Operasyona Artêşa Tirk dest pê kir, wê PKK çi bike?

Operasyona Artêşa Tirk dest pê kir, wê PKK çi bike?

Dewleta Tirk li herêmên çiyayî yên Kurdistanê li ser xeta Zap-Metîna-Avaşîn operasyona bi navê Pençe-kilît destpêkirin. Operasyona ku di 18 ê Nîsanê de dest pê kir, ji ber dezenformasyonên propagandayê ji aliyê dewleta Tirk û PKK ê ve, hem ji aliyê Kurdan û hem jî raya giştî ve rewş nayê fêmkirin.

Ger em kodên bingehîn ên armanc, bandor û geşedanên muhtemel ên operasyonê di bin çend sernavan de rêz bikin, dê were dîtin ku bi rastî di operasyona kilît de wê encamên pir girîng hebin.

Ev operasyona herî sereke ye di nav operasyonên Pence de ku ji sala 2019 an vir ve hatine meşandin. Beriya her tiştî bi operasyonê re erdnîgariya herî girîng a Kurdistanê ku ji Çelê heta pişta Şêladizê dirêj dibe, ji aliyê dewleta Tirk ve bûye du beş. Ev beşa herêma Behdînan ku PKK e jê re dibêje herêmên Parastina Medya, ji bin kontrola PKK ê ketiye û ketîye bin kontrola dewleta Tirkiyê de.

Dewleta Tirk heta niha ku der girtiye?

Bi operasyona dewleta Tirk a şeva 18 ê Nîsanê ve, deverên pirr girên stratejîk ên herêma Zap-Avaşîn ketin destê dewleta Tirk de. Cihên ku ji hêla artêşa Tirk ve têne  girtin ji du xetên ku bi hev ve girêdayî pêk tê. Leşkerên Tirk di nava 3 saetan de li hemû giran leşker dadayê. PKK ê li van giran tu berxwedan nîşan neda.

Ya yekem ji vê rêzê; Ji Çiyaye Reş ku bi hewayî 5 km dûrî sînorê Çelê ye, girê Merîna (girê cehennem), Zênîya Bêzno,Girê Rûbar, sere Wêle (Girê Şoreş) û heya Kurejarî pêk tê.

Xeta duyemîn jî dikeve herêmên navbera Zap û Avaşînê de. Artêşa Tirk ji zozanên Xeregol derket û ber bi sarka Bêbo û xwe gehand kêrîyê Hore. Li vir çiqek operasyonê ber bi dukera Mazî,sere Şaca û gelîyê Çemêcî ve çûn.  Çiqê dî yê operasyonê çû navsera Sînya ku jêre tê gotin girê şikefta birîndara. Navê şikefta birîndara ji şikefta gûndê sînya tê. PKD sala 1992an de birîndarên xwe di vê şikeftêde cîkiribûn. Dijminî şeva yekem li girê Sînya bi helîkopterê leşker peya kir. Di heman dem de bi bejayî jî leşker hilkişyan navsera Sînya û kêrîyê Hore. Ev herêm li ser erdnîgariya di navbera Zap û Avaşînê de bi bandor e. Girê Mahîr Mîrzo, banîya Mazî, heya zênîya gundê Şaca leşkerê tirk lê hate danîn.

Gelo Başûrê Kurdistanê harîkarî dide vê operasyonê?

Pir girîng e ku mirov van her du qadan bi hûrgulî di warê pîvandina agahdariya ku ji hêla her du aliyan ve hatî dayîn fam bike. Ji ber ku bi taybetî çavkaniyên PKK ê bi hemû hêza xwe hewl didin bi hinceta vê operasyonê Herêma Kurdistanê tewanbar bikin. Bi rastî jî li Kure Jarî, weke ku PKK dibêje; helikopter ji başûr neçûne. Hêzên operasyonê hemû ji Qeza Çelê derbasî nava axa Başûr bûye. Bi çi awayî hêzên Başûrê Kurdistanê harîkarî nedaye vê operasyonê. Deverên Operasyonê warê sîlsîla çîyayî û mesafe de 15-20 km ji gundê serêsêvê(tekevler) Eriş(Çayirli) dûr e.

Ji Serê Sevê latên Kewa bi hewayî heta Çiyaye Reş 5 km û di menzîla çeke giran da ye. ji serê Xeregol heya navsera Sînya jî bi hewayî 7-10 km.

Her wiha baregehên stratejîk yên dewleta Tirk ku ji sala 2018 ve têde cîh bûyî hene. Artêşa tirk ji sere darê (zozanên Doskî jûrî) heya Botîya (mizurî jûrî) baregahên xwecîh avakirine. Hemû lotkeyên sînorê Bakûr Başûr ji Şemzînan heya Qulebanê di destê dewleta Tirk da ne. Ev bicîh bûna Tirkan Operasyonên deverê hêsan dike.

Ji ber vê sedemê, çi rastî bû nîne ku Başûr harîkarî bide operasyonê. Heke PKK bi hêz ba ma artêşa Tirk dikarî bû li Kurejarî leşkeran daxe. Ev operasyon li qada şer cûdaye û li qada ragahandinî cûda ye. PKK weke her car ji binketina xwe re li hinceta digere û ava dike.

