Mesrûr Barzanî: Dahata Herêmê bi yeksanî li ser hemû navçeyan tê dabeşkirin

masrour-barzani-krg

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên ligel Hikûmeta Federal, mafên destûrî yên Herêmê û dawî guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, di heyama borî de çend mijar tên behskirin ku pêwîst e em ronahiyê bixin ser wan û hewl bidim bilez behsa wan bikin û eger pêwîst bike, em ê bi firehî wan şîrove bikin.

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê

Em wek Hikûmeta Herêmê bi wê yekê re ne ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di deme xwe de bê kirin û hikûmetê rêkar û tedbîrên pêwîst ji bo hilbijartin di dema xwe de bê kirin wergirtine. Ev jî rêzgirtin li perensîpên demokrasiyê ye û hêvîdar im hemû alî jî bikarin li ser encamdana hilbijarinê li hev bikin.

Li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdarên serbixwe Raperîn û Germiyan mûçe di dema xwe de nayê dayîn

Ji destpêka kabîneya nehem ve me gotiye ku ev hikûmet, hikûmeteke sertaserî ye û pêwîst e ecindeyên hikûmetê li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe were cibicîkirin. Li ber vê rewangehê jî daxwaz hate kirin ku desthilat li ser parêzgeh û îdareyan bê dabeşkirin ta ku bikarin karûbarên xwe birêve bibin û di ber de berpirs bin.

Mixabin wek tê xwastin, ecindeya hikûmetê li hemû parêzgehan nehat cibicîkirin û li hin cihan dahata navxweyî zêde bûn û li hin cihan jî kêm bû.

Sê çavkaniyên dahata Herêma Kurdistanê hene, yek ji wan petrol e ku li rêjeya rûniştvanan û mîkanîzma kabîneyên berê hatiye destnîşankirin. Dahat bi yeksanî û dadperwerane tê dabeşkirin.

Pustên heman beş