PKK çima rêxistinek terorîst e?

PKK çima rêxistinek terorîst e?

Beriya her tiştî em dikarin terorê pênase bikin. Çima teror? Kî terorê birêve dibe û ji kê re terorîst tê gotin? Heta niha ji bo vê hêmanê pênaseyeke giştî tune ye. Lê belê welatên cîhanê her yek bi rengekî terorê pênase dikin. Lê tiştê diyar ew e ku teror kiryareke bêexlaq a li dijî mirovahiyê ye û terorîst hov in û li dijî jiyanê ye. Desteserkirina jiyana mirovan, desteserkirina azadiya fikir û nêrîna mirovan, teroreke xeter e. Tişta herî karesat ew e ku terorîst zarokan ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar tînin. Wezareta Derve ya Amerîkayê bi xala 22 ya qanûna 2656 ya Amerîkî, pênaseya ya terorîzmê wisa dike: Terorîzm tê wateya “tundûtûjîya bi zanebûn, bi motîvasyona sîyasî, li dijî armanca dûr ya şerê grûpên neteweyî û kirêdarên navxweyî tê bikaranîn, bi mebesta ku bandorê li ser piranîya kesan çêbike”.

Di nava Kurdan de terorîzm bi rengekî derketiye holê. komên çekdar ên faşîst û partiyên siyasî yên îdolojî perist afirînerê wê bûn. Lê li gorî data û agahiyan, li gorî bûyer û qewimînan ev terora şexsî herî zêde ji aliyê PKKê ve hatiye kirin. Revandina zarokan, kuştina sivîlan, şewitandina gundan, xerakirina bajaran, bac girtin, şerkirin li dijî neteweyeke bindest, PKK pêşeng û sûcdarê sereke ye.

-PKK çima terorîst e?

Azadiya jiyana mirov, tişta herî girîng a mirovan e. Ji bo mirovek azad ji dayik bibe divê rê û perspektîfên jiyana xwe hilbijêre. Ev mafê herî bingehîn ê mirovan e. Lê dema ku em li çalakî û reftarên PKKê dinihêrin, beriya her tiştî li ser desteserkirina azadiya takekesî dixebite. Bi vê armancê îdeolojiyeke radîkal û terorîzmê hembêz dike. Ji dema avabûna xwe û heta niha ev bawerî di nava PKKê de bi cih bûye. Kuştina bi sedan kesayetên siyasî, kuştina bi hezaran sivîl û mirovên bêguneh, desteserkirina mafên mirovên ji rêzê, bikaranîna zarokan ji bo îdolojîya partîyê û qezenca şexsî, hemû wana sedemên naskirina PKKê ne ji bo terorîzmê. PKK li van hemû qadan dudilî nekiriye, lê zêdetir kiriye. Ya ku dewletên dagirker be sedema cîhana navneteweyî li dijî gelê kurd nekiriye, PKK karê wan bi xurtî kiriye. Ji ber ku di pênaseya herî kurt de, PKK dest û lingên dagirkerên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, eger em dixwazin PKK’ê weke terorîst bidin naskirin, pêwîstiya me bi gelek delîlan nîne. ji ber ku PKK bi zelalî û di roja geş de kirdarên terorîstî pêk tine û rêxistinek terorîst e.

-terora erdnîgarî û terora nexşekirî

Di cîhanê de yek ji kiryarên ku terorîst li ser dixebitin, jêbirina erdnîgariya neteweyekî ye. Ax ji bo her miletekî pênaseya herî mezin e. cihê jidayikbûnê û axa gelek salan e. Ax ji bo mirovan pîroziyeke taybet e. Li her devera cîhanê ji bo her mirovî nasnameyek e. PKKê ji destpêka avabûna xwe û heta vir bi fermana dagirkeran hewl da erdnîgariya Kurdistanê biherimîne. Rê li ber hilweşandina bajaran vekir û ji bo ku gelê du herêman, du bajaran û du navçeyan bike dijminê hev, karê herî mezin kiriye. Heta motîvekarê herî mezin bû ku gelên parçeyên Kurdistanê dijminatiya hev bikin. Xerakirina bajaran jî yek ji bername û armancên PKKê ye.

