Nameyek vekirî ji bo gelê Şêladizê!

Gelê Şêladizê bi dehan sal in hilma şer di patika xwe de hîs dikin. Beriya hingê jî jiber êrişên rêjîma faşist a Saddam di wêrankarîya şer de jîya bû. Û ji sala 1990 î ve şerê PKK ê bi her awayî pê hesya bû. Ev sê sal in şer hatiye ber derazînka Şêladizê. Xelkê deşta Zê şer naxwazin. Lê dewleta Tirk û PKK ê şer anîn û birin, serê Sînya, serê Bêzno, Serê Wêle û anîn hindavî deşta Zê ango Kure Jarî.  Êdî şer nema pişta çîya hate ser serê xelkê deşta Zê.

Niha jî ciwanên Şêladizê, zarok bi telefona wêneyan-vîdeo ya ji Kure Jarî dikêşin, balefir û topbaranê dikişînin û li ser tiktok, instagramê diweşînin. Her yek ji wan wek peyamnêrê şer kar dike. Yanî gelê devera Nihêlî û Deşta Zê di nava şer de dijîn. Baş e, ma ne dema wê ye ku xelkê deşta Zê ji vê rewşa aloz re bibêje êdî bese! Belê, ew dem hatî ye.

Em Kurdên Bakur baş dizanin ka dê çi bi sere we bihê. Ev 40 sal in em kurdên Bakur di navbera agirê şerê PKK ê û dewleta tirk de guvaştî mane. Me despêkê zozanên xwe jidest dan paşê çîyayên xwe yên bilind, Paşê ev şer daket nava kolanên gundên me û me gundên xwe terikandin. Paşê hemû gundên me yên mîna bihûştê çol bûn em çûn Stenbolê, Mêrsînê, Edenê, Deşta Cizîrê, wanê, Amedê û hwd. Em bûne penaber li ser me banekî bi teneka hatî çêkirin, bê av bê elektrîk û bê îmkanî. Em li gundên xwe melik bûn lê li bajaran em bûn xulam, piştî kerîyên pezî me hiştî parîyekî mast û penîr li me bû hisret. Şûna ava kanîyên zelal û qerisî me ava genî vedixwar. Piştî me gund hiştî ciwanên me bûn amil, qîzên me li malên alemê bûn xizmetkar, hinek ji wan bûn diz. Zarokên me nekarî bixwînin li jîyanê bêzar bûn, çûn çîya. Êdî me ne mal ma, ne jî zarok û hal. Em bê mal û bê semyan man.

Ev 40 sal in PKK hêvîyan difiroşe me û dibêje; îsal sala berxwdanê ye, îsal sala serketinê ye, îsal sala çarenûsê ye, îsal sala azadiyê ye, îsal sala fînalê ye û hwd, Her sal ji me re digotin ku rewşa dewleta Tirk pir xerab e, aboriya wê qediya ye, ber bi hilweşînê ve diçe û me jî bawer dikir. 13 caran agirbest çêkirin, her carê jî digotin dê çareserî pêk were û me jî jê bawer dikir. Em di nava deryayekî xeyalanda razandîn û bi van gotgotka 40 sal li ser me re derbas bû. Lê 40 salên çewa; me gund ji dest da, zarok ji dest da, zozan ji dest da, çîya ji dest da me hemû tiştê xwe ji dest da. PKK ê em xistin nava lîstikek ku me jê fehm nedikir. Berîya 40 sala me pezê xwe dibir zozanên Feraşînê, zozanên şerfeddîn, yên Herekolê yên Munzurê lê niha em nikarîn ji dûrve jî li wan zozanan binêrîn.

