Li parêzgeha Duhokê mînek bi welatiyekî de teqiya

tnt-pkk-atrosh-duhok

Li nahiya Etroş ya ser bi parêzgeha Duhokê ve, îro mînek bi welatiyekî de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Pismamekî kesê bûye qurbaniyê teqînê, ji K24ê re ragihand, îro pismamê wî dema diçû nava baxçeyê xwe, mînek pê de teqiya û di encamê de birîndar bû.

Diyar kir jî, pismamê wî 43 salî ye û xêzandar e û ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî ji bo nexweşxaneya Hawarhatinê ya Duhokê hate veguhastin.

Herwiha got: Tê texmînkirin ew mîn nû hatibe danîn, ji ber ku pismamê min pêştir gelek caran di wê rêyê re diçû û dihat.

Ji heyema çend salan ve, tevgera çekdarên PKKê li nahiya Etroşê zêde bûye, ev yek jî bûye cihê dilgiraniya welatiyên navçeyê.

Ev yek di demekê de ye, pêr li nêzîkî Kanî Masî mîneke vedayî ya PKKê bi du siwarên bisîklêtê  yên Danmarkî de teqiyabû û yekî ji wan canê xwe ji dest dabû.

Herwiha Roja 2ê Gulanê jî, li gundê Çeqela yê ser bi nahiya Kanî Masî ve, hêzên ewlehiyê karîn nêzîkî 200 kîlogram TNT yên PKKê pûç bikin.

Pustên heman beş