Dêrsim.. Tirkiyê li dijî PKKê operasyon destpêkir

Eren Abluka-7

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hêzên Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Dorpêç-7 (Eren Abluka-7) kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Pêncşembê 28ê Nîsanê bi daxuyaniyekê destpêkirina operasyona li dijî PKKê li sînorê parêzgeha Dêrsimê aşkere kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Fermandariya Cendermeyan ya Dêrsimê bi beşdarbûna 682 personelan (serbaz, hêzên ewlekariyê û cerdevanan) ku ji 40 tîman pêk tên, operasyona li dijî PKKê daye destpêkirin.

Li gor zanyariyan, di roja yekem a operasyonê de 5 sitargehên gerîlayên PKKê hatine dîtin.

Piştî bidawîbûna operasyonên zivistanê yên bi navê zincîre operasyonên “Eren” ku heta Eren-34 berdewam bûn, vê carê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî PKKê zincîre operasyonên bihar û havînê li Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin.

Pustên heman beş