Kadroyekî îstixbarata PKKê destdirêjiya seksî dike ser Keçekê û tê girtin

Kadroyekî îstixbarata PKKê destdirêjiya seksî dike ser Keçekê û tê girtin

Hat hînbûn yek ji kadroyên PKKê yê ku di îstixbarata vê partiyê de kar dike li gundekî ser bi nahiya Jarewe destdirêjiya seksî dike ser keçekê û piştre ji aliyê bavê keçkê tê girtin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, yek ji kadroyên îstixbarata PKKê yê bi navê “Şevgêr” li şeva 27/3/2022an li gundê “Guzîne” yê ser bi nahiya “Jarawe” ya ser bi Pişderê destdirêjiya seksî kiriye ser keçeka bi navê “Şevîn Hemedemîn”.

Çavkaniyên me her weha eşkere kir, dema bavê vê keçê anku “Hemedemîn” vedgere malê dibîne keça wî û ev kadroyê PKKê di hembêza yekdu de ne û herdu tazî ne, bavê keçkê dixwaze li Fermangeha tundutîjîya li dijî jinê gilî li dijî vî kadroyê PKKê tomar bike, lê belê ji boy destxistina pere ti gilî li dijî wî tomar nake û bi wergirtina pere xwe bêdeng dike.

Her weha hat hîn bûn PKKê ev kadroyê xwe ji sînorê Jarawe û Pişderê nehiştiye, lê belê heya niha nayê zanîn ew hatiye zindankirin yanjî ji boy ciyek din hatiye veguhestin.

Hêjayî gotinê ye ku Hemedemîn ê bavê vê keçê pêş niha endamê encûmena “Guzîne” bûye û kar ji boy PKKê kirîye, di niha de jî kadroyê Tevgera Azadiya Komelgey Kurdistanê ya ser bi PKKê ye li vî sînorî, her wiha hat hîn bûn Hemedemîn xanenişînê YNKê ye û ji aliyê rewşit ve pir xerabe û zêde kêmasiyên wî yên exlaqî hene.

Pustên heman beş