Amerîka hewl dide danûstandinên Kurdî-Kurdî destpê bikin

rojava-enks-pynk

Amerîka hewl dide ku danûstandinên di navbera ENKSê û PYNKê dîsa destpê bikin, lê heta niha tu soz di navbera herdu aliyan de nehatiye danîn.

Roja 5ê Nîsanê, Şandeyê Amerîkî serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li bajarê Qamişlo kiriye û ligel serokatiya wê egera destpêkirina danûstandinan ligel Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî PYNK gotûbêj kiriye.

Li gorî Rûdawê roja 25ê Adarê civîneke hevbeş di navbera şandeke ENKS û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û nûnerê Amerîka hatibû lidarxistin.

Di civînê de, şanda ENKS daxwaza cîbicîkirina kaxeza garantiyan kiribû û daxwaza azadkirina kesên ku vê dawiyê hatibûn girtin kiribû da ku rê li pêş vegera herdu şandeyan ji bo danûstandinê bê xweşkirin.

Di civînê de, Mazlûm Ebdî soz dabû ku her sê medyakarên ku vê dawiyê hatibûn girtin bên azadkirin, lê ew soza heta niha nehatiyê cîbicîkirin.

Di civîna 5ê Nîsanê de, ligel şandeyê Amerîkî, ENKS careke din tekezî li ser helwesta xwe kiriye û aşkere jî kir ku heta niha tu soz ji destpêkirina danûstanan nehatiye danîn.

Diyaloga Kurdî-Kurdî

Bi destpêşxeriya Amerîkayê, danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di navbera ENKS û PYNK de destpê kiribûn.

Di gera yekem de, herdu alî di 16ê Hezîrana de gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî û roja 17 Hezîrana 2020 li Hesekê, di daxuyaniyeke hevbeş de rêkeftina xwe ragihandin.

Herdu aliyan di gera yekem de li hev kirin, ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe bingeha sereke ya danûstandinên navbera wan ên derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê de.

Piştre di 2ê Tebaxa 2020an de qonaxa duyem a danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû û piştî çend mehan ENKS û PYNK li ser Lêvegereke Siyasî û mijarên îdarî û rêveberiyê lihev kiribûn, lê naverok û hûrgiliyên wê nahetibû aşkerekirin.

Danûstandinên herdu aliyan di qonaxa sêyem de hatine rawestandin û di wan demên dawî de, di navbera ENKS û partiyên ser bi Rêveberiya Xweser de alozî zêdetir bûne.

Pustên heman beş