KCK e ji bo Iraqê: PDK xerab e, lê ez aqil im, êrîşî min nekin

KCK e ji bo Iraqê: PDK xerab e, lê ez aqil im, êrîşî min nekin

Rakêşana di navbera artêşa Iraqê û hêzên PKK ê yên li Şengalê de, di van hefteyên dawî de her ku diçe zêde dibe. Di aloziya ku ji 10 ê Nîsanê ve berdewam dike de, piştî  YBŞ ê xwest ciwanekî li gundê Dugûrê birevîne artêşa Iraqê û niştecîyên gund midaxileyê YBŞ ê kir. Piştre gelê Şengalê bang li hêzên Iraqê yên li herêmê kirin û hêzên Iraqê xwestin YBŞ ê ji herêmên sivîl derbixe. Piştî redkirina vê biryarê ji aliyê PKK ê ve, şer û pevçûn derketin. Çavkaniyên herêmî jî îdîa kirin ku hindek zîyanên YBŞ ê ketine.

Fermana ji bo şervanên PKK ê hatî: rasterast teqe li Serbazên Iraqê nekin û wan nekujin

Pevçûn roja Pêncşem û Îna ya borî dîsa gur bûn. Beşek ji şervanên YBŞ ê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin girtin. Hate hînbûn ku rêveberiya siyasî ya PKK ê ya Şengalê ji hêzên xwe re gotiye, “Di şer de rasterast leşkerên Iraqê nekin hedef, windahî yên wan bila nebin, wê me ji herêmê derxin, em nikarin bazarê siyasî bikin” Ji ber vê yekê hêzên YBŞ ê heta niha li herêmê tenê paşve vekişiyane, û pîrejinan li nuqteyên asayîşê bi cih dike. Ji şeva borî ve 15 şervanên YBŞ ê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin binçavkirin. Hîn jî nehatine berdan. Lê ne medyaya PKK ê û ne jî hêzên Iraqê bi tevahî bûyeran rave nakin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê têkildarî wan bûyeran daxuyaniyek da û got, “Em weke Tevgera Azadî diyar dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê piştgiriyê bidin her pêvajoya demokratîk a çêker.” Ev gotin pêngaveke KCK ê bû ku bi Iraqê re hevdîtineke nû destpê bike. Lê di daxuyaniya KCK ê de jî bi awayekî nepenî hatiye gotin ku ew dikarin di kîjan mijaran de tawîzan bidin dewleta Iraqê û dê karibin çi xizmetê bikin. KCK ê dîsa PDK ê weke xeternak nîşan da. Di daxuyaniya KCK ê de hat gotin, “Ya ji bo Iraqê xeternak PDK ye, ne em in”

PKK ê, PDK ji bo Iraqê xeternak nîşan da

Di daxuyaniya KCK ê de xalên ewlehiyê yên di navbera wan û dewleta Iraqê de li Şengalê û hwd hatin bas kirin. PDK her çiqas ti eleqeya wan bi pirsgirêkan re tunebû jî lê hate tewanbarkirin. KCK ê destnîşan kir ku ew amade ne ji bo dewleta Iraqê tiştekî bikin û ev derbirîn kirin. “Bi stratejîya dewleta Tirk a faşîst, plana xwe ya parçekirina Iraqê û dagirkirina herêmê heta Mûsil û Kerkûkê didomîne. Piştgirê herî mezin yê vê planê PDK ye. Di berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî artêşa Tirk de yê ku herî zêde harîkarî dide dagirkeran PDK ye.”

KCK ê xwest peymanên berê yên bi Iraqê re kirî bi bîr bîne?

Bingeha peymana ku di sala 2014 an de di navbera KCK-PKK û Iraqê de hat îmzekirin li ser sînordarkirina Herêma Kurdistanê bû. Rêveberên KCK ê Sabrî Ok û Riza Altun çûn Bexdayê û bi Serokwezîrê wê demê Nûrî Al-Malîkî u piştre ji Haydar Ebadî re li hev kirin. Li gorî rêkeftina ku di bin garantorê Îranê de hatiye îmzekirin, hêzên PKK ê Herêma Kurdistanê wê dorpêç bikin, rê li ber belavbûna Hêzên Pêşmerge li deverên madde 140 bigirin û Herêma Kurdistanê li gorî berjewendiyên Iraqê dê sînordar bikin. Ji bo vê jî lihevkirin ew bû ku PKK li ser xeta Şingal, Mexmûr, Kerkûk, Dûzxurmatû, Germiyan û Xaneqînê bi cih bibe. Ev xet jî dibe xeta sînorê Iraq û Kurdistanê. Herwiha ev xet di çarçoveya projeya Heyva Şîe ya Îranê de ye. Di berdêla vê xizmetê de wê PKK jî xwedî hin îmtîyazan be. Ev îmtiyaz ev bûn: “PKK wê di bin navê  “Hêzên Xweparastinê” de rêxistin bikin, wê ev rêxistin ji aliyê Iraqê ve bi fermî bê naskirin, balafirgeha Bexdayê ji bo hatinûçûna xebatkarên PKK ê were bakaranîn, di warê petrolê û mijarên din de jî dê bi Rojava re bazirganî bê kirin.” Gelek tawîzên leşkerî û malî yên ku PKK sitandibû pêk hat. Lê nekarî li derveyî Şingalê hêzeke leşkerî ava bike. Hêzên Şingalê jî di bin navê Heşdî Şeabî de hatin qebûlkirin.

Amanckirina PDK ê ji aliyê PKK ê ve weke bîranîna vê rêkeftinê tê hizirkirin û ji bo sînordarkirina Herêma Kurdistanê di bêje Iraqê hê jî ez dikarim xizmeta we da bim.

PKK ê êrişî Pêşmerge kiri bû

Tê fikirîn ku KCK ji bo lihevkirina bi Iraqê re hemû tawîzan wê bide û tenê bixwaze hêzên wê li navenda Şingalê de bimînin. Çavdêrên siyasî wisa difikirin ku KCK amade ye her tawîzan bide dewleta Iraqê.

Ango PKK ew helwêsta xwe ya êrîşkar li hember hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dide li hemberî Iraqê nîşa nade, dê tawîzan bide Iraqê. Lê belê PKK ê di sala borî de 12 pêşmerge şehîd kiri bû. Şûrê PKK ê tenê ji bo Kurdan tûj e.

Pustên heman beş