Kazimî daxwazeke bilez arasteyî aliyên siyasî yên Iraqê dike

Kazimî daxwazeke bilez arasteyî aliyên siyasî yên Iraqê dike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji aliyên siyasî daxwaz dike ku demildest ji bo amadekirina budceya 2022yan bixebitin.

Mistefa Kazimî di civîna asayî ya Encûmena Wezîran de ragihand, di nava meha Remezana pîroz de kar ji bo hêsankirina erkê welatiyan di dabînkirina çendîn pakêtên xurekê de hat kirin

Kazimî eşkere kir, Iraq rûbirûyî bilindbûna nirxê xurekê bûye, ku ji ber şerê Ukraynayê li ser asta cîhanê bihayê kelûpelên rojane bi rêjeyeke berçav zêde bûye.

Serokwezîrê Iraqê daxwaz kir, ji bo demsala havîna bê, hemû aliyên pêwendîdar ên hikûmetê kar ji bo dabînkirina elektrîka pêwîst dikin.

Herwiha ji aliyên siyasî yên Iraqê daxwaz dike ku bi hev re ji bo amadekirina budceya giştî ya Iraqê bo sala 2022yan bixebitin.

Pustên heman beş