PKKê li Şengalê kevne terorîstên DAIŞê û mîlîşyayên Sûrî tevlî refên xwe kirine

iraq-army-pkk-sinjar-sinon-war

Hemwexta destpêkirina operasyona “Pence-Kilît” ya artêşta Tirk a dagîrker li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê, artêşa Îraqê jî êrîşên li ser PKKê li Şengalê dest pê kirin, hevsengîya hêzê li Şengalê nemaye di destê PKKê de û artêşa Îraqê rijde vê carê bi rêya bêbandorkirina PKKê û milîşya û çekdarên wê li Şengalê, sînorekî ji boy êrîşên Tirkiyê dane.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê agahiyên herî taybet li derbarê aloziyên Şengalê yên du rojên rabûrî ku li nêvbera artêşa Îraqê û PKKê çêbûne bi dest xistin, emê di vê raporê de van hemû pevçûnan êxin ber çavên we.

Kê ferman da artêşa Îraqê êrîşa PKKê bike?

Encûmena Ewlehîya Niştîmanîya ya Îraqê, li hefteya rabûrî bi seroktîya Mistefa Kazimî civîya, Kazimî fermana raste rast da artêşê û hêzên ewlehiyê ku dosyaya ewlehiyê ya Şengalê bigirin destê xwe û her rêyeke hebe ji boy ramalîna navçeyê ji mîlîşyay yan bi kar bînin.

Pevçûnan bi êrîşa li ser Asayîşa Êzîdxanê destpêkir

Roja duşemê 18/4/2022ê demjimêr 09:50ê şevê, li gorî zanyariyên piştrastkirî, artêşa Îraqê li nav navçeya Şengalê gulle berdan hêzên Asayîşa Êzîdxanê û çekdarên Asayîşa Êzîdxanê ji xala xwe ya li navçeya Şengalê reviyan.

Li heman rojê şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Îraqê û Asayîşa Êzîdxanê de derket û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn, li gorî agahîyan ku leşkerekî Îraqî di wê pevçûnê de birîndar bûye.

Ev şer û pevçûn roja duşemê 18ê nîsanê danê êvarê, li dergehê Dugrî li navçeya Sinûnî ya ser bi qeza Şengalê derket, piştî ku endamên artêşa Îraqê nêzî xaleke leşkerî ya Asayîşa Êzîdxanê bûn û daxwaza “valakirina qereqola leşkerî” kir ku dikeve dergehê Dugrî, lê belê li destpêkê hêzên Êzîdxanê ew daxwaza artêşê red kir û di encamê de pevçûnên çekdarî derketin.

Hêzên Êzîdxanê kî ne?

Di nava hêzên Asayîşa Êzîdxanê de zêdetirî hezar endamên çekdarên Êzdî yên girêdayî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞê) ya girêday PKKê hene ew fermanan ji Encûmena Rêveberîya Xwesera Şengalê ya girêdayî Partîya Karkerên Kurdistanê werdigrn.

3 Leşkerên Îraqî birîndar bûn, lê em nizanin ku di nava refên Asayîşa Êzîdxanê de kuştî û birîndar hene yan na

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir ku “artêşa Îraqê rijde ku hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê û navçeyên derdora wê derxîne û navçeyê radestî hêzên Asayîşê bike, baregeh û noqteyên wan yên leşkerî ji bo artêşê bên vala kirin, pevçûnên roja yekem yên Şengalê jî di wê çarçoveyê de bûn.

Di encama şer de, 3 leşkerên Îraqî birîndar bûne, her wiha du hemwlatiyên sivîl yêk jê 10 salî ye, lê em nizanin ku di nav rêzên Asayîşa Êzîdxanê de ziyanên canî hene yan na.

Li gorî çavkaniyên me, di pevçûnan de çekên Kelaşnîkov, BKC û Hawn hatine bi kar anîn.

Li saet 10:30 Şev artêşa Îraqê hêzên Êzîdxanê neçar kirin baregehên xwe vala bikin

 Artêşa Îraqî paş 9 saetên şerên devkî û bi çekan, karîn kontirola xwe feriz bikin û hêzên Êzîdxanê neçar kirin ku ji baregeha leşkerî ya li deriyê navçeya Dugrî vekişin.

