Li Colemêrgê qedexe bo 15 rojên din hat dirêjkirin

hakkari-qedexe

Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina konan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin. Ji 19ê Gulanê heta 2ê Hezîranê bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji 19 Gulanê heta 2ê Hezîrana îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. Qedexeya çalakiyan a li Colemêrg û navçeyên wê, ji sala 2016an û heta niha berdewam e.

Pustên heman beş