PYDe “Zekatê” bi zorî ji gelê Rojava distîne

زكاة الفطر-حزب-الاتحاد-الديمقراطي-pyd-pkk-rojava-derek-zekat-fitre

Rêxistinên Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDê li hin bajarên Rojava Kurdistanê ketine liv û tevgerê û li malan digerin ji bo stendina Zekata Serfitrê ji hemwlatîyan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, li bajarê Dêrkê kadroyên PYDê li malan digerin ji boy kom kirina zekata serfitrê û ji her malekê kujmê 5 hezar lîreyê Sûrî distînin.

Dest nîşan kir, kadroyê PYDê yê bi navê Hemze Mihemed ku ji gundê Hemze Bege û ji şêniyên Dêrkê ye, ew berpirsê komîta Şehîd Mihî Aldîn a girêdayî PYDê ye, wî duh roja 18/4/2022ê dest bi serdana malan kirîye ji boy wegirtina Zekata Serfitrê.

Li gorî agahiyên destê me, PYDê bi şênyên Dêrkê gotîye ku ew zekatên wan wê li ser malbatên şehîdan bên parvekirin.

Hêjay gotinê ye, paş ku hin ji çavkaniyên petrolê ji destê PYDê û Rêveberîya Xweser hatine derxistin û raste rast ketine jêr desthilata Amerîkîyan, rewşa darayî a PYDê xerab bûye, loma wê jî weke baskê Rojava Kurdistanê yê PKKê pena ji bo bi zor stendina pereyan ji hemwlatîyan birîye, weke stendina bacê ji xwedî kar, ticar û biznizmenan û herweha stendina pereyan li jêr navê mehane û aboneyên partiyê, îro jî PYDe hatîye û di meha Remezana pîroz de Zekatê bi darê zorê ji şêniyên bajêrê Dêrkê distîne û dibêje emê bidin malbatên şehîdan.

Pustên heman beş