Li Gir Izêr Artêşê û Êzîdxanê li hev xistin

Îro roja sêşemî jî 19/4/2022ê, artêşa Îraqê paş kontirol kirina baregeha Asayîşa Êzîdxanê li deriyê Dugrî, li navçeya navbera Girzik û Gir Izêr de li başûrê çiyayê Şengalê, şer derket.

PKKê hemû rêyên diçin Xanesûrê girtin

Di dewama şer û pevçûnên artêşa Îraqê û çekdarên PKKê de, îro çekdarên PKKê ji xeynî rêya sereke hemû rêyên ku diçin Xansûra bakurê Şengalê, bi xalên kontirolê û buldozeran ji aliyê Partîya Karkerên Kurdistanê ve girtin.

Di wan kêlîyan de li esmanê navçeya Şengalê, tevgera firînê ya artêşa Îraqê herî zêde dihat dîtin.

Di nava Şengalê û Sinûnê de pevçûn

Artêşa Îraqê piştî 9 êrşên duh yên li ser Asayîşa Êzîdxanê, îro li gundê Sikêniyê yê navçeya Şengalê dest bi êrîşa ser nuqteyên hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê yên girêdayî PKKê kir.

Paş bi dawî bûna êrîşê ku du saetan dewam kir, artêşa Îraqê dest bi dorpêçkirina navendên Asayîşa Êzîdxanê li herêmên Xansûr, Sinûnê û deriyê Dugrî kir.

Her îro danê sibê saet di 02.00An de jî, artêşa Îraqê careke din êrîşek li ser xala Asayîşa Êzîdxanê ya girêdayî navçeya GirIzêr pêkanî, di heman demê de hêzên asayîşê jî bersiv dan êrîşê û di encamê de şer û pevçûn di navbera herdu alîyan de derket.

Artêşa Îraqê hêzeke mezin li Bab Şilo bicîh kir

Artêşa Îraqî hêzeke mezin anî Bab Şilo û gundê Sikêniyê, ku nêzî xalên Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ye, paş gihîştina vê hêzê artêşê her rast dest bi teqê li baregehên YBŞê kir û pevçûnên tund di navbera herdu alîyan de derketin.

Li gorî çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî”, çekdarên PKKê du leşkerên Îraqê û şofêrê barhelgirekê ya artêşê revandine.

Rojava Şengalê ji dest PKKê derxstîye

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, paş du rojên şer û pevçûnan, artêşa Îraqê karîne rojava Şengalê ji dest PKKê û mîlîşyayên wê derxînin, ku PKKê çekdarên xwe yên Ereb li wir bicîh kirbûn, di van kêlîyan de, Êzdiyên ku alîgrên PKKê ne û hejmara wan bi sedane, pêşî li artêşa Îraqê girtin û xwestin wan çekdarên Ereb yên PKKê serbest berden.

Çavkaniyên me eşkere kirin, ew çekdarên Ereb yên ku PKKê tevlî refên xwe kirîn, heman ew Erebin ku li dema êrîşa DAIŞê keç û jinên Êzdîyan revandin û mezargehên olî yên Êzdîyan herifandîn.

Çekdarên DAIŞî di nav PKKê de li Şengalê

Çavkaniyên me dest nîşan kirin ku PKKê li Şengalê çendîn curên çekdaran tevlî refên xwe kirine weke kevne terorîstên DAIŞê û mîlîşyayên Sûrî ku hemû di daxwaz kirîne ji boy dadgehê.

Hinek ji şênyên Şengalê ku nexwestin navê wan were eşkere kirin, ji bo pêgeha me axivîn wan go: “Çekdarkirina Ereban li Şengalê ji hêla PKKê ve bi wateya dubarekirina cînosaydê û kuştina Êzdîyan tê, her wiha dest nîşan kirin ku PKKê bi rêya girseya xwe ku ji hinek Êzdiyên xwefiroş pêk tê dixwaze gelê Êzdî bixapîne û wan weke amûrê bicîkirina ecêndayên xwe bikar bîne.

Pustên heman beş