Îbrahîm Biro: Hemû hêzên Rêveberiya Xweser biryarên xwe ji kadroyên PKKê werdigirin

Îbrahîm Biro: Hemû hêzên Rêveberiya Xweser biryarên xwe ji kadroyên PKKê werdigirin

Endamê Komîteya Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro derbarê êrîşên li ser baregeh û ofîsên ENKSê de radigihîne, her dema ku ji aliyê Amerîkî ve nîşan ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de tên dayîn, PKK êrîşî ser ofîsên ENKSê dike û endamên wê digire.

Endamê Komîteya Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro derbarê êrîşên li ser ofîsên ENKS û partiyên di nava wê de ji K24ê re ragihand, ji sala 2013an ve, hêzên ser bi PYDê bi dehan caran ofîsên me şewitandine û girtine û endamên ENKSê revandine û kuştine. Lê du sal in ku danûstandin di navbera ENKS û PYNKê tê kirin, her dema ku ji aliyê Amerîkî ve nîşan ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de tên dayîn, PKK êrîşî ser ofîsên ENKSê dike û endamên wê digire, ji bo danûstandinên yekrêziya navmala Kurdî têk bibin.

Derbarê daxuyaniya Asayişa li Rojavayê Kurdistanê de ku gortibû kesên nenas êrîşî ser ofîsên ENKSê kirine, Biro got, berî du rojan PYDê bi xwe di daxuyaniyekê de gotibû ku ENKS û partiyên wê xayîn in û divê ew were cezakirin û herwiha handanê ji bo kiryarên wiha dide. Asayiş jî dibêje ku kesên nenas ev êrîş kirine. Li dawiyê, hêzên çekdar ên ser bi PYDê van êrîşan dike û hêzeke wê ya din jî dibêje ku ew ofîsan diparêze. Li dawiyê jî hemû hêzên Rêveberiya Xweser, biryarên xwe ji kadroyên PKKê werdigirin.

Biro got: PKK 40 sal in şer dike û siyasetekê dimeşîne ji bo Kurd li Bakur li herêmên xwe nemînin. Li başûr jî bi sedan gund vala kirine û li Rojava jî, nîvê gelê me koçber bûye.

Derbarê daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkî li Şamê ya li şewistandina ofîsên ENKSê de ku dilgiraniya xwe ji êrîşan nîşan dabû, Biro got: Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkî gaveke baş e, lê çareserî bi vî awayî nabe. Aliyê Amerîkî gerentîkarê danûstandinên yekrêziyê ye û divê ew bi berpirsatiya xwe rabin û karekî baştir li hember van kiriyan bike.

Pustên heman beş