Rapirsî: Dengên CHPê zêde bûne, dengên Ak Partiyê kêm bûne

Rapirsî: Dengên CHPê zêde bûne, dengên Ak Partiyê kêm bûne

Kompaniya Rapirsiyê ya Yoneylemê, rapirsiya xwe ya Gulana 2022yan eşkere kir. Rapirsiya ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye kirin, nîşan dide ku dengên Hevpeymaniya Milet, ji dengên Tifaqa Cumhurê zêdetir bûne.

Kompaniya Yoneylemê, rapirsiya meha Gulanê, li 27 bajarên bakur û Tirkiyeyê kir û pirsên xwe ji 2 hezar û 400 kesan pirsî. Yoneylemê eşkere kir ku dengên AK Partiyê, li gorî Çileya 2021ê, 5 pile kêm bûne û dengên CHPê jî 3.5 pile zêde bûne.

Ji beşdaran hatiye pirsîn; “Heger niha hilbijartin çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kê?”

Li gorî encamên pirsan; ji % 37.5ê beşdaran gotine Hevpeymaniya Milet, ji %33.5 jî gotine Tifaqa Cumhur. Bi vî awayî Hevpeymaniya Miletê, bi 4 puanan li pêşiya Tifaqa Cumhurê xuya dike. Li gorî encamên rapirsiyê, ji %57,5ê xelkê dibêje; ‘Tirkiye baş nayê rêvebirin, ji %20ê xelkê  jî dibêje; rêvebirin niha, ne baş e ne jî xirab e.’ Ji %21.2yê xelkê jî dibêje ku ‘Tirkiye baş tê rêvebirin.’

Ji beşdaran hatiye pirsîn; “Eger îro hilbijartin bê kirin, gelo hûn ê dengên xwe bidin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan?”

Encamên rapirsiyê nîşan didin ku ji %54ê beşdaran gotine ‘Naxêr’ ji %30.9ê beşdaran jî gotine ‘Erê’ Hat ragihandin ku ji %59.8ê xelkê dixwaze pergala rêveberina Tirkiyeyê wekî berê bibe pergala parlamenteriyê û ji %30.9ê beşdaran jî piştgiriya pergala heyî kiriye.

Pustên heman beş