Parêzgariya Hewlêrê eşkere kir, deriyê sêyem ê bazirganiyê li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hat vekirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, piştî îmzekirina rêkeftina 16 xalî ya navbera herdu parêzgeha Hewlêrê û Azerbaycana rojavayê Îranê, deriyê sêyem ê bazirganiyê hat vekirin.
Hat diyarkirin ku îro 13ê Nîsana 2022yan, bi amadebûna berpirsên hikûmî yên herdu deriyan, Deriyê Sînorî yê Sêyem ê Hacî Omeran û Temerçîn hat vekirin.