Azadkirina zîndanyên DAIŞê pilaneke xeter ya PKKê ye

PKK-HSD-ISIS-leborin-Info

Rêveberiya Xweser lêborîneke giştî ji bo azadkirina endamên Rêkxistina DAIŞê ji zindanên xwe li sernaserî Rojavayê Kurdistanê derxist, Hikûmeta Îraqê jî ji tirsa dubare bihêzbûna wê rêkxistinê zêrevaniya sinorên xwe yên bi Sûriyeyê re mukomtir kir. Fermandarê hêza Pêşmerge li Şengalê jî ev yêk bi pîlana herî xeter a rêxistina PKKê nav kir.

Bi derbazbûna kêmtir ji heftiyekê li ser derxistina biryara lêborîna giştî ji bo zindaniyên zindanên girêdayî Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku wekî HSD tê naskirin karwanekî hezar û 500 zindaniyan ji zindanên xwe azad kir, ku goman tê kirin çekdar û endamên DAIŞê bin.

Hejmareke wan zindaniyên hatine azadkirin sizayê 10 salên zindanîkirinê li ser hebû lê tenê du salan di zindanê de maye, hejmareke wan jî bi çar salan hatibûn zindanîkirin lê tenê salekê di zindanê de mane û hatine azadkirin.

PKKe bo kêmkirina fişara li ser xwe terorîstên DAIŞê azad dike

Fermandeyê Pêşmerge li Şengalê Qasim Şeşo got: PKKê lêborîna giştî bo zêdetrî 1500 çekdarên DAIŞê ji zîndanên xwe derxistiye û dê di du qonaxan de wan azad bike. Di qonaxa yekem de hezar û 112 çekdar ji zîndana Reqayê azad kirin û di qonaxa duyemîn de jî dê 400 çekdarên din azad bike.

Her wiha destnîşan kir, PKKe lîsitkeke tirsinak dilîze. Dizane ku ew li qendîlê ketiye jêr fişara Tirkiyê û li Silêmaniyê jî ketiye tengasiyê û dizane ku êdî desthilatdarên wê derê jî nikarin guh nedin tevgerên PKKê.

Xeteriya vegera terorîstan bo Neynewayê

Loma jî azadkirina çekdarên xeter yên DAIŞê ji hêla HSDê ve xeterî li ser sînorê me jî çêkirine ji ber ku metirsî heye ku ev çekdarên DAIŞê werin parêzgeha Nînewayê û rewşa ewlehiyê careke din xirab bibe”.

Qasim Şeşo daxwaz ji serokwezîrê Îraqê û aliyên peywendîdar kir ku bi cidî li ser gefa karta ku ji aliyê PKKê ve hatiye bikaranîn, bisekinin û pişitguh nekin.

Mezlûm Ebdî: Pilana me wesa ye ku em hemî girtiyan azad bikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî di derheqa çarenivîsa endamên DAIŞê yên girtî û azadkirina wan de got, “Me di pêngava yekê de nêzî hezar û 500 zindaniyan azad kirine. Pilana me wesa ye ku em hemî girtiyan azad bikin, tenê ew nebin ên ku destên wan bi xwînê sor bûne, tevî wan çekdarên biyanî yên ku di nav rêzên Rêkxistina DAIŞê de şer kiriye.”

Rojavayê Nînewayê tedbîrên xweparastinê hatine wergirtin

Ji hêla xwe ve, Mihemed Şemerî, ji fermandarîya operasyonên rojavayê Nînewayê, ji rojnameya El-Erebî el-Cedîd re ragihand ku hêzên Îraqî tedbîrên xweparastinê girtine ji bo rêgirtinê li her ketineke bi guman bo nav sînorên Îraqê ji aliyê Sûryê ve û go ku bi dirêjahîya 200 km wan hêz belave kirine.

Rojnameyê got ku kamerayên çavdêriyê li ser sînorê Îraq-Sûrye li parêzgeha Nînewayê hatine danîn.

10 hezar endamên DAIŞê di zindanên Rêveberiya Xweser de hene

Nêzî deh hezar çekdar û endamên Rêkxistina DAIŞê di zindanên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê de hene, ji wan jî nêzî du hezaran xelkê biyanî ne.

Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) li roja 17.07.2024ê lêborîneke giştî derxist û biryar da ku hemî kesên xelkê Sûriyeyê azad bike yên ku heta berî derkeftina wê biryara lêborîna giştî jî hatibûn zindanîkirin.

Wekî pêngava yekê ya bicihanîna wê biryarê jî, li dû zanyaran, zêdetirî hezar û 500 kesan hatine azadkirin ku piraniya wan endamên Rêkxistina DAIŞê ne.

Hikûmeta Îraqê nîgerane

Ev pêngava Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûye sedema nîgeraniya Hikûmeta Îraqê ya Federalî, herwesa tirs heye ku endamên azadkirî yên DAIŞê ji Sûriyeyê derbazî sinorê Îraqê bibin, ji bo ku dubare neyên girtin û ev jî pêngavek be ji bo dubare xwerêkxistina DAIŞê li Îraqê û bihêzbûna wê.

Her bi belavbûna derxistina wê biryara lêborîna giştî ya Rêveberiya Xweser re, artêşa Îraqê hêzeke zêdetir şandiye ser sinorên xwe yên bi Sûriyeyê re ji bo ku rêyê li derbazbûna çekdarên DAIŞê bigirin.

Pustên heman beş