Serokê rêxistina bi ser PKK ê ve fetwaya êrişkirina ser malbatên Pêşmergeyên Roj dide

Serokê rêxistina bi ser PKK ê ve fetwaya êrişkirina ser malbatên Pêşmergeyên Roj dide

Siyaseta PKK ê ya çavtirsandina li ser muxalefeta Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de herî dawî gef li derdorên opozisyonê û bi taybet malbatên pêşmergeyên Roj tên xwarin. Yek ji van gefan jî ji alîyê Şêx Baqî ve hate kirin.

Serokê partiya bi navê “Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûriyê” ya Rojava Şex Baqî ji medyaya PKK ê re daxuyaniyek da û got, “bi kuştinê gef li malbatên Pêşmergeyên Roj xwar.

Cemal Şêx Baqî di axaftina xwe de îdîa kir ku pêşmergeyên Roj ên Herêma Kurdistanê gulle li gerîlayên PKK ê reşandine. Baqî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Bê guman ev rewş li Rojava jî sîtava  xwe dê hebe. Ji ber ku malbatên van Pêşmergeyên Roj li Rojava ne. Pirsgirêk di navbera me Rojavayiyan û wan de vediguhere tolvegerî yê.”

Dijminatiya PKK ê bi Pêşmergeyên Roj re?

Di tevahiya sala 2021 an de PKK ê şerê taybet meşand û gef li muxalîfên Rojava û malbatên Pêşmergeyên Roj xwar. Ji bo gelê Rojava dijminatiya Herêma Kurdistanê bike û sîstema takekesî li Rojava xurt bike, bi derewa got: “7 gerîlayên me li Xalîfanê ji aliyê Pêşmergeyên Roj ve hatin qetilkirin” û bi vê hincetê dest bi pêvajoyek dijberî bû başûr kir. Rayedarên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku li Xalîfan ti pevçûn çênebûye. Li aliyê din dewleta Tirk daxuyanî belavkiribû ku frokeyên wan li Xalîfan-Gare gerîla topbaran kiriye.

Dijminatiya PKK ê ya li hember Pêşmergeyên Roj ne nû ye. Gelek caran ji bo tewanbarkirina Pêşmergeyên Roj li ser derewan bername û nûçe çêkirine. Lê tê çaverêkirin ku PKK ji niha û pê de wê helwesteke tundtir li hember Pêşmergeyên Roj nîşan bide. Bi taybetî jî nekarîna PKK ê ya pêvajoya li Rojava bimeşîne û nerehetiya raya giştî ya ji rêveberiya Rojava re dibe sedem ku PKK ê dijminekî virtuala ava bike û hemû pirsgirêkan xwe veşêre. Rewşa aborî ya Pêşmergeyên Roj, piştevaniya ku ji malbatên xwe yên li Rojava re nîşan didin, û herwiha bi nav û deng û meşq û rahênanên Pêşmergeyên Roj, asta perweda bilind, bawerî û populerbûna Pêşmergeyên Roj li Rojava roj bi roj zêdetir dike. Ev rewş, bi taybetî di warê civakî de, polîtîkaya PKK ê ya bi zorê leşkerkirina şervanan asteng dike. Ev mijar jî PKK ê dixe nava rewşeke dijwar. Bi awayek din, êrîşa li ser Pêşmergeyên Roj dikare bo demkî li hember wê asêbûna ku PKK têde ye, wê bihêle kêmek nefes bistine.

PKK ji ber berjewendiyên xwe yên rêxistinî xwedî potansiyela ku Kurdan bi hev bide şerkirin. PKK xwedî pratîkek wiha ye. PKK ji bo ku îsal ev bûyer berdewam bike dixwaze malbatên Pêşmergeyên Roj bixe rojevê. Ji bo vê jî bi hinek kesên nehes weke Baqî dixwaze civakê ji vê yekê re amade bike.

Cemal Şêx Baqî kî ye?

Cemal Şex Baqî sekretere giştî yê PDK-S ye. Her çiqas ev partî ji ber navê xwe weke kevneşopiya PDK ê were fehmkirin jî lê rastî pirr cuda ye. PDK-S partiyeke ku ji aliyê PKK û dewleta Sûriyê ve hatiye damezrandin. Bi rastî ew partiyeke parawan ye ku tenê ji bo sûdwergirtina ji mîrateya kevneşopiya PDK ê ya li Rojava û ji bo rûreşkirina mîrateya PDK ê hatiye avakirin.

Ev partî ku di salên 1990 î de bi piştgiriya îstixbarata Sûriyê hatiye damezrandin, din ava gel de hatiye teşhir kirin weke partiyeke malbatî bêbandor ma bû. Cemal Şêx Baqî ku piştî salên 2000 î bû serokê Partiyê, ji aliyê gelê Rojava ve weke peyamnêrekî alîgirê Esed, yanî kesekî li bi îstixbarata Sûrîyê re di şixulî dihate dîtin. Bi rastî ew kes e ku di nav girseya PKK ê de, ji ber ku berê navên hinek endamên PKK ê dane dewleta Sûriyê, hatibû teşhir kirin. Lê piştî pêvajoya têkdanên Sûriyê, dewleta Sûriyê erkekî nû da Şêx Baqî. Vê carê jî di nav refên PYD ê ku cih girt.

Hewldana PKK ê ya ji bo çêkirina showroom û siyaseta fêlbazî

PKK ê gelek partî û rêxistin ava kir, ji bo ku îmajeke ku ji aliyê girseyeke mezin a Rojava ve tê paştevanîkirin, nişan bide. Ji aliyê din ve jî, hin navên partiyên ku berê hebûn xistin bin bandora xwe. Di çarçoveya vê lêkolînê de ku pêkanîna wê ya pratîkî ji saziya PKK ê TEV-DEM ê re hatiye dayîn, bi pêşengiya Aldar Xelîl pêvajoyeke komê hate meşandin. Ji her partiyekê re budçeyek hat dayîn. Di berdêla vê yekê de jî ev kes li ser çapemeniyê hatin reklamkirin û werimandin. Pişt re PKK ê xwest bi komkirina hemû saziyan di bin navê PYNDK ê de showroomek sîyasî çêbike.

Di van demên dawî de PKK van pêkhateyan yek bi yek derdixe holê û wana li gorî berjewendiyên patîya xwe dij-Kurd dide axivtin.

Pustên heman beş