Terorkirina damezrînerê rêza pêşî a konseya PKKê 

Terorkirina damezrînerê rêza pêşî a konseya PKKê 

Maher Hesen

Piştî demek kurt ji ragihandina Konseya PKK gelek pirsgirêk, astengî derketine, û rewşa Kurdan aloztir kirine, heta radeya hewlên kuştinê, û îşkence kirinê bi rengekî hovane, tewanbarkirina bi xîyanetê û kiriyarên bi hilweşandina rastiyê.  Bi vî awayî PKK li gor stratejiya xwe kar kir û dike û bi bûyerên xapîne di edebiyata xwe û di nav girseyên xwe de didomîne.

Cuda bûna çend Serkirdeyên damezrîner:

Piştgiriya Hafiz al Ased bo Konseya PKK ne ji encama valahiyekê ye, sedemên rast hene ku ev yek afirandiye. Ji bo ez gelekî kûr û dûr neçim, ez ê li ser Serkirdekê ku di rêza pêşî de û ji rêveberên damezrîner ên Partiya Karkerên Kurdistanê axivim û çima gelo ev grûpa ji endamên Komîteya Navendî ji PKK reviyan û hemberî wê rawestiyan. Ev jî navê çend kesan e:

Mehmet Şener, Şahîn Donmez, Wilderm Merkett, Selîm Görkaya, û Dr silêman  yê di şer Daîşa terror de şehîd bû û berpirsê rêxistina partiya PKK li Ewropayê, Çetîn Gungor “Samir” yê ku li Swêdê dimîne û gelek kesên din mîna birayê Ocelan Osman ku ji nav refê PKKê Reviyane bi xiyanetê têne tewankirin

Lê lêkolîn û vekolîna çavkaniyan berovajî vê yekê piştrast dike. 

Hema çi kesê ku pkk jê re gotin xayîn, wî karê xwe bi hemû hêza xwe di ber kurdayetê de kiriye, mîna Şehîdê Pêşmerge Dr silêman û ev jî sedemên ku PKK zimanê dijminatiyê li hemberî wan bi kar tîne.

PKK bi kiryara xwe ya ne rewa û Durist berjewendiya xwe li gorî ajandayên welatên herêmê û bi taybet Dewleta Tirk û Rêjîma Baas, niyeta xwe ya xerab hemberî kurdan û dozan wan teqes kiriye.  Bi vî awayî konseya PKK’ê hewl dide hişmendiya Kurdan tevlihev bikin, û xwe didine diyar ku ji hişyarî û rizgariyê kelecanek mezin çêdikin ku ew wek Partiyek jîr, garantiya şoreş û jiyanê ne û serkirdayetiya wan bûye tevgerek bîrdozî ku bersiva hemû pêwîstî, daxwaz û hêviyên civaka Kurd dide.

Sedemên Terror kirina Mihemed Şener:

Mihemed Şener endamê Komîteya Navendî û yek ji kadroyên damezrîner ên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.  Beriya 12ê Îlona 1980î ji aliyê Meclisa Leşkerî ve tê girtin û di zindana Diyarbekirê de çîroka wî ji serî heta dawî destanî ye.  Li hemberî lêpirsînên polîsan li ber xwe da, di girtîgehê de berpirsyariya di nava rêxistinê de girt ser xwe. 44 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Di sala 1990î de dîsa dest bi çalakiya xwe kir, xwe dispêre Ehmed Bayek ê bi nasnav Mistefa, ku birayê Cuma ye ê tê nasîn bi navê Cemîl Bayek. Şener ji Ehmed re li ser sedema xemsariya rêveberiyê û nebûna destwerdana di karûbarên rênîşander axvî.

Mustefa ji birayê xwe yê Cuma(Cemîl Bayek )re got, Cuma jî bersiva da û got ku ev kom ketiye bin sîwana Kasira Yildirim, hevjîna Ocalan de.

Û ji bo em jibîr nekin Keçên yên tevlî partiya PKK-ê bûne ji ewropa wan jî ku gilînameyê de vê yekê teqes dikin ku di navbera Şener û Cemîl de gelekî nexweşî û dilmanî çê buye.

Heta Cûma biryar da ku xwe nêzî Abdullah Ocalan bike, û li ser vê yekê guftûgo kirin û bê amedbûna Şener, tevî ku Şener israr kir ku bi hev re hersê bicivin, lê Cuma bi tundî red kir.

Şener di kongreya çaremîn a partiyê de ku di dawiya sala 1990’î de pêk hat, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di nav pêşniyarên herî girîng ên Mihemed Şener de ev in:

Biryara partiyê ji komîta Navendî ye, û dive biryara Ocalan bête sînordarkirin û dûrxistin.

Diyarkirina darayîya partiyê li Sûriye, Lubnan û Ewropayê, bi taybetî di van salan de, ji bilî ravekirina darayiya partiyê li Îranê ku di destê Osman Ocalan (Ferhad) de bû.

Ji bo Bakurê Kurdistanê amanc bi serhildanan kir ku xurt û domdar bin,  û hêzên gerîla rûbirûyê hêzên Tirk bibin.

Yek ji biryarên Konferansa Çaran jî ew bû ku bi hemû îmkanan piştgirî bidin Hêzên Pêşmerge li hember êrîşên artêşa Îrqaê, û taybet piştî ku hêzên hevpeymaniyê yên li dijî Sedam Husên piştî dagirkirina Kuweytê biryar dan.

Pêveajoya terror kirina Şener:

Xanim keça Muxtarê taxa Antariyê li Qamişlo ku bi navê Dicleyê ye, ji Şener re nameyek şandiye û tê de navê hin hevalên xwe ji bo hevgirtinê û piştgiriya wî ji bo pêşniyaran û nerazîbûna xwe a ji Rêbertiyê re( ji Ocelan û cemîl û dewran û murad…)  tîne ziman. Yek ji Dêrika Hemko jî, ew peyam radestî Firat, biraziyê Ocalan kir, û ev peyam bû sedem ku navên ku tê de hatine gotin, bi îşkence û girtinê bên terror kirin.

Li ser navê girtiyan ji bo xîyanetkirina Şener û hevalên wî konferansek hat lidarxistin û lêpirsînerê girtîgehê û kordînatorê giştî Abdul Rahman Kaikci yê bi nasnav Fayîk di destpêkê de ji bo kuştina Şener hat hilbijartin, lê operasyon bi dawî ne bû. berovajî plana PKKê bû, ji ber ku Fayîq beşdarî rizgarkirina wî û têkbirina wê pilanê bû, û ji bo jiyana Şener bête Parastin, Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşniyara wî kir ku li Herêma Kurdistana Iraqê bimîne, lê wî xwest ku li gel hevalên xwe bimîne ku li dijî serkirdayetiyê şermezarkirin û liv û tevger kir.

Ew li bajarê Qamişlo di 1/11/1991 de li ber dibistana Tişrîn hate terror kirin, û hêjayî gotinê ye ku kesî ji andamên PKKê newêrîbû dijberiya xwe li hemberî biryarên xirab û çewt diyar bike û li hemberî hêzeke ji terror kirinê tu tiştên dî nanasîne,raweste.

Pustên heman beş