Leşkerekî Tirk di operasyonê de ji zinarê ket û mir

turk-oparasyon-pkk-codi-

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê ragihand, ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakur Kurdistanê leşkerekî wan di operasyonê de li Çiyayê Cudî ji zinar ketiye û miriye.

Artêşa Tirkiyê roja 24ê Nîsana 2022ê li çiyayên Cudî û Gabarê yên Bakurê Kurdistanê operasyona xwe ya bi navê Eren Dorpêç-5 dabû destpêkirin.

Di demekê de ku ew operasyon berdewam e, Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê îro 30ê Nîsana 2022ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku leşkerekê wan ê bi navê  Berkay Akgun li devera operasyonê ya Çiyayê Cudî ji zinar ketiye û miriye.

Li gor ku Wezareta Bergiriyê ya Tikiyê dibêje, leşkerê navborî destpêkê birîndar bûye û bi helîkopterê bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin, lê li nexweşxaneyê miriye.

Pustên heman beş