rêjîma Sûriyê ji roja 13ê Adara borî ve xalên pişkinînê danîne û rê nadin madeyên xwarinê û bi taybetî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin.

Li gor jêderên xwecihî, xelkê taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd îro li nêzî nexweşxaneya Yasîn a li Şêx Meqsûd derketin xwepêşandanê û nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza rakirina dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku zêdetir ji 65 hezar kes lê dijîn, rastî şert û mercên mirovî yên dijwar tên, ji ber qutbûna gelek cureyên xwarinê ku nirxê kîsek nan ji 1500 Lîre bûye 4000 Lîreyan.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê wek taxa Kurdan tê naskirin û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Pustên heman beş