Encamên vê operasyonê dê çi bin?

Avakirina baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li van herêman encamên xwa yên leşkerî, siyasî û dîrokî wê hebin.

Ji van encaman ya herî girîng jî ev e ku PKK ê tevahiya xeta ji Zagrosê heta Botanê ku ji sala 1982 an û vir ve lê bi cih bûye, ji dewleta Tirk re hişt. Niha di dirêjahiya Xaxurkê, Avaşîn, Zap, Metîna, Heftanînê de di ti bilindahiyên stratejîk ên Zagrosê de cihê PKK ê nemaye. Yekane cihê bilind ku PKK lê ma be tenê Gare ye.

Her wiha bi vê operasyonê re xeta Metîna û Avaşîn ji hev hatin veqetandin. Dewleta Tirk rêyên li ser sînor hemû girtin.

Ev hemû jî helbet wê encamên girîng ên siyasî û dîrokî li Kurdistanê derbixin. Ev hemû dê bandoreke kûr li têkiliyên parçeyên Kurdistanê di warê civakî û aborî de bike. Heman dem li ser rêyên enerjiyê û bazirganiyê de jî wê bandoreke kûr bike. Lê mijareke girîng heye ku PKK wê çi bike.

ji niha û pê de wê PKK çi bike?

PKK ji sala 2018ê ve her sal devereke çiyayî ya girîng li ser sînorên Herêma Kurdistanê ji artêşa Tirkiyê re dihêle ev rewş pir bi guman e û her sal jî dubare dibe. Heger PKK ê bi rastî jî dixwest pêşî li êrîşan bigire, dikaribû van deverên çiyayî ji Pêşmergeyan re bihêle. Ev yek da pêşiya vê rewşa heyî bigirta.

Îspata herî mezin a vê yekê jî bûyerên li Metîna û Heftanînê qewimîne. Tevî hemû îftirayên medyayî yên PKK ê, hêzên Kurdî û Pêşmergeyên ser bi pasewanên sînorî yên Iraqê li hinek cihan bi cih bûn. Ger bi dehan herêmên weke Batufa li Heftanînê û Kela Qumrîyê û serê Metîna nehatiban girtin, bi îhtimaleke mezinda di  îsal de ev lotke jî hemû di destê artêşa Tirk de bûna. Lê cîh bûna pêşmerge pêşîya vê metirsîyê li hinek devaran girt.

PKK e êdî nikare bibe xwedî wê hêzê ku artêşa Tirk ji van bilindahiyan bikaribe derbixe. Artêşa Tirk ku ji sala 2018 an û vir ve bi dehan baregeh ava kiriye û PKK ê nekarîye yek bihost erde vê deverê ji tirkan bistîne. Lê belê bi şebekeyên tunelan ên ku PKK ê di nava salekê de li ser zinarên geliyê Zapê di kûrahiya 20 km de ava kiriye, car caran çend guleyan berdide dijmin, lê nikare wê hêza li deverê bicîh bûyî derbixe.  Dewleta Tirk wê li van herêman bi temamî bi cih bibe. Ev yek ji bo erdnîgariya Kurdistanê encamên pirr xeternak derdixe holê.

Li aliyê din PKK wê li erdnîgariyê tengasiyeke mezin bijî. Di rewşa xwe ya niha de ji bilî Garê cîhek tune ku PKK bi rihetî lê bigere. Ji bo vê xitimandinê derbas bike, wê hewl bide li ser xetên nû li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe. Lê hema hema hemû deverên çiyayî yên Herêma Behdînan-Biradost ji destê PKK ê derketin û ketine destê Tirkiyê de. Ji bo vê jî PKK wê hewl bide ku ji çiyayên ku li ser deştê, dakeve herêmên nîvdeşt.

Ev ê li ser çend deveran pêk were.

Armanca PKK ê: devera Barzan û Welatê Jêrî

Herêma Barzan û Welatî Jêrî yek ji wan deveran e ku heta niha PKK e ji ber nerazîbûnên xelkê nekarîye derbasî nav wê bibe. Yek ji sedemên ku PKK e ew qas malbata Barzanî dike hedef ew e ku eger pêwîst bike rîska ketina Barzanê girtiye ber çav. Di demên pêş de PKK wê hewl bide bikeve herêmên nizarê çîyayê Şirîn. Wê hewl bide li herêma bi navê Welatê Jêrî tê naskirin ku gundên eşîra Muzîrî yên jûrî ye weke gundê Têl, Şingêl, Dawitka, Babsêva, Hîzan bi cih bibin. Ev yek tê wateya ku PKK e ji bo sala bihêt dixwaze artêşa Tirk bikêşe devera Barzan çîyayê Şirîn.

Xalên din ên ku PKK dixwaze bi cih bibe ev in; Xeta sêkûça Barzan-Akrê-Xelîfan Ji ber vê sedemê dibe ku tevgera PKK ê li vir zêde bibe.

Pustên heman beş