Mala xwedê ava!!

Rewşen Mardînî-kjk-pkk
  • Simko Ebdulezîz

Di şerê Pêşmergeyê Kurdistanê yê li dijî dewleta terora DAIŞê, min serdanek anî Başûrê welat weke piştgrî ji boy hêza Pêşmergehan, her wiha weke Kurdekî Bakur ku bikaribm mil bi milê Pêşmerge li djî dewleta ku jêre digotin Dewleta Îslamî a li Îraqê û Şamê “DAIŞ” tevbigerm.

Min pir tişt li wir çavê xwe dî û min jiyan kirin, matmayî mam ku min gotina “mala xwedê ava” herî zêde ji Pêşmergehên Kurdistanê dibihîst, vê gotinê bala min weke Kurdekî Bakur dikşand.

Carek min ji Pêşmergehekî re go: Gelo mebesta we ji vê gotinê çiye? Çima hûn herî zêde bikartînin? Wî got: “Merov vê gotinê li wê çaxê dibêje çaxa ku bawer neke ev gotin wê ji devê kesekî derkeve, ango wexta merov bawer neke tiştek wê çêbibe, lê belê çêdibe, li wê çaxê merov dibêje: Mala xwedê ava”.

Vê carê weke Kurdekî Bakur ezê bibêjim: Mala xwedê ava!! Ku ji berî bimirim min bo cara yekemîn dî ku rastî ji devê yêk ji rêvebrên PKK derdikeve, min behsa xanima birêz “Rewşen Mardînî” a endama Kordînasyona KJK ye, vê xanimê li roja 13/5/2022 li kenala Sterk a PKK derket û digot: “Herêma ku fikra Apo, yan Gerîla lê be, PDK ji wê herêmê ditirse”!!

Belê ev gotin raste, lê pirs eve çima PDK ditirse?

Gotineke Kurdan heye dibêje: “Ew merovê marî pêve dayî, dema ew werîsî jî dibîne ditirse”.

PDK jî weke wî merovî ye, ji ber ku PDK dîroka rêxistina PKK bi başî şopandîye û fikra Apo pir bi lojîk şîrovekirîye û li gel rêxistina PKK tevgeryaye, loma baş dizane ku cudatî di nêvbera marî, PKK û Apo de tune, çawa mar jehrê têxe nava bedena merov û heger acil neyê dermankirin jiyana xwe jidest dide, eynî tişt heger PDK jehra Apo derman neke wê gelê Kurd ber bi tunebûnê ve biçe.

Pirs eve, çima PDK ditirse û PKK bi jehra mar dişubhîne? Sedem evin:

  1. Cudatî di nêvbera rejîmên dagîrker û PKK di meseleya tasfyekirina welatparêzên Kurd de tune, mînak pirin.

  2. Rejîmên dagîrker û PKK derbarê vejîna zimanê Kurdî hevhelwestin, ji bo ku zimanê şêrîn tune bibe, herdu alî di nava liv û tevgerên mezin de ne.

  3. Armancên rejîmên dagîrker û PKK derbarê fikra netewî yêke, ew bi kevneşopî hesab dikin.

  4. Rejîmên dagîrker û PKK derbarê serxwebûna Kurdistanê hevhelwestin û li dijî dewleta Kurdî tevdigerin.

  5. Rejîmên dagîrker û PKK weke gurê kevlê mîhan li xwe kirî, PKK bi navê Kurdatiyê û dagîrker bi navê mafên merovan xwe diden qebûl kirin, lêbelê ne PKK bawer bi Kurdatiyê û nejî dagîrkeran bawer bi mafên merovan heye.

  6. Ji rûyê leşkerî ve PKK eynî rola artêşa Hemîd ji bo dagîrkirina Kurdistanê dilîze, Bakur û Rojava mînakên herî berçavin.

Pir wekheviyên din hene, lê em naxwazin xwendevanê xwe yê bi rumet îza bidin.

Bi kurtasî ev ew sedemin yên ku tirsê li cem welatparêzê Kurd çêdike, loma her cîhê PKK û fikra Apo lêbe, tirs ji wê derê çêdibe.

Pustên heman beş