Zozan Çewlik: Emê Barzan bistînin

Zozan Çewlik: Emê Barzan bistînin

Fermandara Biryargeha Navendîya YJA Starê Zozan Çewlik tevlî bernameya Stêrk TVyê bû û hin nirxandin li ser êrîşên dewleta Tirkiyê bo ser herêmên di bin desthilatdariya PKKê de kirin. Di hevpeyvîna Çewlik de hin axaftinên balkêş û hin axaftinên xeter jî hatin kirin.

Çewlik di axaftina xwe de ragihand, “bi pêşengiya rêbertî gelê kurd nêz bû ku bibe netewe.” ev jî wusa dide xweya kirin ku heya niha PKKe û rêbertiya wê gelê kurd weke netew nahesibîne û tev bangeşe û propagandayên wê yên ji boy yekîtiya netewî derew û xapandin e, ji ber ku ger kurd hêjan netew nebe nikare ti yekîtiyek netewî jî pêk bîne.

Her wiha di axaftina xwe de Çewlik wusa dide xuyakirin ku Mûsil û Kerkûk axa erebane û Tirkiye dixwaze piştî jinav birina PKKê û dagîrkirina Kurdistanê van du bajarên ereban jî dagîr bike, Çewlik tev tekoşîna gelê kurd bi dirêjahiya dîrokê ji boy azadkirina Kerkûkê weke beşek ji Kurdistanê ji bîr kiriye û Kerkûkê bi axa Ereban dide naskirin, her weha nîva bajarê Mûslê jî ku axa Kurdistanê ye bi axa Ereban dide nasandin û piştre tê û qala lidarxistina yekîtiya netewî bi pêşengiya Ocalan dike!

Tevî ku her cîyekî tirkiyê di çend salên dawî de li Başûrê Kurdistanê dagirkirî di bin desthilatdariya PKKê de bûye û PKKê ew cî weke “Herêmên Parastina Medya” bi nav kiriye, lê belê, Çewlik hatiye û dibêje PDKê ev cî teslîmî Tirkiyê kirine! Divê ji Çewlik were pirsîn gelo qey PDK e li Kurejar, Heftenînê, Zinara Kêste, çiyayên Biradost û hwd… de bû yan PKKe ku tu dibêjî PDkê radestî Tirkiyê kirin, divê Çewlik û yên weke wê baş bizanibin gelê kurd şiyare û êdî bawer ji derew û dezenformasyonên PKKê nake.

Çewlik bi vê yekê bi tenê jî nasekine û pêşmergeyên roj weke çete bi nav dike û bi mafê wan nizane ku li Başûrê Kurdistanê hebin, ew dibêje, “berê Fermandarên Pêşmergeyan Zêbarî û Surçî û Bradostî bûn, lê niha ji Dînartê heta Akrê li hemû deran çeteyên roj hatine bicîkirin” bi vê yekê jî dixwaze nakokiyan di nêvbera kurdan de derxe û mijarek netewî weke mijarek eşîrî bide xuyakirin, ev bi tenê bese ku her kes rastiya PKKê bizanibe, ev bi tenê bese ku mirov bizanibe PKKe ji aliyê dewletên dagirker li dijî Kurdistanê û netewa kurd hatiye avakirin.

Fere ji Çewlik û yên weke wê were pirsîn gelo ger pêşmergeyên roj ji Eşîrên deverê nebin, loma mafê wan nebe li wê derê bimînin, hûn ji kîjan eşîra wê deverê ne ku li wir dimînin? Qey gerîla û rayedarên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê tev ji eşîrên Başûrê Kurdistanê ne? Her kes dizane sedî 1 ji hejmara gerîlayên PKKê ji xelkê başûr pêk nayê lê PKKê tev bakurê Kurdistanê bicî hiştiye û hatiye li başûr bi cî bûye û weke pirekî ji boy derbasbûna leşkirê tirkiyê kar dike.

Zozan Çewlik nirxandinên xwe yên tewşomewşo berdewam dike û dibêje, “niha zap ji xeta jêr hatiye dorpêçkirin, PDK jî di nav vî tiştî deye. Divê PDK baş bi vî tiştî bizanibe, heke gerîlayên Kurdistanê li Zapê bitengije û derban bixwe, em jî wê herêma Barzan bistînin!” bi vê yekê Zozan Çewlik ne bi tenê gefan li Barzan dixwe belku peyamekî dide gelê kurd ku piştî radestkirina Kurejar û herêmên din ewê dewleta dagirker bikşînin Barzan û ciyên din jî, ji bo vê yekê jî weke xweya dibe hemahengiyek baş di nêvbera PKKê û Tirkiyê de heye.

Di beşeke din a axaftinên xwe de Çewlik dibêje, “em dizanin leşkirên tirk cilên pêşmergeyan li xwe dikin û wisa şer dikin!” ev axaftina Çewlik di demekî de ye ku berevajî vê axaftinê par PKKê û rayedarên wê digo, “pêşmerge bi cilên cendermeyên Tirkiyê êrîşî gerîlayan dikin! Ya rast jî eve ku her du axaftinên wan derew in, ne pêşmergeyan cilên leşkerên Tirkiyê li xwe kirine û ne jî leşkirên Tirkiyê cilên pêşmergeyan li xwe kirine, ev axaftin bi tenê ji boy wê yekê tên kirin ku pêşmerge li ber çavên gelê kurd werin bê nirx kirin, lê pêşmergeyên Kurdistanê ew qas bi heybet û xwedî dîrokek pirî serwerî û pakijîne ku ne PKKe û ne rayedarên wê yên bi zihniyeta Tirkiyê difkirin nikarin pêşmergeyan li ber çavên gelê kurd reş bikin.

Pustên heman beş