Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê di Reutersê de cih girt, Reutersê tekez kiriye ku bingeha serdanê «girêdayî destpêka enerjiyê» ye.
Reutersê Di rapora xwe de gotiye: “Serokwezîr Kurd Mesrûr Barzanî bi lîderê Îngilîstanê Borîs Johnson re, li ser îxracata enerjiyê ji bo Ewropayê û kêmkirina girêdana bi petrol û gaza Rûsyayê re axivî”.
Derbarê civîna navbera her du aliyan, “Serokwezîr Barzanî behsa xwesteka hinardekirina enerjiyê bo Ewropayê kir û Serokwezîr Johnson pesna hewldanên rojavayî yên ji bo kêmkirina pêbendbûna bi petrol û gaza Rûsyayê da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya beriya du rojan a li Londonê de, bi Serokwezîr, wezîr û siyasetmedarên girîng ên Brîtanyayê re rûnişt, serdaneke ku di çapemeniya Brîtanyayê de bi berfirehî hatibû ragihandin.
Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson ragihand ku civîna Barzanî û Johnson derfetek afirandiye da ku têkiliyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de berfirehtir bibin
Downing Street diyar kir ku Brîtanya û Herêma Kurdistanê xwedî têkiliyeke dîrokî ne û derfetên berfirehkirina têkiliyên bazirganî û veberhênanê yên dualî afirandiye