Artêşa Tirkiyê li Diyarbekirê dest bi operasyoneke nû dike

amed-diyarbekir-pkk-operasyon

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li Diyarbekirê bi beşdarbûna 650 leşker û polîsan, li dijî PKK operasyonek hat destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hat diyarkirin, ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Diyarbekirê ve, operasyoneke nû bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê hatiye destpêkirin.

Destnîşan kir jî, operasyon bi beşdariya 42 tîmên ku 650 endamên artêşa Tirkiyê tê de cih digirin hatiye destpêkirin.

Pustên heman beş