Îtirafên balkêş ên siyasetmedara PKK ê: Gerîla ji bo sînor Lozanê nehên guherîn şer dike!

Îtirafên balkêş ên siyasetmedara PKK ê: Gerîla ji bo sînor Lozanê nehên guherîn şer dike!

Di van salên dawî de derbara vê yekê ku PKK ji bo çi têdikoşe û armanca wê çi ye pir nîqaşên tê kirin, gelek kadro û siyasetmedarên PKK ê bi daxuyaniyên xwe armancên xwe zêdetir eşkere dikin. Herî dawî jî xebatkara PKK ê Nîlûfer Koç li ser armanca rêxistina xwe axivî.

Endama Komîteya Rêveber a KNK ê Nîlûfer Koç ku bi salan e di dîplomasiya Ewropayê de cih digire, di bernameya ku tevlî bû de sedemên dijberiya PKK ê ya li hemberî PDK ê vegot. Her wiha got ku şert û mercên guncav hene ku Kurd dewletekê ava bikin.

Li Başûr du xetên çareserîyê hene, ya yekem eve ku pisgirêka Kurd bêyî guherîna sînoran li ser bingehê demokratîzekirina civakê çareser bibe. Ya duyem jî xeta dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.

Gerîla li Rojhilata Navîn sînorên li Lozanê hatine xêzkirin diparêze?

Nîlûfer Koç di bernameyê de diyar kir ku têkoşîna gerîla ji bo ku sînor nehên guherin e. Wê guhertina sînoran ku di Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê de parçebûna Kurdistanê bi xwe re anî, weke pêşketineke xerab nîşan da.

Nîlûfer Koç di axavtina xwe de ev gotin bi kar anî: “Ji ber vê yekê ez dibêjim hineka ronahîya kesk vêxistîye, gotîne ez ê dewletê bidim te, dê hinek tişta bidim te, wê di navbera xeta zer û kesk de wîlayetek were dayîn. Û belkî konfederasyon di bin kontrola Tirkiyeyê de bidin ê. Niha aliyekî meselê ewe ku gerîlayê ku ji 17 ê Nîsanê û vir ve li ber xwe dide, ne tenê parçeyekî belku welatekî li wir diparêze.

Herêma Kurdistanê navenda guhertinên Rojhilata Navîn e?

Nîlûfer Koç di axaftina xwe de diyar kir ku navenda dîzaynkirina Rojhilata Navîn Herêma Kurdistanê ye. koç di axaftina xwe de got “Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a ku ji aliyê Pergala Nû ya Cîhanê ve hatiye pêşbînîkirin, niha li Emerîkayê ji nû ve tê dîzaynkirin, Emerîka di xitimandine kê de dijît, li wir dîzaynekê çêdike û Kurdistanê weke navend digire.”

Ev gotinên Nîlûfer koç weke îtîrafekê bûn ka çima ji çar aliyan ve Herêma Kurdistanê di bin êrîşan de ye. Sedema ku hêzên statukoparêz, bi taybetî Tirkiye û Îran ku naxwazin sînorên Rojhilata Navîn bên guhertin, dixwazin Herêma Kurdistanê dorpêç bikin, ev rastî ji alîyê rêvebera PKK ê Nîlûfer Koç ve hat qebûlkirin. Lê Koç di axaftina xwe de îtiraf bi mijarek din jî kir.

Sîstema navnetewî li gel dewletbûna Başûrê Kurdistanê ye.

Nîlûfer Koç di axaftina xwe de her wiha destnîşan dike ku şert û mercên Herêma Kurdistanê ji bo xwedîderketina li derfetên berfireh ên rêveberiyê pêk hatine. Derbarê vê mijarê de jî Nîlûfer Koç wiha got: Di vir de her du xetên kurdan di nava pevçûnê da ne: Yek çareseriya demokratîk a li ser civakan bê ku guhertina sînoran pêk were, ya din jî xanedaniyeke biçûk e, ez nikarim bêjim xanedanî jî, ji ber ku şêxîtî ye. Çareseriyek bi rêya saziyeke şêx tê ferzkirin û wisa dixuye ku wan li ser dewleteke biçûk hevkirinek çêbûye. Di sala 2017 an de ne wisa bû, konjonktûr li dijî wan bû, niha we xuya ye ku ji wan re ev soz hatîye dayîn. Lewma PDK êrîşkartir e.”

Koç devuka Tirkiyê a li dijî Kurdan bi kar anî

Di axaftina, Nîlûfer Koç de sedemên êrîşa PKK ê ya li ser Herêma Kurdistanê eşkere bûn. PKK hewl dide ku sînorên Lozanê xêz kiriye biparêze û vê jî weke xeta xwe ya stratejik teorîze dike, ev rastî di axaftina Koç de eşkere derdikeve pêş. Ev jî vê rastiyê derdixe holê ku hem PKK û hem jî KNK ne li dijî sînorên Lozanê ne, sîstema serbixwe an jî konfederal a Kurdistanê pirr xeternak dibînin.

Ji bilî vê axaftina Koç derdike ve ku ew dewletbûna kurdan kêm dibîne û di heman demê de binesazîya civaka kurdan bi çavekî biçûk dinirxîne. Koç di axaftina xwe de ji dewletbûna Kurdan re dibêje “ wê weke parêzgeheke biçûk be” tiştê balkêş ewe ku Nîlûfer Koç ji bo navê Herêma Kurdistanê bikar neîne, di axaftina xwe de peyva “Herêma Kesk û Zer” bikar tîne. Nîlûfer Koç di nêzîkbûna xwe de çawa ku Tirkiye bêrêziya li hemberî kurdan dike û dibêje “Dewleteke Eşîrî” ev rêvebera PKK ê jî heman ûslûbê dewleta Tirk bikar tîne û dibêje “dewleta Şêx a”.

Pustên heman beş