Kalkan xeteriyê têxe ser saziyên sivîl yên Herêma Kurdistanê

kalkan-pkk-kck-duran-kalkan-kurd-kurdistan

Dûran Kalkan endamê komîteya rêvebera PKKê ragihand, PKKe wê şerî li her derê belav bike, bi awayekî ku bigehe nava tev Herêma Kurdistanê, Kalkan bi van gotinên xwe xeterîyeka raste rast li ser saziyên sivîl yên Herêma Kurdistanê çêkir.

Dûran Kalkan, tevlî bernameya taybeta “Medya Haber TV” bû û hin mijarên niha di rojeva Kurdistanê de gerim nirxandin.

Dûran Kalkan got: “Di çapemeniyê de tê gotin ku PDKe û Tirk wê bi hev re êrişê bikin, em dişopînin, rastî çiye em baş nizanin, ji aliyê PDKê ve daxuyaniyên eşkere nayên dayîn”.

Ev axaftina Kalkan di demekî de ye ku bi tenê medyaya PKKê bi awayekî rêxistinkrî dibê: “PDKe û Tirk wê bi hev re êrîşa PKKê bikin”!!, Armanca PKKê jî diyare ew dixwaze bi van derewan zemîneyekî ji boy şerê li dijî Herêma kurdistanê û têkdana statoya wê çêbike.

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de pir eşkere diyar kir ku êdî her dera Herêma kurdistanê wê bibe meydana şer û got: Şer ne tenê ji Heftenînê heta Xakurkê, belku dê li her derê belav bît, li tevahiya Başûr û zirara herî mezin wê bighe Başûr”.

Gef û tehdîdên Kalkan ji boy Herêma Kurdistanê tê wê wateyê ku armanca sereke a PKKê têkdana ewlehîya Herêma kurdistanê ye, li cîhê kalkan gefan li Tirkiyê bixwe û bibêje emê Şerî veguhêzin Stenbol û Enqerê, îro hatîye û dibêje emê her dera Herêma Kurdistanê bikin meydana şer.

Pustên heman beş