Mînaka herî hêsan “şerê Xendekan” e. PKK zêdeyî 10 bajar xera kir û bi qasî 10 hezar mirovên bêguneh qetil kir. Ev bernameya PKKê ne ji xwe bû, lê bi zanebûn û xurtî ev sûcê mezin kir. Beriya her tiştî gelê bajaran kir mertalê xwe û piştre bêyî ku gule biteqîne reviya. Gelê Kurd mîna parvî danî pêşiya dagirkeran.

Bikaranîna gund û gundiyan weke mertal ji bo niyeta xwe ya kirêt, yek ji sûcên mezin ên rêxistinê ye. Zêdeyî 40 sal in PKK bi zanebûn dagirker tine ser gundên Kurdistanê û gundiyan dide kuştin. Wê nesekine, lê wê ji mirovên van gundan bacê bistine. Cotkarek ku sebze di baxçeyê xwe ya gund de çandiye. Dema berhemên wî amade dibin. PKK jê re dibêje, “Eger berhema we du sindoqên bacanên sor be, divê sindoqek ji bo we be û sindoqek ji jî bo me be.” Ev ji bilî çeteyî yê ne tiştekî din e. Dest danîne ser jiyanê gundiyan û zûlima li hemberî wan, kiriyarek terorîstî ye.

-Terora kesayetî û terora siyasî

Di tevahiya dîrokê de teroreke bi vî rengî hebûye . Kuştinên bi vî rengî li gelek welatan qewimîn. Kurdistan ji van teroran derneketiye. Dema mirov li dîroka Kurdan dinêre, ti hêz bi qasî PKKê kesayetên siyasî nekuştiye. Dîroka PKKê bi van kiryarên kirêt tijî ye. Bi van teroran PKK tenê xwest tiliya xwe nîşan bide û xwe bide pêş. Mînaka herî berbiçav ji kuştina Serokê Rêxistina Dengê Kawa (Ferîd Ûzûn) bû. Hema piştî daxuyaniya PKKê ya di kongreya Fîsê de rêxistin bi fermana Mazlûm Dogan, Ferîd Ûzûn xerîqî xwînê kir. Li Bakurê Kurdistanê gelek partî û rêxistinên netewî hebûn. Lê beriya ku PKK êrîşî dagirkeran bike, PKKê li Bakûrê welat şerê hemû partiyên Kurd kir. Pêşmerge yên hemû partiyên din şehîd kirin. Kadroyên ji hemû partiyên din winda kirin. Li her bajarekî ku fikra serxwebûn û netewbûnê hebûya, PKK wê bihata bajêr gef li mirovan bixwara û bi teror û revandinê wan bitirsanda. Aliyekî din ê dîroka PKKê jî, kuştina rêber, kadro û endamên wê bi xwe ye. Ez bawer nakim ku dagirkerên Kurdistanê bi qasî PKKê kadroyên PKKê kuştibin. Kuştina (Hakki Karer) sala 1977 yekemîn buyera terora PKKê bû. Piştre belav bû û bi hezaran kes li Akademiya Mahsum Kirkmaz li Bekaayê bin ax kirin! Şexsê Abdullah Ocalan di van operasyonan de biryardar û sûcdarê sereke ye. Piştre ji derdorê wî ku bi (Koma Enqere)yê tên nas kirin. PKK her tim hewl daye kesayetên neteweyî yên nava xwe bêdeng bike û piştre ji wan bikuje. (Mehmet Şener, Çetîn Gungur, Enver Ata, Kanî Yilmaz) mînakên herî berbiçav in . Ev hemû nîşaneyên wê yekê ne ku PKK rêxistineke terorîst e ku mirovan û baweriyan dikuje.

