Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê banga xwedîderketina li Herêma Kurdistanê dikin

Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê banga xwedîderketina li Herêma Kurdistanê dikin

Êrişa li ser Hewlêrê ya bi mûşekî, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê û mijara alternatîfbûna enerjiya Herêma Kurdistanê bo Ewropayê û bangeşeyên reşkirinê yên bo Herêma Kurdistanê bi hev ve tên girêdan û hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê banga xwedîlêderketina Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin, qet nayê qebûlkirin ku Herêma Kurdistanê were reşkirin.

Piştî operasyona Rûsyayê ya li ser Ukraynayê NATO, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ambargo danîn ser Rûsyayê û xwestin berbendiya Ewropayê ya ser enerjiya Rûsyayê jî ji holê rakin û Herêma Kurdistanê wek alternatif hat rojevê ku piştî ev rewş peyda bû bi mûşekan ji aliyê Îranê ve êrîşî Hewlêrê hat kirin. Lê Herêma Kurdistanê li ser rêbaza dîplomasiyê politikaya xwe meşand û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel welatên Rojhilata Navîn, ligel Tirkiye û ligel Brîtanyayê hevdîtinan pêk anî û wek aktorek bibandor derket pêş ku piştî vê rewşê jî vê carê bangeşeyên reşkirinê li hember Herêma Kurdistanê hatin meşandin.

Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê jî bang dikin ku divê her Kurdek bi dîplomasiya Herêma Kurdistanê serbilind be û Hiqûqnas Ridvan Dalmiş dibêje Herêma Kurdistanê wek welatekî demokratîk di rêya rewa de dimeşe.

Hiqûqnas Ridvan Dalmiş ji K24ê re diyar kir: “Li Herêma Kurdistanê standardên welatên demokratîk hene. Mafê azadiya ramanê heye, mafê avakirina partiyan heye, mafê beşdariya hilbijartinê heye, mafê acakirina komeleyan heye, mafê avakirina weqfan heye, mafê axaftinê heye. Ev teybetmendiyên civaka sîvîl e. Dibe ku kêmasî hebin û werin rexnekirin, lê ji ber me dewletek heye ser ruyê erdê divê em xwedî lê derbikevin.”

Mafnasên Kurd dibêjin bangeşeyên reşkirinê yên hember Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên ku nikarin rasterast êrîşî Herêma Kurdistanê bikin ve tên kirin.

Mafnas Fahrî Karakoyunlu balê dikşîne, di vê serdema ku Rojhilata Navîn aloz û Ewropa ber şer de dîplomasiya serkeftî ya Herêma Kurdistanê ji bo her kurdek serbilindî ye.

Fahrî Karakoyunlu ji K24ê re destnîşan kir: “Dagirker ji bo ku bigihîjin armancên xwe, dagirkeriyê tenê nakin. Di heman demê de amûrên bibandor bi kar tînin. Yek ji wan amûran jî ew e ku  hêzek ji nava xaka dagirbûyî derdixe û bi navê xaka dagirbûyî wê hêzê bi kar tîne.”

Hiqqnas di wê baweriyê de ne ku Brîtanyaya di şerê yekem a cîhanê de û di şerê duyem a cîhanê de li ser diyarkirina nexşeyan bibandor bû îro jî heman bandor û hêza xwe diparêze û girîng û hêja ye ku di konjonktura îro ya cîhan ber bi qonaxeke nû ve diçe de Brîtanya li gel serokwezîr û wezîrên xwe pêşwaziyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

Pustên heman beş