Pirtûka “PKK ÇIMA WISA DIKE” hat Kurmancî kirin

Pirtûka"PKK ÇIMA WISA DIKE" hat Kurmancî kirin

Pirtûka bi navê “PKK ÇIMA WISA DIKE” ku ji aliyê şehîd Franso Herîrî ve li sala 2000an de bi Soranî hatibû nivîsandin ji aliyê Dlovan Ali ve hat Kurmancî kirin.

Ev pirtûk weke rêze gotar di rojnameya “Biratî” de parve bûye û piştre weke pirtûk hatiye amadekirin û çapkirin, ev pirtûk weke berisvek ji boy pirtûka “Dîrokek Ji Agir” a Cemîl Bayik ku weke dîroka PKKê li Akadîmîya PKKê de tê xwendin hatiye nivîsandin.

Franso Herîrî di nava pirtûkê de amaje bi vê yekê dike ku di pirtûka “Dîrokek Ji Agir”” a Cemîl bayik de, di 79 rûpelan de navê PDKê hatîye û Bayik derew û bêbextî li dijî PDKê çêkirine û beriseva van derew û bêbextiyan dide, her weha di vê pirtûkê de qala hin bûyerên dîrokî yên weke şerê PKKê li dijî PDKê li Başûrê Kurdistanê û peymanên di navbera wan de tê kirin.

Pirtûka “PKKE ÇIMA WISA DIKE” weke analîzek pirr baş tê nirxandin, di vê pirtûkê de şehîd Franso Herîrî pargarafên pirtûka Cemîl Bayik dide ba hev û şîrove dike, bi awayekî ku di yek rûpel de di du paragrafan de Bayik qala PDKê kiriye, lê di her paragrafekî de bi awayekî qala PDKê kiriye û gotinên wî pir nakok û dijî hevin, Franso Herîrî bi vê yekê dixwaze ji kurdan re bibêje Cemîl Bayik kurdan dixapîne ji boy îspat kirina axaftina xwe jî gotinên Cemîl Bayik dide ba hev û nakokiyên di axaftina wî bi xwe de eşkere dike.

Di pirtûkê de qala civîna sala 1995an, a di nêvbera PDKê û PKKê tê kirin ka bi tu awa dema ev du hêz di civînê de bûn gerîlayên PKKê êrîşî 26 baregehên PDKê kirin û bûn sedema derketina şer.

Her wiha di pirtûkê de qala rêkeftina sala 1983-1984an de a di nêvbera PDKê û PKKê de tê kirin, Franso Herîrî dibêje, PKKê ev lihevhatin bi tenê weke taktîk îmze kir û bi vê lihevhatinê PKK xwastiye desthilata xwe li başûr cîbicî bike û derbe li PDKê bixe, Franso Herîrî yek bi yek derewên Bayik yên ku di pirtûka “Dîrokek Ji Agir” de kirine îfşa dike û ji boy vê yekê axaftinên nakok yên Bayik di paragrafên cuda yên vê pirtûkê de kirîn berçav dke.

Bi awayekî giştî di vê pirtûkê de rastiya PKKê û rûyê wê yê heqîqî hatiye eşkere kirin, di pirtûk de basî revandina zarokan û kuştina sivîlan û teqandina çavkaniyên avê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve û topbarankirina başûr bi topên dagîrkeran yên di destê PKKê de hatiye kirin, her weha basî vê yekê jî hatye kirin ka çewa PKKê tev rêxistinên kurdî yên li Bakurê Kurdistanê ji holê rakirine,

Di vê pirtûkê de bi awayek zelal hatiye diyarkirin ku dema PKKe û PDKe di civînê de bûn, PKKê bi rêya hin rojnamevan û kadroyên xwe tev nihênîyên di civînê de gihandin dewleta Tirkiyê û naveroka civînê ji Tirkiyê re eşkere kirîye. Franso Herîrî bi belge û document eşkere dike ka çewa PKKe ji aliyê saziyên îstixbaratî yên dewletên dagirker li dijî ezmûna herêma kurdistanê û destkeftiyên wê ên netewî tê bikaranîn.

Pêşgotina pirtûkê ji aliyê nivîskar û rojnamevanê kurd “Mihemed Sanrî” hatiye nivîsandin, Dlovan Ali ev pirtûk ji Soranî wergerandiye ser zaravê Kurmancî, ji aliyê weşanxaneya “DOZ” hatiye çapkirin û biryare di du rojên bê de bikeve ber destê xwendevanan.

Pustên heman beş