Dr. Sait Kirmizitoprak «Dr. Şivan» çewa û çima hat kuştin?

Dr. Sait Kirmizitoprak “Dr. Şivan”
  • Hamed Gohery

Partiya Demokrata Kurdistanê li 16/8/1946, li ser binemaya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye ava kirin, Partî Demokratî Kurdistan a Tirkiyê jî li sala 1965an li ser binemaya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye damezrandin û rêveberên wê peywendîyek biratî bi serok Barzanî û şorşê re hebû. Li Oktobera 1969an de, Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiyê, şeş endamên xwe şandin Başûrê Kurdistanê daku di warê leşkirî û Siyasî de perwerdê bibînin. Seîd Alçî sekerterê partiyê, berpirsatiya wan xist ser milê Dr. Sait Kirmizitoprak “Dr. Şivan”. Serkirdatiya şoreşê, baregehek li nêzî gundê “Dêşîşê” li navçeya Zaxo ji boy van pêşmergeyan danî.

Di karên xwe de, Dr. Şivan bê pirs kirin ji serkirde û endamên Partiya Demokrat, bi xwe partîyeke nû bi îdolojîyek çep di nava Partiya Demokrata Kurdistanê de bi navê “Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşgêr” DDKD ava kir.

Seîd Alçî û hevalên wî hefteyekê li zîndanê tên hiştin û piştre wan dibin dervey bingeha xwe û wan dikujin û cenazeyên wan dispêrin axê.

Roja 12/3/1971an, li Tirkiyê derbeya leşkirî hat pêkanîn. Seîd Alçî sekreterê partiyê, li Tirkiyê reviya û xwe gihand Sûriyê. Li wir kesek ji malbata Haco, bi navê Mecîd Haco alîkariya wî kir û ew gihand Mûslê. Seîd Alçî li Mûslê derbasî Zaxo dibe daku li wir biçe cem Dr. Şivan, lê belê roja 25/5/1971an Şivan du pêşmerge bi navên “Çeko” û “Brûsk” şandin Zaxo daku Seîd Alçî desteser bikin. Ew karîn Seîd Alçî û kesekî din ê hevalê wî bi navê Mihemed Beg bigrin û bi xwe re birin cem Dr. Şivan.

Roja 1/6/1971an, Dr. Şivan, Seîd Alçî û Mihemed Beg kuştin. Piştî bûrîna hin rojan Melayek bi navê “Mele Abdul Letîf” diçe cem Dr. Şivan û pirsa Seîd Alçî ji wî dike. Dema Dr. Şivan fêm dike mele Letîf bi hatina Seîd Alçî ji bo bingeha wî dizane, wî jî dikuje. Xweya ye pêş kuştina van sê kesan, hersêyan zîndanî dike û dibêje pasewanên zîndanê: ev ajanên Tirkiyê ne û emê lêprisînê bi wan re bikin. Pasewan ev bûn: Selîm Felkî “Rêwî”, Hikmet Bîlut Tekîn “Çeko” û Mihemed Hesen kaya. Seîd Alçî û hevalên wî hefteyekê li zîndanê tên hiştin û piştre wan dibin dervey bingeha xwe û wan dikujin û cenazeyên wan dispêrin axê.

Hevalên Seîd Alçî diçin cem Serok Mistefa Barzanî

 Hevalên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ji tirsa girtina xwe ji Tirkiyê reviya bûn Sûriyê. Hin ji wan li Sûriyê mabûn û Derwêş Sedo, Şerfedîn Alçî, Şakir Opozdemîr û mele Yûnis çûn Zaxo û ji Dr. Şivan rewşa Seîd Alçî pirsîn. Dr. Şivan dibêje: (ew hat û piştî sê şevan vegera Tirkiyê.) hevalên Alçî gomanê li vê axaftina Şivan dikin û fêm dikin Seîd Alçî di jiyanê de nemaye. Jiberku li Tirkiyê desthilata military hebû, Seîd Alçî û kurdên xebatkar nedikarîn vegerin Tirkiyê. Li ser vê yekê re ji boy piştrastbûnê ji alîgrên xwe yên li Kurdistana Bakur dipirsin, ew bersiv didin Alçî ne vegeraye Tirkiyê. Bi wan agahiyên li ber dest wan, hevalên Seîd Alçî bi awayek sirî bi pasewanan re diaxvin û dema pasewan vê rastiyê fêm dikin ku Seîd Alçî sekreterê parta wan bûye, ne ku ajanê Tirkiyê bûye, fêm dikin Dr. Şivan îxanet kiriye û ji wan re dibêjin Seîd Alçî û du kesên din hatine kuştin û cenazeyên wan li flan cihî hatine veşartin.

