Cendirmeyan ciwanekî Kurd li sînor kuşt

Tehsîn-Yalçîn

Cendirmeyên Tirkiyê li sînorê nêvbera Başûr û Bakurê Kurdistanê gulle berdan ciwanekî Kurd û jiyana xwe ji dest da.

Tehsîn Yalçîn ciwanekî Bakurê Kurdistanê ye duh roja 16 nîsanê wî li gel du hevrêyên xwe serdana gundê Rûbarokê li nav axa Başûrê Kurdistanê kirbû û li dema vegerê bo gundê Rûbarokê yê li alê Bakurê Kurdistanê, cindirmeyan gulle berdanê.

Di encama teqeya cendirmeyan de ku li saet 3:00 Serê sibehê pêkhatîye, ciwanê bi navê Tehsîn Jiyana xwe ji dest da, lê belê du hevrêyên wî selametin, malbata Tehsîn gotîye ku wan cesedê Tehsîn sipart axê.

Li gorî Komeleya Mafperweran, ev ne bûyera yekemîn a teqekirinê ye li sînor çêdibe, li sala 2019ê, cendirmeyan ciwanê bi navê Vêdat Ekêncî 14 sal li gundê Rûbarokê kuşitbû û her wiha, Ozcan Erbaş yê 16 sal jî li sala 2020 gundê Bîroxê ji hêla cendirmeyan ve hatbû kuştin.

Pustên heman beş