Çeteyên PKK’ê zarokeke 13 salî ji bajarê Qamişlo revand

Çeteyên PKK’ê zarokeke 13 salî ji bajarê Qamişlo revand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve, zarokeke 13 salî li bajarê Qamişlo revand.

Li gorî malbata keça revandî, roja 15ê Gulanê zaroka wan Agrîn Ebdullah ya 13 salî dema bi dayika xwe re li bazara bajarê Qamişlo bû, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hat revandin.

Malbata Agrînê dibêje, wan serdana gelek saziyên Rêveberiya Xweser kirine, lê ti kesî alîkariya wan nekir û cihê keça wan eşkere nekir.

Agirîn sala 2009an ji dayik bûye, navê bavê wê Mihemed Salih e û diya wê jî Newal e.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û berê gelek zarok û ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn.

Malbatên zarokên revandî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Pustên heman beş