Amerîkayê ji ber “wêneyên Ocalan” hişyarî da Rêveberîya Xweser

us-rojava-ocalan-pkk-qsd-hsd-ypg

Nûnerên Amerîkayê li Rojava Kurdistanê, Rêveberîya Xweser haydar kirîye ku Rêveberîya Amerîkayê, pir ji belavbûna wêneyên Abdulla Ocalan û diruşmeyên PKKê aciz û tore ye.

Rayedarên Amerîkayê ji “Rêveberîya Xweser” ya bakur û rojhilatê Sûryê, hêrsa Rêveberîya Amerîkayê ya ji ber belavkirina wêneyên rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdulla Ocalan û diruşmeyên PKKê li herêmên bakur û rojhilatê sûryê, yên li jêr kontrola HSDê nîşan dan.

Nûnerên Rêveberîya Amerîkayê li bakur û rojihlata Sûryê, ev yêk bi Rêveberîya Xweser ragihandine û jêre gotine ku hebûna wêneyên Ocalan di saziyên Rêveberîya Xweser de, bi wateya pişitgrîya eşkere ji boy PKKê tê, li demekî PKKe di lîsta gelek dewletên cîhanê de weke rêxistineke terorîstî hatîye destnîşan kirin.

Her wiha destnîşa kirine ku wêneyên Ocalan û diruşmeyên PKKê li herêmê Rêveberîya Xweser, hewlên Amerîkayê yên çêkirina ewlehîya navçeyê asteng dike, bi taybet li gel Tirkiyê.

Her wiha nûnerên Rêveberîya Amerîkayê, ji Rêveberîya Xweser re gotine ku pişitgrîya eşkere ya ji bo rêxistina PKKê bi yêk ji astengiyên herî sereke yên li hember danustendinên Kurdî li Rojava tê hesab kirin, ji ber ku yêk ji mercên ENKSê eve ku divê deswerdana kadroyên PKKê bi dawî bibe.

Pustên heman beş