Yên li dijî seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketîn kî bûn?

Yên li dijî seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketîn kî bûn?!

Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê dema du rojane bi seredaneke fermî li Brîtanyayê ye, lê belê PKKe bi kirêgirtiyên xwe ve li dijî vê yekê sekinî û heqaret li Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Ev dema şeş rojan bû PKKê kadroyên xwe li Brîtanyayê erkdar kiribûn ku ji boy encamdayîna xwepêşandanê li dijî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê bang li gelê Kurd ê li Brîtanyayê bikin, lê tevî vê yekê nekarî zêdetrî 70-80 kesan ku piraniya wan kadroyîn wê bi xwe bûn li hev kom bike.

Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji boy bi dest xistina piştevaniya zêdetir ya Brîtanyayê ji boy çareser kirina pisgirêkên siyasî û abûrî yên herêmê seredana Brîtanya kirbû, lê bi banga PKKê alîgirên “Eniya Miqawemê” li dijî vê seredana Mesrûr Barzanî sekinîn û heqaret li serok wezîrê Herêma Kurdistanê kirin.

Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî, hejmara herî zêde ya kesên îro li dijî seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketîn alîgirên PKKê bûn, hejmarek jî ji wan kurdan bûn ku li Brîtanyayê nekarîne heya niha Paseportê wergirin û heya hin kes di nava wan de bûn ku li Kurdistanê bi tawana destdirêjîya seksî ya li ser zarokan doz li dijî wan hatiye vekirin.

PKKe li aliyekê leşkerê Tirkiyê tîne ser axa Herêma Kurdistanê û bûye pirek ji boy derbasbûna leşkerê Tirk bo tev Başûrê Kurdistanê, li aliyê din jî di medyaya xwe de bi derew û nûçeyên sexte li dijî Herêma Kurdistanê disekine û li Ewropayê jî heqaretê li Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê dike.

Ev cara yekemîn nîne ku PKKe li Ewropa li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê tev digere, pêş niha jî li dema êrîşa DAIŞê hin kadroyên PKKê yên jin bi kincên kurdî çûn parlementoya Ewropayê û ji wan xwestin çek bi Pêşmergeyên Kurdistanê nedin.

PKKe ger rast dibêje bila carekî li bajarekî Bakurê Kurdistanê li dijî Erdogan yan Dewlet Baxçelî bisekine û hêkan bigire wan, yan jî dema rayedarên Tirkiyê yan Îranê diçe Ewropayê karekî bi vî awa bike, lê her kes dizane xulam ti caran nikare li himber serokê xwe bisekine.

Bi kurtasî tişta ku “Eniya Miqawemê” nekarî bi mûşekan pêk bîne, nikare bi hêkan jî pêk bîne.

Pustên heman beş