-Tecawiz kirina jinan û îdîayên derewîn

Yek ji aliyê herî bedew ê şoreşa Fransayê ew bû ku jin û mêr di her warî de bi rengekî wekhev tevlî bûn. Her wiha jinên cîhanê li rex mêran bandoreke jiyanî li ser bûyer û şoreşan kir. Gelek fîlozof û jinên rewşenbîr ên navdar hebûn ku di hişmendiya zayendî de roleke girîng lîstin. Mînaka berbîçav ji (Simone de Beauvoir, Rosa Luxembourg, Hannah Arendt) in. Lê di nava PKKê de ev tişt berovajî ye û rêxistin jinan weke amûr ji bo meramên şesxî bikaraniye. heta PKK bi taybetî li ser vê mijarê xebat kiriye, atmosfereke ku jin û mêr bibin dijminê hev afirandiye. Niha li Qendîlê du alî hene. Aliyek bi pêşengiya (Cemîl Bayik) û ya din jî bi pêşengiya (Elîf Pazarcik) enî li hev girtine, di nava PKKê de jin û mêr kirine dijminên hev ên hov. Kur û keçên gerîla jî li hev dû nalet dikin! PKK di dersên xwe yên perwerdeyê de her tim nîşan daye ku divê jin xwe bi mêran ve girê nedin ji ber ku koletî ye. Mêr ji bo fikra jinê xeterî ye! Lê li Akademiya PKKê ya Li Bekaayê û heta teslîmbûna Abdullah Ocalan di sala 1999an de, Ocalan her tim di wê baweriyê de bû ku divê jin sûdê ji teoriyên wî wergirin û bi rêya têza wî, xwe di qada ramanê de xwe bi pêş bixin. Di heman demê de ji yê ku jin û keçê Kurdan herî zêde tecawiz kiriye Abdullah Ocalan e. Piştre jî Duran Kalkan (Ebbas) û Elî Heyder Kaytan (Fûad) in. Gelo li vir pirsek derdikeve pêş: PKK di dersên xwe de dibêje bila jin xwe bi mêran ve girê nedin. Lê serokê wan dibêje: “Divê jin ji min fêrî cesaret û fedekariyê bibin”! Ma ev her du nêrîn ne berevajî ne? Ma ev ne henek in bi miletê kurd? Rayedarên PKKê, dema destdirêjiyê li jin an jî keçeke gerîla dikin, piştî hefteyekê gerîla dikujin an jî ji ber rewşa wî ya piskolojî ew bi xwe întihar dike! Ma ev ne terorê kesayetiyê ye? Gelo ev ne manîfestoyeke wê yekê ye ku PKK bi awayekî hovane mirovan ber bi mirinê û xwekuştinê ve dibe? Ev nasnameyeke zelal e ku PKK ji bo kujerên jinan rêxistineke terorîstî ye.

PKK bi taybetî di 8ê Adarê de her tim di nava propaganda û bazirganiya jinê de ye. Heta aktîvîstên PKKê yên merasîmê dimeşînin jî newêrin rexneyên biçûk li Abdullah Ocalan û rêveberên PKKê bikin. Ji bo îdeolojiya rêxistinê keçên di bin temenê 18 salî de dixapînin û piştre ji wan dişînin çiyê û didin kuştin. Eger ev ne teror û terorîzma PKKê be, em çi nav lê bikin?

-Revandin û çekdar kirina zarokan, tawanek mezin li dijî mirovahiyê

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2000’î de protokola dilxwazî ya Peymana Mafên Zarokan a li ser tevlîbûna zarokan a di şerê çekdarî de ji bo parastina zarokan ji kar û bikaranîna dijminatiyê qebûl kir.

Protokola dilxwaz, peymanek e ku: (dewletên zarokên ji 18 salî biçûktir naşînin qada şer. Dewlet leşkerên ji 18 salî biçûktir qeyd nakin.)

Çend protokol û zagonên din hene ku xetên sor ji bo bikaranîna zarokên di bin 18 saliyê de di şer de danîne. Ji ber ku zarok pêşeroj e, divê bixwîne û pêşeroja xwe diyar bike. Mejiyê zarokan mîna kaxiza spî ye. Divê li ser wê dersa aşitî û azadiyê bê nivîsandin. Lê PKK sûcên herî mezin li dijî zarokan kiriye. Her sal bi sedan zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye û di navbera 9-13 saliyê de ne, ji aliyê PKKê ve tên çekdar kirin û dişînin qada şer! Ev yek bi her awayî li dijî mirovahiyê ye û kiryareke terorî ya xeter e. PKK van zarokan bi darê zorê direvîne û hişê wan dişon. Dema malbatên wan zarokên xwe jî PKK dixwazin, PKK ya wan ditirsîne yan jî guleyan berdide ser wan. PKK vê tenê li Kurdistanê nake. Lê li Ewropayê ji zarokan bi rêya komên çand û kulturî yên rêxistinê tên xapandin û ber bi çiyayan ve tên şandin. Ev komele û baregehên PKKê yên li Ewropayê, mezintr in kargeha çêkirina teror û terorîzmê ne. Dema PKK hat avakirin, bi zanebûn dest kir bi çekdar kirina sivîlan û bi taybetî ji yê zarokan. Ev projeya PKKê hatibû plankirin. Armanca wê kuştina Kurdan û Jêbirina gelê Kurd a takekesî bû. Bi hezaran delîl û belge hene ku PKK zarokan weke mafyayan bi çek dike û sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lê belê pirs ev e: dê gelê kurdistanê heta kengî çavên xwe ji vê tawanên terorên PKKê re bigire û dê heta kengî ev kiriyarên terorîzmê qebûl bike? Gelo dem ne hatiye ku mirov ji bo PKKê xeta sor deynin û rêxistinê weke organîzasyoneke kujer, kujera hêvîyan û kujerên pêşerojê bidin naskirin?