Eve kurtejiyana me Kurdên Bakur e… her sal em bi hêvîyan xwedî dibîn, lê tiştek jî em qazanç nakin. Herî dawî di sala 2014 an de ciwan hatin bajarên me û gotin, “Êdî dem dema xwe rêvebirinê ye, em ê dewleta Tirk ji van bajaran derxînin, em ê xwerêveberiya cewherî ava bikin” Û tevî nerazîbûnên me jî li tax û kolanên me xendek hatin kolandin. Her çend em dijî vê helwestê rabûn jî lê rêz ji nerazîbûna me re nahat girtin. Ciwanên hê nikarin perpirsyarîya jîyana jî bigirin gef li me dixwarin û li nava malên me xendek kolandin. Di nava zarokên sava de çek û teqemenî hatin bicîhkirin. Hewar û gazîya me ne di geha çi deran. Dijmin lê temaşe dikir em jî weke pepokan bêçare bûn. Her roj gulle di serê me de dibariya. Hemû kesî dizanî ku wê ev şerê xendekan têk biçe lê em hemû weke temaşevanan man. Ji ber ku biryara şer ne di deste ciwanên de bû. Ferman di destê wan kesên ku 1000 Km ji şer dûr de bû. Roj bi roj ciwana jîyana xwe ji dest dida. Wan ciwanan jîyana xwe, me jî hemû tiştê xwe winda kir. 20 sal piştî ku em di sala 1990î de gundên xwe terikandin, em dîsa bê mal man, vê carê li bajarên ku em lê star di bûn. Xaniyên ku me bi salan ked û xwêdan bi teqsîtan kirîn, ji bo me bûn goristan. Di zivistana 2015-2016 an de em di nava sermayê de bê tiştek bê mal, man, nêzî 5000 ciwan hatin kuştin û girtin. Ciwanên me bi saxî hatin şewitandin. Dema ev hemû didomin, rêveberên PKK ê derketin ser ekranên TV yê û gotin, “Me serî li ber faşîzmê netewand û me nedizanî ku dijmin wiha wehşî ye” raste rêveberê PKK ê Duran Kalkanê Tirk, nizana ka nijadêwî çiqas wehşe lê em Kurd baş dizanîn ka Tirk çend wehş û bêrehmin. Lê mixabin biryar ne di deste me da bû biryar destê wan kesên dijmin nenas da bû. Cenazê dayika Taybet bi rojan li ber çavên me, bê defin ma… me cenazên zarokên xwe di nava dolaba cemedê de sexbêr kir û bi destên xwe defin kir. me wek Kurdên bakur hemû tiştê xwe maddî û manewî winda kir lê PKK ê ser xem û êşên me pesnê serkeftina xwe ya derew dida. Niha em di travmayek mezin de dijîn.

Çima em vê ji were dibêjin? Ji ber ku em dibînin ku gelê Şêladizê ber bi heman çarenûsê ve diçe. PKK di bin navê Meclîsa Ciwanên Şêladizê de belavokan belav dike û gefan li gel dixwe û dibêje Şêladizê dê li ber xwe bide. Strana li ser Şêladizê, li ser Kure Jarî di nivîse û klîba diweşîne. Hinek kesên deverê bi PKK ê re karê ticarî dikin û pere qezenc dikin. Hooooo xelkê Şêladizê tişta ku li Sûr ê, Nisêbîn ê, Cizîr ê, Gever ê hatiye serê me wê ya xeraptir were serê we. Hema li berîya hatina PKK ê bo devera Rêkan û Nêrwe binerin pêwendîyên we bi xizm û xwînên we yên kurdên bakur re hebûn. Hem pêwendîyên aborî hem jî yên komalayetî kanê gundê Ertûş, Kinyaniş, Bêtrût, Şûke, Şîvereza, canmeda, Şilikû, Eriş… çi bi wan gund û gundîyan hat. Ew kanî û zozan ji bo kî/kê man. Dibêjin mûsîbetek ji hezar nesîhetan baştir e. em weke Kurdên Bakur ji xelkê Şêladizê re dibêjin; hûn ji mûsîbeta me dersan derxin bila tûk li mala we jî ne xwîne. Pêdvî ye xelkê Şêladizê û porsipî yên wê ji van hewlên PKK ê yên dijminane re bibêje bisekin û êdî beşe. Ey PKK te Bakûr kavil kir vê ca dûra başûr e…?