Hevalên Seîd Alçî diçin cem Serok Mistefa Barzanî li Gelale û mijarê jê re dibêjin. Bi fermana Barzanî, pêşmerge diçin Dr. Şivan û Çeko û Brûsk tînin û pirsyara Seîd Alçî ji wan dikin. Dibêjin, hatiye cem me û vegeraye Tirkiyê. Jiberku pêşmerge bi vê mijarê dizanin, Dr. Şivan û Brûsk û Çeko dibin û cenazeyê Seîd Alçî û hevalên wî li bin axê der tînin. Piştî vê yekê Dr. Şivan qebûl dike ku wî Seîd Alçî kuştiye û di berisva dadgehê de dibêje: (min îxanet kiriye.) piştre dibêje: (min dixwest rêbaza Partiya demokrat biguherînim ji bo partîyeke xwedî îdolojîyek Komonîst.) hevalên Seîd Alçî daxwaz dikin ji hin kurdên mafnasên Îran, Sûriyê û Tirkiyê dadgehek were pêkanîn û Dr. Şivan û hevalên wî dadgeh bikin.

Em haydar bûyn ku Seîd Alçî çûye Başûrê Kurdistanê û hin nûçeyên nexweş derbara wî de me bihîstin

Di encama dadgehê de ku kurdên her 4 perçeyên Kurdistanê têde beşdar bûbûn, biryar hat dayîn Dr. Şivan û Çeko û Brûsk bi sûça îxanet û kuştina sê ji hevalên wan werin kuştin û di encam de li 26/11/1971an de ev sê kes tên kuştin. Ji boy zelalkirina vê bûyerê, min peywendî bi damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê û şahidên bûyerê kir. Derwêşê Sedo yek ji damezrînerên Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiyê li sala 1965an de di giftûgoyek taybet de bi telefonê ku dengê wî li cem min parastiye dibêje: ” Roja 18ê Xizîrana 1971an bi Şakir Opozdemîr û mele Yûnis Kaya re em çûyn Sûriyê ku Seîd Alçî ê Serokê Partiya Demokrat bibînin. Li wir em haydar bûyn ku Seîd Alçî çûye Başûrê Kurdistanê û hin nûçeyên nexweş derbara wî de me bihîstin. Ji ber vê yekê roja 20î Xizîranê ji Sûriyê çûyn gundê “Taws” û li wir ji boy Teleferê û me xwe bi lijneya Partiya Demokrata Kurdistanê nasand. Wan bi trombêlan em rewaney Mûslê kirin. Li wir Şakir û mele Yûnis go em biçin baregehê Dr. Şivan, ez razî nebûm min got hin agahî hene ku pêdvî dike wan ji Serok Barzanî re ragihînim. Ew çûn cem Dr. Şivan û ez çûm bo “Nawpirdan” ku baregeha Partiya Demokrat li wir bû. Li wir min Dr. Mehmûd Osman dît û min jêre go hevalê me “Seîd Alçî” hatiye Başûrê Kurdistanê û em nizanin çi bi wî hatiye. Dr. Mehmûd telegraf ji boy Osman Qazî qaymeqamê Zaxo şand û têde nivîsand:

Ger Seîd Alçî hatiye Zaxo, haydar bikin were mekteba Siyasî. Osman Qazî bersiv da ku Seîd Alçî li roja 23 heya 25/5/1971an li vir bûye û jiberku belgeya çûn û hatinê pêre nebûye, bi Dr. Şivan û Hikmet Blot Tekîn “Çeko” re çûye baregehê Dr. Şivan. Piştî gihiştina vê telegrafê, Dr. Mehmûd telegrafek din ji Es’ed Xoşevî, amir hêzê navçeya Barzan re şand, daku pirsa rewşa Alçî ji Şivan bike. Şivan jêre gotibû Alçî hatiye cem me û jiberku em nekarîn bibin yek ray, ew vegeraye Bakurê Kurdistanê. Es’ed Xoşevî ev berisve ji Dr. Mehmûd re şandibû. Min di bersivê de got ev rast nîye û Alçî nevegeraye Bakur. Dr. Mehmûd ez şandim cem Idrîs Barzanî. Nerîna xwe derbara Seîd Alçî min jêre ragihand. Got sibê were bi Serok Barzanî re biaxve.

