Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 15ê Nîsana 2022yan li Stenbolê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan.
Di civînê de rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berfirehkirina derfetên alîkariyê ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê hat kirin.
Herdu aliayan daxwaza xwe ji bo girîngiya pêşvebirina hevahengî û pêwendiya dualî ya di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û danûstandina bazirganî de li ser bingeha berjewendiya hevbeş car din anîn ziman.
Paş civînê, Mesrûr Barzanî li ekawnta xwe ya Twitter ê ragihand ku di civina li gel Erdogan de Pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de Her wiha Pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê hatin nîqaş kirin.