Belê, dewleta Tirk dijminê herî mezin ê Kurdan e, divê em her tim li hember dewleta Tirk hişyar bin, lê zanîna dewleta Tirk a dagirker e û li gorî wê tevbigerin, nayê wateya piştgirîkirina Pkk ê. Ji ber ku PKK ev 40 sal in ku me mecbûrî girêdayî dewleta Tirk kiriye, li Başûr jî heman tiştî dike. Ji ber ku baş bizane PKK nikare bi ser bikeve, wê bajarekî weke Şêladizê û bi dehan gundan bişewitîne. Ger her roj top li navenda bajarê Şêladizê dikevin, PKK dilşad dibe ku “amûrên propagandayê ji PKK ê re çêdibe”. Bi taybetî ger çend sivîl, jin û zarok jîyana xwe jidest bidin, ev ji bo PKK ê xêreke mezin e. Ji ber vê yekê gelê Şêladizê û bi giştî gelê Başûrê Kurdistanê nikare qedera xwe ji PKK ê re berde.

Ne tenê asayîşa Şêladizê, eşîrên wê, mela, malbat, rewşenbîr, her kesê ku dinivîse jî divê li dijî veguheztina şer a pkk ê bo bajarê Şêladizê raweste. Ji ber ku Pkk ê ji Kure Jarî wêdetir hemû tişt winda kiriye. Tiştê ku ji destê PKK ê tê ew e ku ji Garê, li qiraxa bajarê Şêladizeyê, li geliyê Balinda, çend mûşekan biavêje dewleta tirk, dîmenên kamerayan bigire û li ser medyaya civakî propagandayê bike. Şêladizê ji aliyê erdnîgarî ya xwe ber bi bûna navenda şer ve diçe. Ger ev yek bibe, Şêladize dê sala bê hêdî hêdî were vala kirin.

Li dijî derketin bo çûna PKK ê li kêleka gundan, li nava bajêr, ne îxanet e, ne piştgirîkirina dewleta Tirk e. Berovajî welatparêziya rast, parastina siberoja zarokên xwe ye. Ji ber ku xelkê Şêladizê dengê xwe bilind nakin, PKK çend xortên Şêladizê derdixe televîzyonê û wan jî wek hemû xelkê Şêladizê nîşan dide. Divê bê gotin ku em li dijî wê ne ku PKK şerê xwe bîne nava baxçê mala min. Dîvê Nêrewyî û Rêkanî vê pirse ji PKK ê bikin gelo me bi dehan salin gûndên xwe nêrwe, Dizge, sernî, Sînya, Bêrûman, çemêcî, Bêde, Mazî, Merwanis û hwd ji bo we hêla bû we çi kir? we gundên me dan Tirkan û niha jî hûn dibêjin emê we biparêzîn. We cihê dest xwe de ne parast vê ca hûnê vir biparêzin. Va 38 salin gundênme dest we da bûn we nekarî biparêzin. Hûn herin wan cîha ji dijmin bistînin paşê werin daxwaza cîhên nû ji me talepkin.

Heger hûn li ser vê yeke li hev kom nebin û dengê xwe bilind nekin, sibe divê hûn ji Şêladizê derkevin û biçin Duhokê.

Divê gelê Şêladizê û hemû gelê Başûrê Kurdistanê ne li gotina PKK ê li pratika PKK ê binere. Ji ber ku 40 sal in me gelê Bakurê Kurdistanê canê xwe da, pere dan, gundên xwe dan, pez û ga û ajalên xwe dan her tişt da û me tiştek bi dest nexistin. Heger hûn naxwazin bibin wek Bakur, divê pêşî li Pkk ê bê girtin. Qedera Başûr jî bila weke Bakûr ne be. Pkk ê li bakur ji wêrankarîyê pêva tiştek nekir vê ca wê çi bide başûr.

Pustên heman beş