Encamên lêkolînan eşkere kir ku Seîd Alçî nevegeraye Bakurê Kurdistanê û Dr. Şivan û Çeko, Seîd Alçî kuştiye.

Roja 10î temoza 1971an, saet 8î êvarê gihiştim cem Serok Barzanî û bûyer min jêre got. Min got Dr. Şivan dibêje Seîd Alçî vegeraye Bakur, lê ew nevegeraye Bakur û xweya nîne çi bi serê wî hatiye. Serok Barzanî ji Kak Idrîs re dibêje: telegrafekî ji Es’ed Xoşevî re bişîne û jêre bibêje ger Seîd Alçî li navçeyê be, wî bişînin mekteba siyasî, ger na Dr. Şivan bişînin. Roja 15ê Temoza 1971an bi Hebîb Mihemed Kerîm sekreterê Partiya Demokrat re çûm Hewlêrê û li mala Ebdulwehab Etrûşî me nan xwar û bi trombêlekê ez şandim Mûslê. Elî Şengalî berpirsê liqa yek a partiyê bû. Li wir bi Fazil Mîranî re çûyn Bamernê û li wir me Es’ed Xoşevî dît. Roja dûv de hemû berpirsên pêşmergeyan haydar kirin, bersiv ev bû ku Seîd Alçî hatiye navçeyê û çûye baregeha Dr. Şivan û nevegeraye. Şofêrê wê trombêlê anî ku Seîd Alçî biribû cem Dr. Şivan. Got belê min ew biriye. Encamên lêkolînan eşkere kir ku Seîd Alçî nevegeraye Bakurê Kurdistanê û Dr. Şivan û Çeko, Seîd Alçî kuştiye. Es’ed Xoşevî du pêşmerge şandin cem Dr. Şivan ku jêre bibêjin kurê Es’ed Xoşevî nexweşe û daxwaz jê kir were wî tedawî bike. Êvar bû dema Dr. Şivan û Çeko gihiştî Bamernê. Lêpirsîn ji wan hat kirin û xweya bû ku Şivan û Çeko, Seîd Alçî kuştiye. Her duyan îtîraf kir. Ji ber vê yekê ew birin Hacî Omeran û li wir zîndanî kirin. Ez jî vegerîm cem Serok Barzanî û ev karesat ji wî re bas kir. Pirr aciz bû. Got biçe hevalên xwe bîne û li vir biryarê li ser bidin.

Dr. Şivan û Çeko bo dema şeş meha di zîndanê de hatin ragirtin

Çûm Zaxoyê û li wir min Şerfedîn Alçî haydar kir. Ew û hevlek din hatin û em vegeran cem Serok Barzanî û me daxwaz kir Dr. Şivan û çeko bi sûça îxanetê werin kuştin. Barzanî ragihand pêdvî dike dadgeh biryarê li ser wan bide.

Dr. Şivan û Çeko bo dema şeş meha di zîndanê de hatin ragirtin heya ku dadgehê biryara kuştina wan day û roja 26/11/1971an bi sûça kuştina Seîd Alçî Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê û Mihemed Beg û mele Abdul Letîf ew hatin kuştin, lê çapemeniya Tirkiyê ji boy şikandina Partiya Demokrata Kurdistanê û Barzanî ev bûyer berevajî kir û hهnek rojnamevanan û “Îsma’îl Erar” wezîrê Tirkiyê ragهhand, Mistefa Barzanî hهnek kesa perwerde dهke ku li Tirkiyê kaosê dirust bikin”.

Bi kurtî, ji boy derxistina rastîya karesatê min peywendî bi Şakir Opozdemîr, Mihemed Elî Yûnis tovî Bamernî, Dr. Omer Şêxmus û Dr. Mehmûd Osman û Muhsîn Serokê dadgehên Kurdistanê li ser dema şoreşa Îlonê de kir û hemûyan ev gotin piştrast kir. Dr. Omer û Şêxmus got: “dema xwe de ev yek xweya bû ku Sait Kirmizitoprak, Seîd Alçî kuştiye. Her ji ber vê tawanê hat dadgehkirin, jiberku wî bi xwe îtîraf bi kuştina Seîd Alçî kir. Her weha divê bibêjim ku di wan salan de û piştî wan sala jî ti endameke Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nehatiye teror kirin.

Pustên heman beş