Dema ku em li vê çalakiya revandin û çekdar kirina PKKê binerin, em ê bêhtir bi biryar dibin ku PKK rêxistineke mezina terorîstî ye.

-Çapemeniya PKKê, Duran Kalkan û Mustafa Karasu, Joseph Goebbels

Gelek caran kiryar û kirinên faşîzan tam wek hev in. Ji ber ku her du jî li ser bingeheke sexte û kirêt hatine avakirin. Rêxistinên terorê û welatên faşîst her tim hewl didin bala çapemeniyê gelekî bikişînin ser xwe . Di dema bihurî de ev rêbaz bi rêya rojname û nivîsandina ser kaxizê dihat bikaranîn. Lê niha hemû bûne torên înternetê û medyaya dîjîtal. Hîtler berê hewl dida ku bi rêya wezîrê bangeşeyê yê Nazî Joseph Goebbels xwe wekî qehreman û rizgarkerê Almanan nîşan bide. Lê di dawiyê de Goebbles alîkarî neda faşîzma Hîtler û Elmanya Nazî bi dawî bû! PKK her tim bi rêya çapemeniyê hewl dide karê kirêt bike û li dijî mirovahiyê li ber xwe bide. Ji bo vê armancê gelek malper, rûpelên tora civakî û rojnameyan çêkiriye. Di vir de Duran Kalkan(Ebbas) û Mustafa Karasu(Avareş) rola Joseph Goebbels dilîzin. Lê hûn dibêjin di dawiyê de Kalkan û Karasu wê alîkariyê bidin faşîzma Ocalan û PKKê û wan rizgar bikin? Yan jî wê mîna Elmanya Nazî bi dawî bibin?

Medya li dijî neteweya Kurd her tim çeka destê PKKê bûye. Yên ku rêveberiya çapemeniya PKKê dikin, mirovên nexweş, kontra û dijminê Kurdan in. Duran Kalkan û Mustafa Karasu serpereştiya çapemeniya giştî ya PKKê dikin. Gonul Tepe(Sakîne Pîr) jî rêveberiya çapemeniya Ewropayê ya PKKê dike. (Dara Colemêrg) jî rêveberiya navenda ragihandinê ya çapemeniyê HPGê dike. (Têkoşîn Faraşin-Gewda) ji rêveberê giştî ya çapemeniya (YJA Star)ê ye. (Eylem Erzurum) ji rêveberê komîteya herdû çapemeniyê ya (HPG BİM û YJA Star BİM)ê ye. (Erdal Amed) ji rêveberiya agahiyên internêtiya PKKê ye. (Amed Dicle û Ferda Çetin) jî bi taybetî rûpelên twitterê û tevna civakî yên PKKê li Ewropayê dimeşînin.

Dema ku mirov li tevger û kirinên PKKê dinihêre fêm dike ku PKK ji bo neteweya Kurd xeteriyeke mezin e. Her wiha bi alîkariya dijmin û dagirkerên Kurdistanê hewl dide hebûna Kurdan ji holê rabike. Piştî ev hemû xwîn rîjandin û terorê PKK hê jî bi awayekî çalak rêveberiya teror û terorîzmê dike. Em ê bi hêsanî pênase bikin, li gorî data û agahiyên me li jorê anîn ziman, PKK rêxistineke terorê ya global e, zarok û sivîlan dike mertal ji bo parastina berjewendiyên dagirkeran.

Dilovan Ali

Pustên heman beş